11. ji ber ku darî televîzyonê nakim ji zû de ye xebera min jê tunebû lê gava dî li ser youtubeê min darî çend beş ji bernameyên muxtelîf yên li ser vê kanalê kirin, kêfa min jê re hat, li gorî rojên pêşiyê kurmanciya kanalê baştir bûye, bernameyên wê yên nû jî pir baş in.. tê bîra min li ser roj tvyê bernameyeka ehmed huseynî hebû, camêr li ber ronkayeke gewr û li paş fona mûzîkeka klasîk behsa helbest û wêjeyê dikir, bavê min jî ligel ku wekê nefsên dî yên malê tu tişt jê fêhm nedikir lê ji bela ku bi kurmancî ye bi kotekî vekirî dihêlişt.. gava dî dema min darî beşeka bernameyeka têra xwe rohnî û mijara wê têkilÎ jiyana rojane a xelkê kir ew bernameya ehmed huseynî hat bîra min.. bila kes dilê xwe negire û wekê tirkên kemalîst meselê neyîne sêhra ne ji roj tvyê bûya te nedizanî bavê te kî ye.. mebesta min ji vê peyamê ne berawirdkirineke siyasî û îdeolojîk e.. |
|
14.01.2015 01:15 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |