Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 61 peyam
zilan odabaşı

zilan odabaşı

1. lîstikvaneka sînemayê ye. sala 1988an li îzmîrê ji dayîk bûye, bavê wê kurdê ji amedê ye û diya wê jî tirka ji îzmîrê ye. wekê hemû melezên li ser rûyê erdê spehî û levhatî ye. çend roj berê min navê wê di nav nîqaşeke li ser eksisozlukê bihîst, zÎlan xanim di barekî de liqayî lîstikvaneke tirk ê bi navê ahmet nizanim çi tê û di navbera wan de nexweşiyeke devkî çêdibe, ew jî tê û vê nîqaş û nexweşiyê di eksisozlukê de dinivîse, paşê nav û nasnameya wê ya eslî bi awayeke îfşa dibe filan. ya ecêb di ekşiyê de heta ku nasnameya rastî ya zîlan xanimê îfşa nebûyî hema bêje herkesê di ekşiyê de di nîqaşa di navbera wê û lîstikvanê tirk de heq dida zîlan xanimê lê çi gava nasnameya rastî ya zîlan xanimê îfşa bû û derket holê ku kurd e û kurdeke xîretkêş e, pirraniya nivîskarên di ekşiyê de vê carê heq dan lÎstikvanê tirk û berê rexne û heqaretên xwe dan ser zîlan xanimê.

min li ser înternetê navê wê da ber ger û sorfê, li gorî netîceyê; xanim cara ewil di fîlmeka kurdî bi navê qirêj de leyîstiye û pê re jî di gelek rêzefîlmên tirkî de leyîstiye, di rêzefîlma mem û zînê ya li ser trt şeşê di/hat/iye weşandin de jî rola zîna zêdan lehîstiye lê paşê ji devê nûçeyên medyaya tirkî yên li ser înternetê ji ber kaprîsên wê ji seta rêzefîlmê hatiye qewirandin. di hevpeyvîneka xwe de dibêje ku ji bo bielimim kurdî diçim kursa kurdî û dîsa di nav xeyalên xwe yên siberojê de gotiye eger fîlma leyla zanayê bê çêkirin min gelek divê tê de cih bigirim.



hesabê wê yê twitterê; https://twitter.com/zilanodabasi (ji zû de ye ne çalak e)

hesabê wê yê eksisozlukê; https://eksisozluk.com/biri/mademoiselle



û dawiya dawîn; zîlan xanim eger van rêzikên min dixwîne dev ji ekşiyê berde vegere mala xwe.



26.12.2014 03:01 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» zilan odabaşı

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî