Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 36 peyam
kovara roza

kovara roza

2. nûçeyek di derheqe Kovara Roza'yê de.



ROZA YEKSALIYA XWE PÎROZ DIKE!

Kovara Roza ya ku ji aliyê xwendevanan ve tê derxistin, di 4’ê Nîsana 2014’an de dest bi weşanê kir bi hejmara xwe ya 6’emîn a nû ve bi naverokeke dagirtî derdikeve pêşberî xwendevanên xwe û yeksaliya xwe pîroz dike

Kovara Roza ya ku di Nîsana 2014’an de di roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest bi weşanê kir di 4’ê Nîsanê de saleke li pey xwe dihêle.

Kovara ku bi keda xwendevanên welatparêz ên Fakulteya Ziman û Dîrok-Cografyayê (DTCF) ya Zanîngeha Enqereyê ve tê derxistin feraset û felsefeya çand û hunerê ya Tevgera Azadiya Kurd di xeta weşanê de esas digire.

Kovara ji du mehan careke derdikeve pêşberî xwendevanên xwe cih dide helbest, çîrok, ceribandin, karîkatur û nivîsên xwendevan, girtiyên siyasî û derûdorên cuda.

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê ya Kovara Rozayê Mehmet Salîh Erşari der barê armanca wan a derxistina kovarê ku dî 4’ê Nîsanê de bi hejmara 6’emîn ve yeksaliya xwe pîroz bike de agahî dan û wiha got: “Fikra me ya derxistina kovarekê ya li DTCF’ê digihêje beriya çend salan. Berê jî hewldanên me çêbûbûn. Du caran me hewl da ku kovarê derxînin lê ji ber girtinan ev hewldanên me nîvco mabûn. Ew hevalên ku me bi wan re plansaziya derxistina kovarê kir, niha her yek ji wan li deverên cuda ne. Ji van hevalan du jê bi taybetî divê em bi bîr bînin. Heval Emel û Fatma ango Emelê û Fatê ya me, niha ji me gelekî dûr in. Her du jî du mirovên bedew ên ku dan pê xeyalên xwe bûn. Ew ji me yên herî baş bûn. Ne di nav diwarên vê zankoyê de, ne jî di vî bajarî de hilnehatin. Ew li pê rêya wan kevokên ku wan pir ji wan hez dikirin ketin. Heke em ji aliyê hestewariyê ve lê binêrin, ev kovar bêtir jî hewldana berdewamkirina karê wan ê nîvcomayî ye.”

ROZA; ZAYÎNA ROJÊ

Erşari der barê wateya navê kovarê de jî agahî da û got ku “Roza” peyveke bi kurdî ye û tê wateya bicihanîne bûyera zayîna rojê. Erşari axaftina wiha berdewam kir: “Roj, zayîna xwe bi cih tîne, ronahî û enerjiya di hundirê xwe de dide der. Em di demsaleke biharê de derdikevin. Me di 4’ê Nîsanê de dest bi weşanê kir. 4’ê Nîsanê bi rastî jî ji bo kurdan roja rojbûna Rojê ye. Piştî tarîtiya bi salan, Roj di rojeke wiha xweş de bi hemû sorgeveziya xwe tîrêjên xwe bi axa Kurdistanê ve berdide. Çiyayekî bi jîndariya vê ronahiyê zaye, piştî salan vediguhere Roja Gelê Kurd. Niha jî bi ronahiya vê Rojê, gelê kurd ber bi azadî û serfiraziyê ve dimeşe. Belê, di 4’ê Nîsanê de ji bo kurdan Ro-za.”

KOMUNA ROZAYÊ

Erşari got ku wan xebatên xwe bi hev re bi awayekî komunal dane meşandin û wiha pêde çû: “Me baweriya xwe pê anî ku ji ber pêwîstiya sepandina paradîgmaya Rêbertiyê, xebateke bi vî awayî divê bi feraseta komunê bê meşandin.” Erşari da zanîn ku wan bi hevalên ku ji bo derxistina kovarê hatine cem bi hev re “Komuna Rozayê” ava kirine. Erşari bi gotina xwe ya “Ew hevalên ku di xwendin û belavkirina kovarê de keda wan heye, yên bi fikr-rexne û pêşniyarên xwe piştgirî dane me, yên di zindanê de bi nivîs û dilên xwe yên bedew û geş tim li cem me sekinîne, hemû yekîneyeke vê komunê ne” agahiya kovarê çawa derdixin da û diyar kir ku bi piştgiriya hevalên wan ên di girtîgehê de ne û di berdewamkirina kovarê de ked û bandora wan gelekî mezin e.

JI ŞIRNEXÊ TA EDÎRNEYÊ

Erşari got ku ew xwe wek perçeyekî Tevgera Azadiya Kurd dibînin û xeta Tevgera Azadiya Kurd, felsefeya wan a jiyanê û feraseta wan a çand-hunerê ji xwe re esas digrin û wiha berdewam kir: “Heke em karibin di têkoşîna azadiyê de bibin misqalek, dilopek ev cihê kêfxweşiyê ye.” Erşari destnîşan kir ku kovar digihîje bajarên Kurdistanê yên wekî Amed, Êlih, Şirnex, Wan, Gever, Dêrsim, Meletî, Mêrdîn, Nisêbîn, Qoser û Cizîrê, ji bajarên Tirkiyeyê jî digihîje Enqere, Stenbol, Îzmîr, Eskîşehîr, Mugla û gelek bajarên din û bi gotina “Ji Şirnexê heta Edîrneyê digihîje bi dehan zindanan jî” axaftina xwe bi dawî kir.

Li hemberî çanda popüler a pergalê

MEHMET SALÎH Erşari diyar kir ku Roza di heman demê de li hemberî çanda populer a ku ji aliyê pergalê ve tê spartin disekine. Erşari anî ziman ku li dora kovarên piyaseyê derdorên bijare tên afirandin, li hemberî vê yekê di qada çand û hunerê de hejmara weşanên alternatîf bi sînor e lê Roza ji bo xweanîna ziman nifşên ciwan vediguheze qadeke alternatîf. Erşari bi lêv kir ku ew girîngiyê didin zimanê kurdî û hewl didin zimanê kovarê heta ji dest bê bi giranî bi kurdî be.

ENQERE – DÎHA



25.08.2015 12:19 | roj agir

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [2]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
ali çeven [2]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
yeni turku [1]
herî zêde strana wan ya "olmasa mektubun" li ber dilê min şî...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara hawara botan
» roza

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî