4. ji qelema nivîskar û wergêrê kurd sabah kara wergera helbestê:
''Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Rêwîtiyek xerîb, trên û Geyve
Xencerek vedibirrîne, ah xewnan
Xewnek û xencerek, destek û, û, û
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Wê bi şev berf bibare heta sibê
Axê de qirçîna goşt û hestiyan...
Tirsek digre bi miriyên nîvciyî
Dema kilox li kevirkî dikevin
Mirî ku bi tenê xwedî neynûk in
Û bi tenê xwedyên çogên fistikî
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Xortê esmer û bîranîn û xwîn
Îskînên keça çav kesk
Diherikin ji navbeyna derîkî
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Jinek destên xwe bi ezmên de vedike
Dirêj dibin porê wan ên zêrîn
Keçên spehiyên meriv dikujin
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Vedikin ji zarokan re şikeftan
Çûkên rojnedîtî û pindepîran
Masîmûsên ku îlana eşq dikin
Bi lez terk dikin avên aşina
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Li agir û xweliyê dinêrin kêzik
Kûçik qenariyan jev parçe dikin
Kurma boza darê nameyan dixwe
Bûm li wêranegehan qebqebê dikin
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Fîşegeke bêhemd peyda dike l’her derî
Hespên bê siwarî rabûne şahê
Rihniya ruhekî heye li ezmên
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Bûm li wêrangehan qebqebê dikin
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Erd diheje weku birûsk ketibe
Bi daxwaz li benda tariyê man
Dayik û bav û hemû bira
Êşekê di dilê xwe de his dikin
Bi hev re stranekê dibêjin bi huzn
Dayik û bav û hemû bira
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Nivîn hemû tijî, nivînek vala
Bi hev re straneke şadiyê dibêjin
Serxweşê ewil û duyem û sêyem
Fîşegan berdidin bi aliyê ezmên
Ferxê çûkan li hêlînê dilerizin
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Ba bi xwe re dibê babirkên tenik
Û dilerizînin dilan û alan
Destên ji keştiyê bi erdê dirêj dibin
Lembeyin pêdikevin sivik û zer
Bi hesret dimînin li kokê kevzan
Xezînên veşartî û marên avê
Ba bi xwe re dibin babirkên tenik
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Pisîkên reş bi xwe ve girêdidin
Teyfeyên azadên pelerîn spî
Alên reş û dil tev dilerizin
Bi hesret dimînin li kokê kevzan
Destên ji keştiyê bi erdê dirêj dibin
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Lembeyek pêdikeve sivik û zer
Rêwîtiyek xerîb, trên û Geyve
Xencerek vedibirrîne, ah xewnan
Xewnek û xencerek, destek û, û, û''
SEZAİ KARAKOÇ
Werger: Sabah Kara (Bi navê mustear: Hozan Oflaz)
(Nûbihar, hj.14, 11-1993)
|