Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 77 peyam
eşîra goyan

eşîra goyan

6. eşîrik kurdona. tixwîvîn herêmo eşîri -j röjhilot ba röjovo va- j çemî xovîr heto çemî hîzil, -boşur-bokur- j kêlo spî heto kêlo memê ya. Herêm dmênit nêvbeyna Hekarî, Behdînon u Botan da.

Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî, minteqo Heleti (helet gundî ewil göyî lê nîştecih bîyîn) goy won wasto. Heç korwonî bâ won ra dobörî j' won ra gweht gowastoyî. Novî göyon j' gowastoyî tit, duvre bîya goyî, göyî.

Eşîro Göyon ne eşîrik êk silole ya. Ji gelik herêm u eşîron xelk hotîn nêv Göyon ketîn. Göyî nêv xwe da pênç qivîle w nîvin. Revangon, Mandgon, Qulovî, Repinî, Helolî. Mijînî yj Göyîn lê noguhin ti qivîleyn dî. Ew piçki cudoyn u ecêv in.

Göyî gelik dengîn kurmoncî da vadguhêzîn. A dkin O, hegî ne dengî ewil vit E dkin A, O dkin Ö, hegî ne dengî ewil vit B dkin V. J' pênç qivîleyn mezin çor dengî R nâmitkin, Repinî şxwa êkcor nobêjin R. Nobêjin bro, dbêjin byo. Lê wey şkevî în dî da Helolî dengî R ji binî ve xurt dbêjin. Gelik toybetmendî w kitekitîn muhîm în göyonî heyn. Ev cudohî mijoro tezik fîlolojîga.Devöko Göyon geli xweş u şîrîna. Xinyo wi î göyonî bizonit u fehm bikit.

Göyî civokin ne wey eşîrîn klasîkin. Oxo nêv wonda nîn. Lewmo nihö li kurdiston tu erk, tesîr u girîngîyo eşîron nemoya lê rêxistino civokî yo göyon hêj xurta.

Çan dengbêjîn novudeng în Göyon: Evdila Goyî, Elî Ehmed, Şefîq Bilehî, Nuredîn Koligî. Gövendîn won în geli xwaş evneyn: Emer Oxo, Çelê Xêrê, Şêxonî, Boblekon.

Göyî sê behrî xwa welotporêzin, solîn dowî ji sebebîn aborî w zextîn siyosî çetehî zêdebîya lê bes di tevgerîn niştîmonî da göyon xwa pêşyo hemyon ovehtîn nîfingo şêr da. Ş nêv xwa f hezoron pêşmerge w gêrîla rokirîn.



19.02.2020 13:32 ~2020.02.21 16:59 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşîra goyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî