Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
pirsên asta yekemîn a zimanê kurdî

pirsên asta yekemîn a zimanê kurdî

5. pirsên min ji bo çend xwendekarên xwe amade kirine:



1) Di benda jêrîn de lêkeran destnîşan bikin û lêker li gorî kîjan rawe û demê hatine kişandin binivîsin.



Her havîn ez û malbata xwe, em diçin gund. Vê havînê dîsa ji bo ku em herin gund em amadekariyên xwe dikin. Bavê min ji bo tiştên xwarinê bikire çûye marketê, diya min li aşpêşxaneyê kulîçeyan çêdike. Ez jî ji bo ku xatirê xwe ji hevalên xwe bixwazim derketim ji derve. Ji bo ku em ê herin gund ez gelekî biheycan im. Ez ê li gund, di birkê de xwe bikim av, ez ê bi xwuşka xwe re derkevim serê gir û em ê ji bo diya min nêrgizan biçinin. Xwezî bapîrê min jî niha sax bûya û ew jî bi me re hatibûya gund. Bû êvar, divê ez zû vegerim malê û çentê xwe bidim hev heyna bavê min ê hêrs bibe. Divê ez li xwe miqate bim, duh êvarî li ser riya malê, kûçikekî êrîş bire ser min, min jê re got, bisekine lê nesekinî, ez jî pê çovekî ketim pey.



2) Lêkerên jêr li gorî lêkerên gerguhêz û negerguhêz dabeşînin û her lêkerekî di hevokekî de bikar bînin.



Êşîn, vereşîn, dabeşandin, bikar anîn, jê kirin, melisîn, hûnandin, çêkirin, vala bûn, têk çûn, vegerîn, kor bûn,



3) Lêkerên li jêr li gorî hemû deman her yekî di nav hevokeke nimûneyî de bi awayê hevoka erênî, hevoka neyênî û hevoka pirsê ya erenî û neyênî binivîsin. (Kirde bila hûn bin.)



birin, fêhm kirin, çandin, rabûn, hilhatin.



4) di hevokên jêrîn de;

a) lêkerên di hevokan de li gorî kîjan demê hatine kişandin binivîsin

b) raderên lêkeran binivîsin.

c) hemÛ hevaokan wergerînin Tirkî.



Dema ez diçûm dibistanê, Cizîr wekê gundekî bû.

Eger min ne xwendibûya niha min şivantî dikir.

Bêrîvan ew qasî spehî ye, mirov guneh dike lê binêre.

Gotibû ez ê bêm, ez heta nîvê şevê li bendê mam, nehat.

Here jê re bêje, bila hêviya xwe jê qut bike, di mala xwe de rûne.

Di hemû ferhengên min de wateya bextewariyê vala hatiye hiştin.

Oqyanûs min qewl kirine ji bo azadiya te ey welat!

Xwezî lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî ji me xewnên mîrekî.

Xwudê giriya, baranê destpê kir.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin, tên.

A ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e.

ji alfabêtan tîpek kêm dibe, gava ku dimirim.



5) 20 peyvên Kurdî yên di bîra xwe de binivîsin. (Peyvên di nav pirs û bersivên ezmûnê de ne lê ne)



11.03.2014 09:32 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên di derheqê tirsik.net'ê
» asta şêwaza tirşikê
» yekemîn rêzefîlma kurdî
» zimanê suryanî
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî