1. li gorî encama ezmûna ku sê roj berê kirîn edî şundê di enstîtuya zimanên zindî de xwendekar im. di ezmûna lîsansa bilind a bêtez de ketim li ser bendavê lê puana min li gorî min hindik hat. qet nebe saya vê lisansa bilindê bi kurmancî dê hîn baş û bêkemasî binivîsim. |
|
02.09.2014 19:44 |
bêhûd
|
2. zanîngeha mamosteyên fermî yên kurdî ku grevê dikin. |
|
03.09.2014 00:24 |
azadixwaz
|
3. Bi avahiyên xwe, bi kadroyên xwe yên akademîk, bi beşa kurdî baştirîn zanîngeha bakurê kurdıstanê ye. Tew fakulteya endazyariyê ya li kêleka muzeya sabancî tu dibe qey medreseyeke serçaxa navîn e, çi xweşik e wey! Mîmarîyeke ergonomîk û estetîk. |
|
05.11.2014 18:46 |
diclefirat
|
4. Zanîngeha ku hareket û zindîtiyek aniye wêjeya kurdî. Gelek xwendevan ên edebiyata kurdî perwerde kirirne, bipêşve birine. axir baş e. HettaŞener ozmen vê pêngavê weke efekta artukluyê binav dike. Enstituya wê ya zimanên zindî (jî vê binavkirinê qet heznakim) qederê 1500 mamoste sertîfika stendine û bûnê namzetê mamostetiyê kurdî. |
|
05.11.2014 22:18 |
seydayê_peyvan
|
5. Boy perwerdeyiya kurdkî, tewr baştir zaningeh o bakurê kurdistan de. |
|
05.11.2014 22:57 |
endazyar
|
6. nizanim gelo di nav me ên ku di beşa edebiyata kurdî de dixwînin hene an na. ger hebe xêra xwe ji min re peyameke bişînin dixwazim hin tiştan bipirsim. |
|
29.03.2016 18:21 |
kurê xelkê
|
7. zanîngeha ku xwedî kampûsek virtîvala ye bi qewlê tirka ismi var cismi yok.ne darek ne keskayîyekê dihewîne tew çêla tiştên dî nakim.icar wargeheka wê heye ku bi mesafeya di navbera wê û kampûsê navdare. |
|
29.12.2016 05:20 |
şikber
|
8. fakulteya wê ya avahisazîyê li mêrdîna dêrîn li kêleka muzexaneya sabanci ye avahiya wê di dema osmanîyan de ji bo parêzgariyê hatiye lê kirin ku wextekê bo girtigehê jî hatiye bikaranin xwedî mîmariyek basîd û klasik erebî-sûryanî ye ji perwerdehiyek teknik zêdetir sêwirandina hunerî armanc digre xwedî mamosteyên başe jî ku mehmed atli jî têde ye. |
|
29.12.2016 05:36 |
şikber
|
9. heta aniha niza çend hezar kes ji vê zanîngehê ya ji beşa kurdî destûryar bûne û her sal niza çend sed kes jî destûr jê digirin, heta li vir tu pirsgrêk nîn e, tabloyeke gelek baş e lê belê sînerjiya ku têt qalkirin çi ye? yanî çi sînerjî dane? ji xeynî zêdebûna hejmara kesên ku di çapemeniya sosyal de bi kurdî emel dikin çi feydeke dî ya berbiçav heye? |
|
29.12.2016 13:04 ~13:08 |
ferhenga şikestî
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |