Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 55 peyam
malomestî bûn

malomestî bûn

1. melomestî bûn
Dema giranî dikeve ser meriv, meriv naxwaze tiştekî bike ji bilî razanê, jar, perîşan, şerpeze an jî melomestî dibe, dixwaze raze, baş hîs nake xwe.
Di hevoka “my mind is getting foggy”ê de rewşa melomestîbûnê vêgotiye.
Dibe ku mêjiyê merivan dibe mast, an jî mest, serxweş, dibe, ev jî derbirîna melomestî ye.

Di helbestek fêrîkê usîvî de derbas dibe.


Di xewnê de jî te ji bîr nakim, zerî,
Di xewnê de jî, xewna al û zerî,
Riya muhbetê hê diçe hevrazan,
Hê em siwar in li hespê bext û mirazan.

Hê ew sêra di pala çiyayê gund de
Li ber çavên min ne betal û winda;
We'de mîna mija wan bêlanan
Nenixamtiye xewnên min hêlanan.

Bêhna Çiyayê Qemerdaxê hê xweş tê,
Hêwa sibehê ji çavê te reş tê
Lîqelîqa kenê te hê tam e,
Di coyan re bûye xulîn û meqam e.

Û tewirî em hê pê de qest in,
Ji muhbetê jar û melomest in:
Û rûdinên em li rex newalê,
Serê min li ser çoka te zewalê.

Takrihanî tu li hafa gêlî,
Bi ser bedena min de xwar û mêl î.
Por û guliyên te yên zêrîn penc in,
Pencên tavê li ser sîngê min genc in:
û tiliyên te hê ew nermeba ne,

Baye nermik di porê min re şa ne.
Ramûsana ku te keremî min kir,
Dengê wê tê hê ji qefaya kêvir,
Li ber guhê min hela zingezing e,
Di dilê min de keser û hizing e.

Na, ji bîr nakim, te ji bîr nakim, zerî,
Di xewnê de jî, xewna al û zerî,
Riya muhbetê hê diçe hevrazan,
Hê em siwar in li hespê bext û mirazan.



20.12.2023 00:09 ~00:10 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
belki ev jî bala te bikişînin
» malomestî bûn
» bûn zibil

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî