Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    coca cola - tirşik
    coca cola
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. vexwarineke emerikî ye ku bi xêra kapîtalîzmê li çar aliyê cîhanê belav bûye. biryar daye ku dê êdî li hin welatan bi navê xwe yê herêmî derkeve piyesayê. weke mînak dê li tirkiyê bibe "koka kola" . heta ku li kurdistanê nebe "qoqe qola" ezê venexwim *



    2014.04.10-23:32 | oxir

    2. vexwarina ku wek haşhaş û cixareyê di mirovan de rajêriyekê xerab çêdike ji ber ku di navê de cafeîn heye dema mariv hînî wê bibe zû bi zû nikare dev jê berde. tu feyde wê tune ye ji serî heya binî zirar û xisar e ku beden, laş û tendurîstiyê marivan dixisirîne lê bêmirad gelek xweş e.. di demsala zivistanê de qe dilê mariv naçe bi havînê jî bêyî wê bi şev nabin ango roj naçe ava. ez her roj bi qasî kîloyekê vedixwim nexasim jî di meha remazanê de gava ezan dixwîne yekcarî dadiqultînî ji gewriya xwe hahh tahma ku mariv wê gavê jê digire nayê terifkirin.



    di dema zarotiya min de gava ku em li havînê li gund bûn, di mehê de carekî coca cola dihat û herkes zêtir qedehek dikarîbû vexware oy rebbî çi tehm têde hebû min digot ger ku mezin bibim divê ez ê di rojê de 2 kîlo vexwim ez mezin bûm lê... sal bi sal xwezî bi par



    2014.04.11-21:11 | ferhenga şikestî

    3. tê gotin ku, zilamek dixwaze şerbetek çêbike û bifroşe, çiqas rast e nizanim lê li gorî gotegotan zilam hemî malê xwe di rêya vê projeyê de diqedîne, feqet şerbet qet nayê firotan, hevkarê wî radibe vê şerbetê sar dike û di ser şûşeya colayê de 'sar vexwin' dinivîse, piştî vê nivîsê di warê firotinê de digihîje hejmareke bê hempa..

    dema ez zaro bûm, min digot yaw çi ehmeq in, ma hûn 'sar vexwin' nenivîsandiba, me yê germ vexwara?*



    2016.03.30-23:32 | ferhenga şikestî

    4. pirî vexwarinek havînê yi. mirov bo tîna xwe bişkîni li ser xwe dadiki bi tahm e bi rastî a rastî



    2016.03.30-23:58 | qijilyo

    5. Vexwarineke ku pêşî weke dermên dihata bikaranîn. Kokaîn dihewand. Ji xwe navê wê jî ji navê kokaînè tê. Dûvre hatê fêhmkirin ku kokaîn xeter e. Ica kokaîn ji nav derxistin û bi hişê bazirganekî dijwar dest firotinê kirin.

    Mixabin dîse ne girt û nehaye firotin. Piştî ku dolaba qeşayê îcad bû coca cola jî bela bû li dora dinyayê.

    Ev heft salê qurtek jî bi devê min neketi ye. Mî cixareyê ew jî bêkêr e. Xelkê modern(?) Divexwun.

    Çima Divexwun?

    Bi çi aqilî Divexwun?

    Ji bo çi feydeyê vedixwun?

    Qe li hemberî wêqa zarar û xirabiya wê , ew ta'ma we hèja ye?



    2016.03.31-11:23 | gumgumok

    6. A ku ji hinekan re jê veneger e. Ez bi xwe deh salan venexwim nabêjim xwezî kolayek cemidî hebuya û min vexwara. Lê ku carek li derekê bidin min jî ez nabêjim ez qet venaxwim û vedixwim.

    Weke din li dinyaya çaya qaçax heyî tu lazimî bi kolayê tune.



    2016.03.31-12:28 | azadixwaz

    7. qutiyên xwe yên 330ml guhertiye. berê xurt û kin bû lê niha dirêj kirine. qutiyên wan ên 250ml ji xwe direjokî bûn. min gelek ji wan qutiyan hez dikir û diqot xwezî yên 330ml jî werê bikirana û va ye kirine.



    2017.05.23-15:47 | mergehez

    8. karekî berredayî ye, ji ber ku di hemî erebeyan de cihê vexwarinÊ standart e û hemî li gorî qutîyên berê hatine dizaynkirin



    2017.05.24-14:03 | ferhenga şikestî

    9. Gava navê wê dibihîzim yan jî dibînim navê vê wek qola qoqa bi lêv dikim. Çima nizanim. Hêj ecêbtir tê. Her kes dikenê jî. Kenîn baş e. Ji qola qoqayê jî derxistina espirî ciyawaziyeke ha. Jixwe ez di lîseyê de carekî di pêşbaziyeke zanyariyê de serbiketî bûme : ).



    2017.05.24-16:14 | rûbar

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îzol [2]
    navê navçeya kale ya meletî re bi kurmancî îzol dibêjin..li meletiyê û...
    apranax [1]
    xelaskera êşa diranan e....
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe k...
    hereka jorê [1]
    bajare ki li izmitê li tirkiye. geli kurd aliye bakure kurdistane j...
    bazidaga [1]
    bajareki pir sare. li bajare wane'ye. mirov payizan li bazidagan diqer...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » coca cola zero
    » cola kurdan

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî