1. parçê kurdistanê a dimîne di nav tixubên surî de . |
|
08.06.2013 06:10 |
brusk56
|
2. heta beriya salekê, piranî gelê rojavayê ne xwediyê nasnameyekê jî bû. nedikarîn xwediyê mal û milk bibin. nedikarîn di zimanê xwe de zarokên xwe perwerde bikin, nedikarîn xwe bixwe rêve bibin. |
|
08.06.2013 06:10 |
brusk56
|
3. parçeya kurdistanê a xebatên damezrandina rêveberiyek xweser dike. |
|
10.07.2013 12:48 |
brusk56
|
4. namzeta kurdistana azad e.nêzikî peşîya salek pyd vê parçeya kurdistanê rizgar kir.çiqas pirsgirek hebin disa jî ji bindestî yê çêtir e u insallah wê demek nêz de wê gelek baştir jî bibe. |
|
10.07.2013 05:51 |
feqiyêteyran
|
5. parçeyê kurdistanê yê ku ji aliyê dewleta sûrî ve hatiye îşxal û îstîmlak û îlxakirin e.. di sala 1939an de bi peymana sînor di navbera dewleta sûrî û ya tirkiyê de ev beş Û parçeyê kurdistanê ji parçeyên din hatiye veqetandin.. berê ji vî parçeyê kurdistanê re digotin binxet û ji bakurê kurdistanê re jî digotin serxet.. nifûsa kurdên li vî parçeyî nêzî 3 an 4 milyonan e.. mezintirîn bajarê vî parçeyê kurdistanê bajarê qamişlo ye û pirraniya kurdên ji vî parçeyî vî bajarî ji xwe re wek paytext dibînin.. wekê din bajarê amûdê, efrîn, kobanî û dêrika hemko jî bajarên mezin û meşhûr yên rojavayê kurdistanê ne.. di sala 1962an de ji bo ku rê li ber nûfûs û nûfûza kurdan bê girtin û parçeya kurdistanê cardin bê parçekirin ji aliyê rejîma beasê ve teqrîben 350 gundên kurdan hatin valakirin û nêzikî 200 hezar kurd jî ji welatîbûna sûriyê hatin avêjtin û li gundên hatîn valakirin jî erebên bedewî yên ku ji ber bendava tebqayê aware bûyîn hatin bicihkirin û gelek kurd jî bi sebeba li dijî derketina dewleta sûrî û bêemriya serokê dewleta sûrî bi îşkenceyê hatin kuştin.. pirraniya kurdên ku bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatîn derxistin li bajarên wek şam û hema û heleb û hums û lazqiyeyê bicih bûne.. niha nêzî milyonek kurd li van bajarên sûriyê dijîn.. wekê din li rojavayê kurdistanê ji xeynî erebên ku bi darê zorê hatîn bicihkirîn aşûr û ermen û suryan û duriz jî hene.. herwiha ji bilî misilmanan êzidî û xirîstiyan û elewî jî hene.. pirraniya xelkên li rojavayê kurdistanê bi çandiniyê debara xwe dikin.. genim û ceh û nîsk û nohk û pembû û zeytûn û fisteq gelekî tên çandin û hilberandin.. sedan 60ê nefta sûriyê ji vê deverê derdikeve.. pirraniya bîrên neftê li devera rimêlanê ne.. piştî 2011an muxalefeta sûrî li himberî rejîma sûriyê şerê çekdarî ragihand hêz û partiyên kurd bi dawet û daxwaza serokê hikûmeta herêma kurdistanê mesûd barzanî li hewlêrê civiyan û di bin banê desteya bilind ya kurd de gihan hev û biryar standin ku li vî parçeyê kurdistanê ji bo federasyonê wê têbikoşin.. lê piştî ku pyd xwest ku ku hemû hêz û partiyên din têxin di bin dest û desthilatdariya xwe de gelek hizb û partiyan xwe ji dbkê vekişandin.. berî çend mehan çend bere û şebekeyên îslamîstên radîkal yên terorîst bi eger û mahneya ku pyd li ser hesabê rejîma esed şer dike û tev digere şer li dijî pyd û deverên kurd yên ku di bin destê pydê de ne ragihand û çend serbaz û fermandarên artêşa azad a sûrî ya bi ser opozîsyona sûriyê ve jî piştgirî dan van şebekeyan.. lê heta niha şervanên ypgê yên bi ser pydê ve û cebheya el ekrad ya ku berê bi ser artêşa azad ve bû û şênî û niştecihên kurd yên ku bi serê xwe gund û bajarên xwe li dijî terorîstên îslamî diparêzin ev bere û şebekeyên terorîst negihiştine mirad û mexsedên xwe.. |
|
19.08.2013 01:23 |
endazer
|
6. nivîsek hêjayî xwendinê ji qelema nivîskarê kurd konê reş derheqê koçberiya kurdan ya ji gund û bajarên xwe berev bakur û başûr kurdistanê û guherîna bajarê qamişlo û herêma cizîreyê.. http://www.welatperwer.com/qamislo-ji-welatiyen-xwe-vala-dibe-u-dimografiya-we-tete-guhertin/ |
|
19.08.2013 01:30 |
endazer
|
7. li ser helwest û polîtîkayên pydê yên li rojavayê kurdistanê ji gerînendeyê giştî yê rojnameya rojane rûdawê ya ku li başûrê kurdistanê weşanê dike ako mihemed nivîs û analîzek hêja û rêveker û pêşbîner..http://rudaw.net/kurmanci/opinion/130820131 |
|
19.08.2013 01:38 |
endazer
|
8. nivîskar û folklornas û berhevkarê kurd salihê kevirbirî jî li ser valakirin û bicihhiştina rojavayê kurdistanê ya ji aliyê kurdên ji rojavayê kurdistanê ve nivîs û analîzek xweş û di cih de nivîsandiye.. salihê kevirbirî mînaka cihû û îsrailiyan ji bo kurdên li rojavayê kurdistanê dide û dibêje divê her kurdek heta biçek hêz û mefer û derfet lê heyî bajarê xwe û gundê xwe neterikîne û ji ereban re nehêle.. çimkÎ dever çi qas kurdistanî be jî eger niştecihên wê ne kurd bin ji parçeyek kurdistanê nayê hesibandin.. |
|
19.08.2013 03:47 |
endazer
|
9. azadiya rojava azadiya çar parçeya kurdistané ye.. |
|
11.09.2013 10:58 |
tirşikareş
|
10. rastnivîsa wê "rojavayê kurdistanê" ye.Paçeya herî fedakar ya Kurdistanê ye.Dema bizava Barzaniyan çûn şerê Iraqê kirin,îro jî di nav pkk'ê de gelik gerilayên rojavayî hene. Rojava niha di merheleya şoreşê de ye. |
|
11.09.2013 13:39 |
cekdar
|
11. li bakur deverên rojavatir jî hene. binxetê Jî navekî erênî ye ez bawer im. |
|
11.09.2013 15:03 |
filankes
|
12. warê sores û berxwedanê, warê menfeatperestî û îxanetê ye îro ro. |
|
12.10.2013 14:36 |
dîno
|
13. nivîskar konê reş li ser dîroka binxet/herêma cezîrê/rojavayê kurdistanê nivîsek xweş lê kiriye: |
|
17.10.2013 22:57 |
endazer
|
14. berî niha navê we binxetê bû lê vê dawîya bû rojava |
|
15.12.2013 00:29 |
bavêhegel
|
15. li qamişlo zarok ji bo mafên ziman dimeşin vîdyoyê veke |
|
01.03.2014 10:49 |
diljan
|
16. mırovén,ciwanén lı vé heremé peşterojéde tırşık ra bıbın xwiné teze. |
|
03.03.2014 22:18 |
hun çawane heval:)))))))
|
17. (bnr: rojavayê kurdistanê) |
|
03.03.2014 22:36 |
simurg56
|
18. her çiqas bi çûna daîşê ya li iraqê niha hinek din rihet bûbe jî, li gor, salih muslim, daîş ew çek û pereyên ku ji mûsilê standine wê li dijî rojavayê bi kar bînin. |
|
12.06.2014 20:01 |
simurg56
|
19. rûmeta kurdistanê ye. cih û warê şêr û pilingan e ku heta niha cehşikên daîşê nekarîne gûyên xwe lê belav bikin. bi hemxw hêza xwe û çekên ku ji mûsilê anîbûn, êrîş li kobaniyê kirin lê nekarîn tu encam bistînin. ji ber vê yekê ye ku berê xwe dan kurdistana başûr; (bnr: 03.08.2014 dagirkirina şengalê ya daîşê) |
|
10.08.2014 10:45 |
simurg56
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |