Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    gromît

    gromît
    [ (0), (0) û ecêb (0)]

    1. fîlmeke karton bû ku hê di wextê med tvyê de bi dublaja kurdî dihat weşandin.

    navê wê ya rastîn wallace & gromit e.

    wê demê me bi kêfeke mezin temaşe dikir, him jî bi mal û êl

    lê çiqas min lê geriya jî min kurdiya wê înternetê de peyda nekir.

    heta min carekê ji roj tv jî xwest lê bersiv nedan. xwezî dîsa hebûya.



    ---spoiler----

    di sahnekê de gromît û xwediyê wî li ser trêna pêlîstok bêkontrol diçûn, xwediyê wî jê re dida ber qîran gromît netirse ez li paş te me!!

    ev sahne û sahneya ku dema penîrê wan xelas dibe û li heyvê dinêrin û dibêjin "her kes jî dizane heyv ji pênîr hatiye çêkirin" û biryar didin ku herin fezayê, sahneyên ku aqlê min de mane, ne.

    weke din dema penîrê wan xelas bûyî, perê wan jî ez bawer im qediya bû û zilamê xwediyê gromît digot "ji ber deynên me serê me di nav xelkê de şûr bû" bi vê hevoke me hemûyan cara ewil bêjeya "serê yekê nav xelkê de şûr bûn" bihîstibû.

    ---spoiler----



    neyse xwezî destê kesekê de hebe û bêje aha ji te re...



    2013.07.08-16:57 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşik translate [1]
    bahis oynamak bi kurdî şert girtin e. li cem me wisa tê bikara...
    lîstikên zarokan [3]
    Hopanê, hopanê
    Kejiya min a panê
    Avêt gola hanê
    G...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê de...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xw...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [3]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gromît

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî