Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 16 peyam
    gangrena fournîer

    gangrena fournîer
    [ (0), (0) û ecêb (0)]

    1. cûreyeka nekrotîzan fasîît e. dema nekrotîzan fasîît li perîne, li herema perîanal, li organên genîtal ya derveyîn pêk were, navê wê dibe gangrena fournier. (navê xwe ji zanyarê ku ew bi nav kiriye, distîne: Jean Alfred Fournier-1764) di vê nexweşiyê de çerm, bineçerm û goştê ku nexweşî lê çêbûye, dimire û dirize. ji bo vê nexweşiyê gotina "nexweşiya ku goşt dixwe" jî tê gotin.di nava heftîyekê de xwe dide der û piştî ku êdî nexweşîyê xwe pêk anî, bi awayekî gelekî lezgîn bi pêş dikeve.

    zêdetir di zilaman de tê dîtin. eger nexweşiyên weke aîds, şekir, alkolîzm û nexweşiyên dil fîlan hebe, îhtîmala nexweşiyê zêdetir dibe. di lîteraturê de hatiye dîtin ku ji ber mastûrbasyona zêde jî derketiye holê: Here lînkê

    tedawîya wê debrîdman e, yanî cerrahî. divê di demeke herî kurt de ev der were vekirin û hemû raçînkên ku rizîne, ji laşê nexweş were dûrkirin. heta ku derê here, heta wê derê.. ger na, wê demê wê enfeksîyon bêtir bi pêş bikeve û bibe sedema mirinê. jixwe di vê nexweşiyê de rîska mirinê heta %40ê jî bilind dibe.

    min dîtiye ku ev nexweşî ji anûsê destpê kirî û heta singê nexweş çûyî. eger bi lez û bez neyê emelîyatkirin, serê her saetê wê hineke din goşt birize. rizalet e, him ji bo nexweş him jî ji bo bijîşkan. ji ber ku ji mehekî zêde pansuman jê re lazim dibe.



    2019.11.05-21:01 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên bi formula tu ewk î ez ewk im hatine çêkirin [1]
    ...
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim ...
    stranên bi formula tu ewk î ez ewk im hatine çêkirin [1]
    formulekî hêsan bi kar tînin lê dîsa jî bi giştî serkeftî ne. weke mî...
    di nav kurdan de kevneşopiya nexweşkirina navan [2]
    raşta ci, nêweşkerdişê nameyan nê. la belê kilmkerdişê nameyan o. m...
    ferhat pîrbal [3]
    Dibêj in demekî ji bo şermezarkirina Tirkiyeyê ew û çend çalakvan hat...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gangrena fournîer

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî