2. bi piranî dema ku nanê tenûrê tê çêkirin ji bo şîvê çend bacanên reş jî digel nên di tenûrê de dipêjin.. wekê din li cem me (bnr: cizîr) ji vê xwarinê re dibêjin bacanê şelikandî jî.. çêkirina vê xwarinê hêsan e.. pêşiyê bacanên reş di nêv êgir de dibirêjin paşê bacanên biraştî û pijayî diqeşêrin an spî dikin û navika bacanê ya ku hatiye qeşartin carinan bi kêr û kevçî û carinan jî bi dest hûr dikin û ji hev vediçirînin yanî dişelikînin û paşê wê navika bacanê reş di nêv dohnê sorkirî de cardin diqijilînin.. li gorî nefs û xwesteka dilî mirov dikarê sîrê kutayî jî tevlî vê xwarinê bike.. xwarineka havînî ye û li mala me bi piranî bi meyîrê re tê çêkirin.. |
|
23.06.2013 20:09 |
endazer
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |