Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 1 peyam
ez ê yekî bikujim

ez ê yekî bikujim
[ (0), (0) û ecêb (0)]

35. çend tirşikvan bo kesên ku nû dest bi xwendina bi kurdî dikin, pirtûka ez ê yekî bikujim pêşniyarî wan kirine.
ez ê yekî bikujim/80640
ez ê yekî bikujim/90400

xwendina romanê di destpêkê de? na loo. Here lînkê

ez ne bawer im ku di destpêkê de sebra xwînerekê bi romanê were. çîrokên ku li jor min lînka wî danîye (bnr: gurî), bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin. bi gotinên pêşiyan û biwêjan ve tije ye. ew çîrok gişt "çîrokên serpêhatiyên kurdî" ne, û kurte nin (çîrok kurte nin). bo destpêkê meriv dikare çîrokên wisa bixwîne. pirtûka birêz cewerî ne tenê li aliyê dirêjbûnê (roman dirêj in), ji ber ku bîna wergerê jî jê tê, bo xwînerên nû neqenc e. bi ya min, xwînerên nû divê qasî demek ji pirtûkên "wisa" dûr bin. ez ê yekî bikujim romanekî xirab filan nin e, baş e. di pirtûka cewerîyê de zimanê kurdî her çiqas li aliyê standardîzebûnê ve forsa xwe bikarîbe jî bavêje, kurmanciya wê ku li ber çavan e, ne kurmanciya gewr e. wekî min got, bîna wergerê jê tê. ez berhemên ku bi "zimanekî xweser û resen" hatine nivîsandin dikarim pêşniyarî xwînerên nû bikim. ewên din ne.

- te go çi?
+ min go "bîna werger".
- eh, mebêje lo?
+ willeh min go.
- ma te go mêrik birêz e.
+ erê, birêz e.
- ew ê çawa hem bibe birêz him jî bîna wergerê jê bê?
+ birêzekî wergerî ye. firat wergerî.
- ma ne eyb e tu wer dibêjî?
+ na, na ez heneka'xw pê dikim. bi rastî jî nivîskarekî biqîmet e. xwedê jê razî be.



2018.12.01-15:14 [guhertin:2019.03.21 13:13]| mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekîneya serkêş

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî