Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    50 mijar û 86 peyam
    sînê

    sînê
    [ (1), (0) û ecêb (0)]

    1. kurteya navê sînemê û kurdiya navê resmî yê bajarê senendeca rojhilatê kurdistanê.. û her wiha navê straneka xweş ya koma wetan ku yekem koma muzÎka rockê ya bi kurdî ye.. stran heta niha ji aliyê koma rewşen û serap sönmez û nilüfer akbalê ve jî hatiye gotin.. di versiyona nilüfer akbalê de nûansek biçûk heye, tê de kurdistan dibe gulistan..

    li gorî min xweştirÎn û serkeftîtirîn strana koma wetan e.. û heta niha tu kesî nekariyê bi qasê koma wetan ji heqê vê stranê de derkeve.. û her wiha bi rist û rêzikên xwe yên wekê birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê û dihebînim mîna ziyaretê navê sînê ve jÎ mijara sereke ya mijara rêzikên bêhempa yên stranên kurdî ye..



    gotinên stranê:



    Were Sînê

    Were Sînê lê, Ez heyrana çavê te me

    Heylê Sînê...

    Were Sînê lê, Ez birîndarê bejna te me

    Heyra minê



    Tu kubar î lê, Mîna kevoka çîl û qerqaş

    Rûbarê hewê...

    Tu bedewî lê, Mina kulîlka nava çimanê 'eşîretê

    Dihebînim mîna ziyaretê navê



    Sînê

    Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



    Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê

    Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê

    Tu bizanbe ez tu car ji bîr nakim navê Sînê, Rûbarê dinê

    Birîndar im ez, were Sînê , were Sînê...

    Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê

    Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



    gotin û mûzîk: kerem t. gerdenzerî ( xal û nîşana li ber t yê çi ye, tê çi wateyê ez jî nizanim..)



    koma wetan: http://www.youtube.com/watch?v=IAd9K5HA7ik

    koma rewşen: http://www.youtube.com/watch?v=vSRFL_aqz00

    nilüfer akbal: http://www.youtube.com/watch?v=DozGeLWaPUA

    serap sönmez: http://www.youtube.com/watch?v=BgHNldmrFv0



    2013.12.28-04:54 | endazer

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hefsar [1]
    navê romana hesenê metê ye ku dixwînim. Ji ser hefsarekî çîro...
    xendekî [2]
    yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye. pirî caran nexuya ye lê ...
    keçik çi dixwazin [1]
    xalê min Erich From, Sigmund Freud,Carl Gustav Jung, Rollo May Nisan b...
    keçik çi dixwazin [1]
    pirsa ku wek jineke ez jî bersiva wê nizanim. lê xwestekên herkesî c...
    quzhesin [1]
    peyva ku cara yekem min di pirtûka helîm yûsiv ya bi navê (vbn...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sine

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî