2. ji bilî çîroka jor, çîroka Seydiko bi şiklek din jî tê gotin, hûn dikarin ji dengê remezanê Botî pêşîyê guhê xwe bidin kilamê, di dawîya vîdyoyê de hûn dikarin guhê xwe bidin çîroka seydiko: Xanîkê Seydikê mine li pişt mizgeftê Xanîkê delalê dilê mi evdalê Xwedê li pişt mizgeftê Wele dotmama delal tê de rûniştiye weke ḧorîkê ve cinetê Wele sed pîroz û bimbarik bê, çiqa cilê bûkaniyê li bejna te tê Wele bavê te kore bê ev çi deval e, li derbê te tê Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano Şal û şapik wey bavo ji ber bû zava berano lo Xanîkê Seydikê mine li pişta cuwê Xanîkê delalê dilê mi ´evdalê Xwedê li pişta cuwê Wele îro sê roj e, Seydikê’m zava ye Wey xudêwo hunê bibine ser şiwê Delalê dilê mi birîndar e, hunê bibin bajarê vê Zaxoyê Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano Şal û şapik wey bavo ji ber bû, zava berano lo |
|
27.07.2018 11:16 ~11:17 |
xendekî
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |