Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 72 peyam
oblomov

oblomov

10. Di vê sibeha yekşemê de ji min nayê ji nav nivînê derkevim û ev bêxîretî ilya ilyiç anî bîra min. Min di sala 2005 de xwendibû. Min dîsa ser hevûdin roman xelas dikirin û gelek kêfa min ji vê çalakiya xwendinê dihat. Di wê kampê de min the monk who sold his ferrari, the da vinci code, the picture of dorian gray, istanbul a orhan pamuk û confusion of feelings a stefan zweig jî xwendibûn (ku heke ne şaş bim ev roman pêşîn bû, min pê çîrokekê ferdên lgbt xwendibû) Di dawiyê de dor hatibû oblomovê. Kêmzêde 200 250 rûpelên pêşîn ilya ilyiç di nav xwe de nîqaşekê dimeşand, gelo ji nivînê derkeve ya na. Heke ne şaş bim sê rojan jî ji nivînê yan jî odeya xwe ya razanê derneketibû. di vê navberê de gelek tişt difikirî, xeyal dikir û carek bo destmala ki di nav nivînê de winda bûye, bang zahar dikir ku bila bibîne û bide wî. Tembelî û bêxîretiyekê bêserûbin. Bi heyranî min ev roman xelas kiribû û piştî wê demekê dirêj min romanekê din nexwend û di wê emrê ceheltiyê de bi rastî ez ketibûm bin têsîra oblomovê tembel. Min nedixwest tiştek bikim, dev ji xwendinê berda û ji kar direviyam û hwd. Di esasê de di romanê de bûyerek tune ye. Ji serî heta dawî tembelî û bêxîretiya ilya ilyiç tê sêwirandin.

hejmara rûpelan zêde ye lê divê were xwendin, mirov pê poşman nabe.

Ps. Helbet min romanên jor bi tirkî xwendibûn. Min got, navên îngilîzî çêtir e lê pir ne pêbawer im.



20.02.2022 10:48 ~11:17 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» oblomov

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî