1. Hexamenişî anko Exmînî (herwiha di tewratê û hin çavkaniyên din de de weke Medopersî tê zanîn) (559 b.z.–338 b.z.) navê împeratorî ya mezina neteweyên îranî bûye ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên îranî, med anko Mîdiyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Demezrênerê Hexamenişiyan Kûrûş bû. Di dîroka kevin da ew emperatorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt afxanistan û pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên deryaya reş, li rojava digehişt tevaya anatolya û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, sûrî, ordin, libnan, felestîn, israîl, nîvgirava erebistanê, misir û parek ji welatê lîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 milyon kîlometirên çargoşe bû. |
|
27.05.2014 12:02 |
xwelî li ser
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |