1. madem endazer beg dibêje kurdên anatoliya navîn qebûlkirin û piştrastkirina dagirkiriyê ye, em jî mijarê wiha vekin. Kurdên ku li gundên çend navçeyên Qirşehîr, Qonye, Enqere, Aksaray û Yozgatê belav bûne ne. Ew kurdên ku 200-500 sal berê ji Kurdistanê çi bi dilê xwe, çi ne bi dilê xwe bi wir ve koçber bûne û li wir ji xwe re cih û war danîne ne. Ji her beşên Kurdan nimûneyek, Şêxbizinî, Kurmanc, Zaza li wan deran belav bûne. Lê bi pirranî Kurmancên ku bi devoka Semsûrê/Meraş/Entab deng dikin in. Bi sedsalan berê ji Kurdên Kurdistanê qetiya bin û pê re zêde danûstandin tunebe jî, hîn 300-400 sal şûnde jî bikaranîna eynî biwêj û peyvên ku li Semsûr-Meraşê tên bikaranîn, neguherîna zêde ya di zimên de, tiştekî ji min re pirr hêjayî balkêşiyê ye. |
|
19.05.2015 22:45 ~22:52 |
fethî ronî
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |