3. ferhengeke erebî kurdî ye ku ji aliyê ehmedê xanî ve ji bo zarokên kurdan bi awayekî menzûm hatiye nivîsandin. seydayê xanî sedema nivîsandina vê berhemê wisa diyar dike:
ne ji bo sahib rewacan
belkî ji bo biçûkêt kurmancan
wekî ji quranê xelas bin
lazim e li sewadê çav nas bin
da bi van çend reş belekan
li wan tebîet melekan
derê zihnê vebîtin
her çî bixwînin zehmet nebîtin
* sahib rewac: kesê ku lûxetê wî qîmet sitendiye ango miletê wî bûye xwedî dewlet, zimanê wî bûye zimanê fermî, weke tirk û ereban
* reş belek: bêjeyên ku bi hibra reş hatine nivîsandin û kaxizê spî bi wan belek bûye
berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên "qite" û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. di vê berhemê de seydayê xanî bi tenê zarokan hînî ziman nake, di serê her qit'eyê de şîretekê jî li wan dike:
heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
di dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne merûf
xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a 'erûzê 7 pêlawazên ku munasibê
helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: recez-hezec-remel-mudari'-besît-serî-muteqarib. bi vî awayî behrên erûzê yên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi zarokan dide jiberkirin:
ey ku te kibrê daim kirye ji bo xwe merkeb
ewwel tu "bê" bike "yê" paşî bigêre merkeb
mef 'ûlû fa'îlatun mef 'ûlû fa'îlatun
çi xweş wezn e bê melal e ger bit mudari' exreb
* merkeb: tiştê ku mirov lê siwar dibe
* ewwel bu tu "bê" bike "yê": heke tu "bê"ya ku di bêjeya "kibr"(&lîbîdo/65244;&/65170;&şorika xwe xwarin/65198;)ê de ye bikî "yê" wê bibe (&lîbîdo/65244;&musa herdem/65267;&xewle/65197;) yanî "kîr". gelek feqî û mela vê bêjeyê wek "zeker" (penîs) dipejirînin û dibejin seydayê xanî di vir de îronî kiriye. lê bi ya min ew "kûr" (kûra hedadan) e. çawa ku tê zanîn di devoka hekarî (her wiha botan û behdînan) de dengê "û"yê carinan vediguheze "î"yê (mînak: bûk > bîk) û ev metafor jî "dojeh"ê îşaret dike. wate, kesê ku li dinyayê merkeba wî kibr, fexr, pozbilindî û bitrî be, li axretê merkeba wî wê agirê pufdayî be ku agirê dojehê ye, lewre cizayê kibrê agir e. çawa ku pêxember eleyhîsselam dibêje, "kesê ku di dilê wî de bi qasî zerre kibr hebe naçe bihiştê".
|