1. di mîtolojiya yewnanî de navê qralekî ye.. sîsîfos ji ber ku raza zeusî lê anîbû der û li xelkê belav kiribû ji aliyê zeus û qralên din ve hatibû cezakirin.. li gorî vî cezayî sîsîfos divê heta hetayê li cîhana binerdê kevirekî mezin bibe û bigindirîne heta serê kimtê girekî bilind.. dema ev kevirê mezin digihe serê kimtê girê bilind ji destê sîsîfosî difiştiqe û dixişike xwar û sîsîsfos çarneçar dîsa vedigere cihê xwe yê berê û kevirê mezin dîsa û dîsan gêr dike û dibe heta serê kimtê girê bilind.. ev ceza û mehkûmiyeta sîsîsfosî heta hetayê berdewam e.. ji ber hindê di îngîlîzî de ji bo karên beredayî û angarya û hemalî sisyphean tê gotin.. |
|
10.07.2013 13:51 |
endazer
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |