20. parçeyekî kurdistanê ye ku têra xwe birêxistin e. gel hemû rabûye ser piyan û bi serkêşiya ypgê dijî dijminan şer dike. ji bo dagirkeran li derek wisa biserketin gelek zehmet e. ji ber ku gel giradayî rêxistina xwe, axa xwe û nirxên xwe ye. |
|
10.08.2014 12:18 |
brusk56
|
21. beşek ji kurdistanê ye ku niha şer û pevçûn lê heye. li gorî nexşeya dawî ya şerê rojava hîn gelek cîhên di destê dijmin de hene û rojava bûye wek çar parçeyan. |
|
17.01.2015 20:55 |
berxweda
|
22. parçeyê kurdistanêye ku bi alikariya pêşmergeyan ypg 18 gund rizgar kirine û navbera şengal û kobanî zertir kirine. |
|
23.02.2015 23:46 |
berxweda
|
23. wêneyek xwe li ser wê li înternetê hatiye bar kirin: 6 meh berê di çi rewşî de bû û aniha di çi rewşî de ye. |
|
18.06.2015 00:36 |
mergehez
|
24. herema ku em bi hêvîne ewê rojek bi gihîje derya spî. |
|
18.06.2015 00:53 |
shorbevan
|
25. Here lînkêhttp://www.idefix.com/kitap/ber-bi-binxete-ve-rojniviska-rojava-fatma-savci/tanim.asp?sid=YISG0IYF6B8B28B1HUGL |
|
18.06.2015 14:33 |
ronahî
|
26. Hola êzîda min vî pirtûka fatma savci xwend. Xweş e.ne gelek giranbuha ye jî tu dikarî bikirî u bixwînî |
|
18.06.2015 22:44 |
ronahî
|
27. beşek kurdistanê ye ku sînorê wê yê bi daîşê re bûye nêzîkî yê başûr û daîşê. hejmara şervanên ypg dora 20 hezaran e lê ê pêşmergeyan 250 hezar in. ji ber kêmbûna şervanan parastina sînoran li wir ne pêkan e û daîş dikare ji navbera gundan têkeve nav rojavayê kurdistanê. ji xwe ev sedem keraseta kobanî û êrîşa vê dawiyê a girê sipî amade kir. |
|
08.07.2015 23:04 |
berxweda
|
28. pêwiste edî pêşmerge werin bikevinê wekî kurdîstana başûr bikin. bira rojava û başûr bigihînin hev. |
|
08.07.2015 23:24 |
shorbevan
|
29. herêmên xweser ên îro li rusyayê nunertiyekê vekirine, li wêneyên pêşînde dixuye ku li wir jî wêneyeke mezin ê apo li dîwar hatiye aliqandin. |
|
10.02.2016 21:25 |
azadixwaz
|
30. parçeya kurdistanê ya dimîne di nav sînorên surîde. bi daxuyaniyên dawî yên rus û amerîqiyan dixuye ku di pêşerojeke nêzikde wê bi federalîzmê rêveberiya xwe bi temamî bidest bixe. ser xêrê be û divê di demeke zûde cerablûs jî bê bidest xistin. |
|
01.03.2016 22:44 |
azadixwaz
|
31. Parçeyê herî biçûk yê kurdistanê ye. Ji 2013an vir de di rojeva gerdûnê de ye. Piştî şerê ypg û daişê ji aliyê hemû kesan hat nasîn. Û ji raya giştî piştgiriyê stand e. Bajarên sereke yên vê beşê qamişlo, kobanî, efrîn, girê spî, serêkaniyê, cerablûs, ezaz, reqqa, tebqa, dêra zor, amûdê, eyn îsa ne. Kurdên vê heremê bi kurmancî diaxivin lê belê wekî her beşê kurdistanê li vê beşê jî polîtîkayên bişaftinê hatiye meşandin. Loma jî gelek peyvên erebî ketine nav kurdiya wan. |
|
26.12.2020 19:17 |
tîrêj zana 21
|
32. Herêma ku divê ticar wek Bakurê Sûriya neyê qebûl kirin. |
|
24.02.2021 22:23 |
rodem
|
34. hûn bixêr hatin Koreya Bakur! |
|
05.02.2022 19:45 ~19:46 |
pênûsa westiyayî
|
35. Min di meseleya neemilandina kurdî û heyraniya zimanên biyanî de rexne li başûr digirt bes li rojava jî heman nexweşî peyda bûye. Weşanger Evdila Şêxo dibêje: Xebata ku îro bi rê ve diçe, li gor tiştê ku tê xwestin, ji sedî ne yek e jî. Li Rojava tevî ku zimanê kurdî li dibistanan tê fêrkirin, lê dîsa jî rewşa weşana pirtûkên kurdî, xwendin û nîvisandina bi kurdî, berbat e. Çand û weşan û medyaya bi kurdî li ber sekratê ne. Zimanê fermî yê dezgehên rêveberiyê erebî ye. |
|
25.02.2022 00:47 ~00:50 |
ezcan
|
36. Her roj behtir pêş de diçin. dolar dikeve, huner pêş dikeve, teknolojî pêş dikeve.. aştî zêde dibe. lê hê jî di bin êrîşan de ne. Ez hêvî dikim ku ew di zûtirîn dem de "parastina hewayî" bistînin. Yên ku dixwazin Kurdistaneke resen ava bikin û li ser dixebitin gelê Rojava ye. |
|
08.08.2023 14:11 |
horhorik
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |