Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
rênas jiyan - tirşik
rênas jiyan
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Hezkerê kul û êşa, dert û dila derî veke rênasê min.* Em ji bîr nakîn: ''Herkes bi kasî êşa xwe dijî.'' Rênas Jiyan: Bi helbeskarê kurd yê nifşê nû ye. Pirtûkên wî: Janya, Ji şevê re, Di tuweletêde û Çirûskîzm e. Pilozofê kurda ye.



09.07.2013 04:14 | sîyajan_56

2. nivîskarê hêja yê kurd di 1974an de li qosera mêrdînê hatiye dinê. di nava gelekî tevgerên wêjeyî de cî girtiye, di gelek cureyên wêjeyê de weke helbest, şano, felsefe, cerebe, rexne berhem dane. bi tarza xwe ya ji wêjeya gelêrî ya kurd cuda nûbuneke giring bi xwe re aniye ji xwe ji ber vê nûbunê bi navê çiruskê herkekê daye destpêkirin. ji xeynî berhemên xwe yên janya, di tuwaletê de, çiruskîzm û ji şevê re çend têgehên dera hanê kovareke wêjeyî ya bi navê çirusk weşandiye. heman demî de edîtoriya weşanxaneya belkî jî dike. hinek stranên mirov ji nişka ve ji xeman di nava westanê de dihêle, weke ku li ber bayê ketî hema ji hestekê ber bi hestekê ve dibe û ji nişka ve dide xuyakirin ku mirov ji xwe çuye, mest buye weke hebhinarkê ya koma hîvron û kul û kulîlk a jan axîn jî ji pênusa wî rijiyaye ser dilên me.

ji hemuyan bêtir dixwazim behsa pirtuka ji şevê re, çend têgehên dera hanê bikim. vê pirtuka rexne-cerebe de rênas jiyan weke ku dilê xwe bi pênusa xwe radigihîne me. pirtuk bi gotineke germ hatiye nivîsîn û tespît û fikrên ewqas di cih de hatine nivîsîn ku bi rastî wextê min pirtuk dixwend min pirtukî hindik bi hindik dixwend ku zû xelas nebe. ji min her kurdê ku bibêje haya min ji wêje û felsefê heye divê vê pirtukê teqez bixwîne.



09.07.2013 11:00 | azadixwaz

3. Çirûskîstê herî mezin



09.07.2013 11:58 | tirsikhez

4. yek ji berhemdartirîn helbestkar û nivîskarê wêjeya modern ya kurdî û kurmnacî ye.. li gorî min di nav nivîskarên kurd de nivîskarê herî xwende û dixwînê ye.. wek melûmê herkesî ye nivîskarên me yên kurd bi tiralî û bêxîretî û bexiliya xwe tên nasîn û behskirin.. heta cihê henek û qerfan e ku li gelek civatan tê gotin ku nivîskarên kurd heta berhemekî dixwînin du berheman dinivîsin.. ji xwe ji ber vê nexwendevaniya xwe û neşopandina nivîsên din ên nivîskarên cîhanî hema bêje piraniya nivîskarên kurd ên li bakurê kurdistanê di berhemên xwe de xwe dubare dikin.. axirê rênasekem ne yek ji van nivîskaran e.. hema bêje ji her beş û şaxeka wêjeyê yên wekê şano, helbest, ceribîn, gotar berhemên berkeftî û serkeftî dane..



12.07.2013 15:49 | endazer

5. dengê min diêşe *



15.07.2013 23:48 | rohat_rosî

6. Li min vegere kûlê.!



19.07.2013 17:01 | sîyajan_56

7. çirûkîst, ji qosera mêrdînê ye. her çiqas mamoste be jî, helbestvanekî hêja ye -ku ez wî bi zimanê xwe dixwîm ez xwe bişens dibînim- ku di nav kurda weke fenomenekî tê qebûl kirin, xweşbêj e. direktorê kovara çirûsk ê ye û edîtorê weşanxaneya belkî yê ye. li amedê dijî



(bnr: weşanên belkî)

(bnr: kovara çirûskê)

(bnr: janya)

(bnr: mexzena xwînê)

(bnr: di tuwaletê de)

(bnr: çirûskîzm)

(bnr: hebhinarkê)

(bnr: kul û kulîlk)

(bnr: dê û law)

(bnr: nivişta helbestan)



19.07.2013 09:35 | seydayê_peyvan

8. Bi qurana ku bavê min xwendî, Rênas Jiyan çirûskizm ava kir, lê ez nizanim bê çima. Ev çend salin difikirim lê nizanim bê çiye. Jixwe Janya jî xwe ne kuşt. Rênas jî ha ha felsefeya çirûskist kûr dike..



19.07.2013 18:44 | rojan

9. Di warê helbestê de bi têr û sertêra xwe heye. "Janya" pirtûka wî ya herî navdar e. "Mexzena Xwînê" ber û awayê helbestê daye ciyekî din. ji 2003'an û bi vir ve pirtûka helbestan çap nekiriye. Rewşenbîrekî Kurd e. Di warê ramangeriyê de xebatên wî hene. Di warê kar û baran de ciddî ye û karê xwe baş dike.



19.07.2013 21:43 | rojgar

10. Rênas Jiyan

Rênas Jiyan, helbestvanêkî Kurd î nûjen e; weşanger edîtorê weşanxaneya "Belkî"yê û dîrektorê kovara "Çirûsk"ê ye. Di sala 1974'an de li Qosera Mêrdînê hatiyê dine .ji her kurdî pirtir ,ji hinek kurda kemtir xof,zilm û zordariya dewlêta faşist para xwe hilda ,ketê zindana derket.

Rênas Jiyan di helbesta Kurdî de xwediyê cihekî girîng e.her çiqas weki helbestwanek were zanîn ji bi şano,felsefe û cerribîn(deneme) ra gelek serî êşandiye. Berhemê wî ye herî zede tê nasîn Janya,Mexzena Xwînê, kul û kulîlk(helbest), Di twaletê de(şano) . Ji Şevê Re (cerribîn)

û Çirûskîzm (teorî-felsefe) in. Tişta wî ya herî balkêş, di helbest û wêja ya kurdî de şevazek nû da yê destpêkirin .bi navê êkola "Çirûskîzm"êkolêk ava kirîye û pêşeng tî dikê



02.08.2013 00:50 | newenda

12. Di wêjeya kurdan ya nûjen de navekî gelekî girîng e.Helbestên wî gelek jê bûne stran jî.Ya meriv jê têr nabe yek jî ya koma hîvron dibêje strana ''hebhinarkê'' ye.



hebhinarkê



ji wê şeva bi şewbê

bêhna firikên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê !...

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê



li çaraliyê çefiya min

diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye

perîkên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali

li ser goleke mêşinî



ji bo ku ez bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê,,,



rênas jiyan



05.08.2013 10:42 | waweylê

13. şêr lawê şêran e....nivîskarên têkçûyî jê hez nakin....



05.08.2013 21:36 | rojgar

14. helbestvanekî hêja ye.

Kok



Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîq tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…



05.08.2013 23:22 | gulan

15. ew ê ku dibêje heta hûn nekujin hûn nikarin aj bidin.



27.08.2013 11:48 | kelha bayê

16. bi xwedê te xew li mirovên şellaf û bindest herimandiye

tu her hebî helbestkarê giyan azad

ji xwe mirov çiqas baş be di kare xwe de ew qasî jê tê hesidîn

ger tu nebî wê azadî bigrî



14.09.2013 00:36 | jara eş

17. di pirtûka xwe ya diêşiya de ji bo aşitîyê dibêje :



''li ser navê aştiyê, Bîra min

bi berateyên birayên min dihate hedimandin

navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin

(diêşiya, pirr diêşiya…)

(xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek virçoqiyê rohn bû)

ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min

wan dermale kiribûn dil û gurçikên min

ez sunnet kiribûm ji zimanê min

mmmmmmmmmmmmmmmmm…

çawa tê gotin ez baş nizanimmm…

ez di desthilatdariyê nimmmmm…!''



20.09.2013 23:52 | endazer

19. çirûsk û birûskê me... *



28.09.2013 21:58 | hozanagirîn

20. ''Wê li wir por sipî kir, min li vir jiyan''



23.10.2013 14:26 | tujela

21. bi ya min di nava helbeskarên kurd a nûjen de serkeftîtirîn rênas e bê guman û bê şik, sê telaqa bêfetfa û qurana ku we pê îmana xwe aniye, kes nagîje wî.. min ji helbestên Kurdî hez nedikir nizanim ji min re pirr sar dihatin her gav xwe-dubare bûn lê piştî ku min rênas nas kir evînek dîsa çirûsî bo helbestên kurdî. . di kîjan mijarê de binivîse jî xweş û geş dike bêhna mariv vedibe min bawer nedikir ku helbestekî bigrim û 2 car bixwînim lê niha her şev berî razanê kêmtir deh car dixwînim paşê dikevim li nav cih. rênas diêşîne pirr diêşîne



12.12.2013 23:02 | ferhenga şikestî

23. Xwediyê vê helbestê ye.



kul û kulîlk



ger ez ba bûm a

min ê porên te bi alasta

ger baran bûm a

min ê xwe li nav çavên te bixista

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



xezalên tî avê vedixwun

ji golên çavên te

çûkên baskokirî

dilûsin li ser milên te

meşka xwînê ye ev dilê te

hevîrtirşê êvara ye kilê te

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



13.12.2013 01:24 | ceso

24. ''tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê!

tu berf î

ez berf im

berf im

berf im

lê lê nar lê lê nar



ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî difûre



mi go?

ne ji te be, wê kes berfdimskê nexwe

ne ji te be wê zarok reşêle û têtiyan negirin

tu berf î ji ber ku

berf...''



22.12.2013 15:52 | cinorek

25. dibé desmeja té u cane ji hev na şiké hebhinarke... ma ka tişteki wiha héye..??



22.12.2013 23:32 | rédur

26. fermo janya edî tû dikarî xwe bikûjî !



29.12.2013 18:52 | fırat evdal

27. (bnr: cudahiya tû û tu)



29.12.2013 18:58 | dijber

28. Xwediyê îdol an jî bizava felsefî ya bi navê "çirûskîzm"ê ye. fîlozof û helbestkar û wêjevanekî nûjen ê binirx e.



29.12.2013 23:38 | xendekî

29. YEK JI PîR û ŞêX WêJEYA KURDî YA NûJEN E.

FîLOZOFê DEMA ME YE.

XWEDiYÊ teoriya çirûskÎzm'Ê ye.

helbestvanekÊ nuwaze ye.!



07.01.2014 16:27 | xendekî

30. xwediye helbesta de u law e. ve helbeste her ez dıxwinim dayıken cumartesi te bıramın.



01.02.2014 22:16 | hogırekoseri

31. navê keça wî çirûsk e



02.02.2014 09:23 | mergehez

32. ahmed arÎFÊ KURDAYE..



02.02.2014 14:31 | hemokrates

33. tu eleqeya wî û şirên wî bi ahmet arif û şirên ahmet arÎf re tunÎne..

erê herdu jî di warê helbestê de têra dinyayekî serkeftî û jêhatî ne, lê ekol û stîl û tez û temayên helbestên wan bi qasê çiyayê alp û çiyayê cûdî ji hevdu dûr in..



02.02.2014 14:43 | endazer

34. nivîskar helbestvan û felsefevanê kurd e. ez heyranê çixare kişandina wî me :/ yek ji pêşengê nivîskarê ''çirûskîzm''ê ye .



02.02.2014 16:03 | havîn


36. ''fermo zû were

di êvarên esmer de qemer esmer were

li stêrkan siwar be û were

bibe stêrk û were...''



09.02.2014 17:37 | berf

37. nivîskar-helbestvan-şanoger-feylesofê ku min îro cara pêşîn helbestek wî xwendiye, ye. min ji xwe fedî kir ku min berÊ TU berhemên wî nexwandibû. min helbesta wî ya bi navê berî hûn min daliqînin xwend û ez bûm heyranê wî dema ez herim amedê ezê çend pirtûkên wî bikirim.



dema ez vê dawiyê çûm amedê min wî dîsan dît lê ji ber min tu berhemên nexwendibû ez neçûm cem wî piştî ez çend heban bixwînim ezê bi mêvandarî herim cem wî* tiştên ku ez dikaribim parve bikim ezê li vir parve bikim. navê keça wî ya duyemîn a ku ez zen dikim ku ew 2 salî ye, ro ye.



06.03.2014 22:00 | mergehez

38. lîse

ango taştiya emir

ango lîstina bi kêran

heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan

şûna jopên girtina xwepeşandanan

sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan

lîs e

lêvên te, riha min cara ewil kur dike

pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te



tu kuxika cixareya min a ewilî yî

tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî

tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!

bi dengê xwe yê nuh qalind bûye

ez ê azan bidim navê te

lîse,

mekteba min çavên te)/…



07.03.2014 01:18 | ferhenga şikestî

39. nivîskarê ku ji pirtûkên xwe re dibêje avangard û fenomen.

xweliya heft gundan bi sere nivîskarên ku ji pirtûkên xwe re nabêjin fenomen û avangard bibare.

jixwe jê pê ve nivîskar nîn in li dunyê



11.03.2014 21:38 | bavê salih

40. dev ji mamostetiyê berdaye. rîh berdaye bûye weke fîlozofên yewnanî ên kevn. êdî têra dilê xwe dixwîne û dinivîse. divê kurd qedr û qiymetê wî gelek zanibin.



21.03.2014 23:07 | dara berrûyê

41. tehma helbest û nivîsên wî gellekî xweş û cuda ne. pirtûkên wî ez girdayiyê xwendinê kirim.



22.03.2014 22:34 | renas

42. helbastvana ku, çendek berê, min bi rêya tirsikê navê wî bihistîye. piştre xwendinê çend helbesta, min xwest ku yek ji pirtûkên wî bikirim lê bi qase ku di malperan pirtûk froş de gerîyam, hemû pirtûkan wî, di internetê de, hatîye frotin û tu pirtuk nemaye. wekî ku deli emîn ê vizontele digotîbû, 'entorosan!'



24.03.2014 22:16 | ervah.azad

43. lawikê lîrîk yê helbesta kurdî, nêriyê tof yê berîka mêrdînê...



25.03.2014 16:12 | tembûra dilê min

45. heta mirov helbestekî wî fehm dike serê yekî gêj dibe



23.04.2014 02:01 | medya

46. d helbesta wî a "dê û law" de mirov hîn bêhtir bêriya diya xwe dike..



gava ku ez diçûm

niviştek çêkiribû

dêya min

ji bo min

sê nanê firnê qewl kiribû

ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista



lêvikên wê diricifîn

çavikên wê diperpitîn



ku ez vegeriyama

wê sê rojan rojî bigirta

di ber rêya xwedê de

wê sê nanê firnê belav bikira

di ber rêya şêx û ûcaxan de

wê şîrê şêran ji min re bianiya

di şîvê êvaran de

wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta

li gora dilê xwe

ez bizewicandama



ne sê nanê firnê belav kir dêya min

ne sê rojan rojî girt

ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe

û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de



ve-ne-ge-ri-yam

li wir mam



hêviyên wê di dilî de

bûn kulmek cîncoq

şikestin û man

porrkurra dêya min



li ser dika malê

hîn li hêviya min e

hîn...



wê li wir porr spî kir

û min jî li vir jîn





Ji:Janya - Rênas Jiyan

rûpel:64 weşanên BELKÎ



16.05.2014 02:24 | cîhana pirtûkên kurdî

47. dema navê wî dibihîzim, hebhinarkên tehmxweş tên bîra min, weka hebên hinarkê, dêmên sor ên keçikan tên bîra min yanî piçek romantîzmeke nîvcomayî, ji nişka ve êşa semîramîsê weka gamêşekî qûnde di dilê min de rûdine, nema dikarim bêhn bigirim, de dev jê berde loo/êÊ tu bala xwe bide hebhinarkê û teşiya bê,destara berfê berîvana baranê.. neyse nexeyidin ji vê çîrokê wê gewriya we dil bide kêrê..

helbestên wî her û her qala bûyerekê dike tu ne têde bî jî hîs dikî ku di derûdora te de qewimiye weka bayekî hênik ji hêl stûyê te derbas bûye..

min ji vir 5 meh berê di kolanên amedê de ew dîte, me piçek axifî, gelek zarşerîn û diltenik bû, nedigot îllam ez bipeyivim, ji min pirsî got tu herî zêde ji kîja helbestê min hez dikî( fikirîm, gelek fikirîm di nava 5 saniyeyan de bi qasî du roj fikirîm) min got janya! weka ku çirûskek li ortê çavên min hilbifirin, lê min got tehma helbestên te bi demê re diguhere, cara ewil kul1 bû (min xwast biqîrim, de haa tu li kû maa?) lê paşê guherî li ser hebhinarkê qelibî falan.. ji min re got tu zanî, dema ku janya nû derket kes jê hez nekir her kes rexne kir û got ev çi helbest e îja?! (min xwest bêjim çima çavên wan kor, guhên wan kerr, dilên wan reş in?) min got wan deman kes hînî van tiştan nebûn dibe ku ji ber wê be û bi rastî jî têgihîştina wê zehmet e(em kurd teral in teral kakacan) piştre heta mala wî em meşiyan qala gelek tiştên xweş kir, naxwazim li vir binivîsim bila ev jî di navbera me de bimîne, kapîş?



24.08.2014 00:54 | ferhenga şikestî

48. di hejmara dawî ya çirûskê de "aforîzmayên afarozkirî -2-" nivîsiye û ez ji keniyan zikopişto kirime. mala wî ava be, kurê wî zava be. (bnr: ji ber ku tirkî têra min nekir min bi kurdî nivîsî)



31.12.2014 12:52 | terkexem

49. Ê ku kurdî hulahûp kirî ye. Dest û tiliyên wî sax bin.



01.01.2015 02:01 | azadixwaz

51. (bnr: marx û ocalan)



20.01.2015 22:20 | mergehez

52. Bi dengê Rêşad sorgul helbesta wî ya hebhinarkê -



26.02.2015 14:31 | diclefirat

53. Ew helbestvanê kurd e ku,belayek li ser ciwanên kurd xistiye bi navê ;Çîruskîzm hej nizanim çi ye .s



06.04.2015 13:48 | mîrzayêbiçûk

54. ke be bıla be e ser wejeye kurdiye dixebite ew merov hejaye,qedir bılınde. renas jıyan jı wana yeke..



06.04.2015 18:48 | baynu

55. Rênas jiyan helbetskar u nivîskarekî kurd e. pirtûka wî ya janya bi min şahesereke kurdî ye. Pir mirovekî dil nêzm u şirîn e.



06.04.2015 20:13 | xelatî

56. van rojan li ser serê wî angaşta diziyê digere. xwudê bi xêr bike..

weşanxaneya nûbiharê do van çaxan di derheqê camêr de daxuyaniyekê belav kiribû û bi çend rûpelên ji dîwana melayê cizîrî mînak weşandibû û gotibû rênas jiyan diziya çapa dîwana melayê cizîrî kiriye û diwesanxaneya belkî'yê de li ser navê xwe weşandiye..

ez hêvî dikim ku derew be, heta ku ji rênas jiyanî bersivekê nayê, ez ê şîroveya vê rûdanê nekim

Here lînkê



11.04.2015 11:33 | ferhenga şikestî

57. li hemberê buxtan û tawanbariyê, berteka xwe nîşan dayiye û gotiye, 'fermo min biricimînin'..

ez li hêvîya daxuyaniya wî me..

lê çi dibe bila bibe wê tucar ez ê dev ji hejêkirina rênas bernedim!



12.04.2015 19:56 | ferhenga şikestî

59. Çiyê hatîye felsefê çêkirîye

Here lînkê

felsefevan



12.04.2015 20:27 | shorbevan

60. li gor gotinên (bnr: omer faruk baran) li ser daxuyaniya nûbiharê wî jî bersiva xwe daye, lê wê sibî bê weşandin. Sebir'kin



12.04.2015 21:07 | xendekî

61. (bnr: çi bûye kurro?)



12.04.2015 21:20 | ceso

62. (bnr: rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar)



12.04.2015 21:39 | xendekî

64. xwedayek e. 'pîr'ek e. bavek e. mêrek e. şêrek e.



14.04.2015 20:27 | xendekî

65. Kareke ku neke hebe ew kar jî mîzanpaj û bergê pirtûkan e



12.05.2015 23:29 | cîncoqo

66. Ew jî weke piraniya niviskarên kurd li pey nav û deng e mixabin aqubeta wî jî ne baş e



13.05.2015 18:32 | mircembeli

67. bi diziya berhema nûbiharê û bi cihaba xwe ya li ashkerabûn û îthama wê diziyê careke dî me'lûm bû ku ji wan kesan e ku di xwe de winda ne.. helbestên wî xwedanê karda û fonksiyonekê ne, bes ti caran dilê min ji edeba she'ra wî spî nebûye..



13.05.2015 23:09 | gordereş

68. nivîskarê ku di bin mijara navê wî de îşev alîgirên weşanxaneya nûbiharê ya magazînel kom bûne. law ma ka nûbiharê hesabê xwe daye, belasebeb bêyî ku haya Rênas Jiyanî jê bike bêje te tişteke wiha kiriye diçe bi çend quretiyan ser facebokkan dike, bêyî bipirse ka tu edebiyata kevin an alfabeya erebî dizanî tespît kirine ku Rênas Jiyan nizane û serde jî xwe dikin xwediyê berhemên klasîk heçku malê babê wan e û dibêjin Rênas Jiyanî dizî kiriye, ne hedê we ye. Tenê bi neqandina çend wêneyan wilê tohmetên bi vî awayî ne exlaqî ye. Ew jî dibêje gava min amade kirî min ji hemû tiştên berdest sûd wergirt, min ewqa lêkolînên li ser kirin, bi çavekî edebiyatvanekî wêjeya rojava jî baş dizane ji nû ve şîrove kir. Li ser vê werin û bêjin diz nizanim çi, ne hedddddd e!



13.05.2015 23:27 | xendekî

69. Niha di stêrk tvyê de di bernameya bêndera çanda de derketiye..



22.07.2015 22:20 | mergehez

70. nivîskarê ku niha dîsa bi dubareya bernameyê li ser ekranên stêrk tv ye, behsa çirûskîzmê dike ye.



23.07.2015 10:29 | xendekî

71. (bnr: pênûsên çardehderb)



02.09.2015 22:50 | ferhenga şikestî

72. ev chend sal in stewr e pênûsa wî, dilikume lingê wî



17.03.2016 13:32 | jîjo

73. (bnr: spîtama)



14.04.2016 15:13 | bêhna_piştî_baranê

74. (bnr: min birecimînin)



14.04.2016 15:14 | bêhna_piştî_baranê

75. li gor nûçeya aryenhaberê vê sibê seet 6'a de polîsa avêtîye ser mala wî û hatiye desteserkirin. hêncet jî dibêjin di çirûskîzm'ê de propagandaya pkkê hatiye kirin.

Here lînkê



01.10.2016 11:44 ~11:45 | xendekî

76. binçavkirina wî dide nîşan tehemula wan ji fikr û ramanên serbixwere tune.. û dide nîşan dewleta ku xulama wehşa bibe.. pir dê qehpe deriyê çareseriyê vekirî dihêle( ji pkkre) pkkê û kurda dixapîne hêdî hêdî zilm û zordariya xwe jî dike.. serhildanek ne bi kerîtî pêwiste an dor wê were ser her kurdî ...



01.10.2016 12:09 | shorbevan

77. Helbestvanek Kurd e. Îro hatiye binçavkirin.



01.10.2016 19:34 | hêja

78. Doh hatiye berdan.



07.10.2016 23:14 | berxweda

79. (bnr: dîn û şîn)
(bnr: ponijîn)



20.12.2016 11:08 | ferhenga şikestî

80. "dîn û şîn" pirtûka wî ya helbestan e, vê dawîyê çap kirîye.... helbestik du helbesta jê derxe ê din nabin.
ne guh dide dijmina ne guh dide dosta... xwu kirîye her tişt... xudê bi xêr ke...



26.12.2016 02:03 | rojgar

81. Helbestên di pirtuka wî ya dawî de jî bilî çend risteyên pirr xweş, ji hamaset û aforîzmayên zêde nayête xwendin.



16.03.2017 02:44 | hêvî

82. Di nav helbestvanên kurd de yê ku helbestên xwe herî zêde tên xwendin e.
(bnr: janya), (bnr: hebhinarkê), (bnr: da û law)
Janya li wir bi dengekê pir xweş hatiye gotin:




01.12.2017 19:55 ~19:57 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar
» jiyan arbanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî