Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 72 peyam
seîd yûsiv

seîd yûsiv

19. hunermendekî kurd e. di sala 1947an de li rojavayê kurdistanê bajarê qamişlo xwedê daye. bi sitranên xwe di dilê kurdan de cîh girtî ye. pir stranbêjên wekî şivan perwer, aynur doğan awaz û sitranên wî gotine. di jiyana xwe de carna kurdistan û turkeyê jî dijî. sala 2011an de di qenala trt6ê de (êdî trt kurdî ye) bernameya strana xwe bêje da endamek jûriyê bû. dawiya 2019an de nexweşiya giran lê peyda bû û nexweşxaneyek stenbolê de tedawiya wî hat dest pê kirin lê mixabin 26ê sibate sala 2020an de jiyana xwe ji dest da. cîhe te biheşt be şahê sitranbêjan.

beşek hevpeyvîna di trt kurdî sala 2015an da sihbeta li derbarê kilam nivîsîna xwe da mînakek wisa dide: dibêje; "rojekê ez dikana hevalê xwe ya qondra ya runişti bûm, min dît keçikek hat hindir. ji germa de singê xwe wekirî bû û wilo bejna xwe tewand qondra xwe girêda. ez jî li hember rûniştî bûm. min wilo... wilo yani firoşteka xweşik * dît.ez ne hêviya wê bûm lê çavê min lê ket. * xwediyê dikanê jî min nas dike, hevalê min e. dît ku lêvên min lebitî got willahî seîd yûsiv te sitran çêkir."
beşek ew sitrana çêkirî jî ji pêşkeşvanê re dixwîne.
sitran:
"min serê xwe rakir,
min dît dîlber di tewmiye
memkê wê dîhar kir
weke rêke l'nav du çiyan"
pêşkeşvan çawa dikene êca ^.^
( not: piştî 31:45ê de)

bername>>>




hinek sitranên populer>>

oy felek



can da



mala we li cem mala me ye



çawa tê herî




10.04.2020 06:19 ~2020.04.11 05:32 | de facto hozan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» seîd gabarî
» yûsiv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî