89. nivîskarê dibêje ku ez êdî xelatên xwe diyarî tirşikvanekî din dikim, tenê bila tirşikvan dev ji ruhê min berdin. pirtûkek biçire buhayaya wê 30 dolar e ku mirov dikare peyda bike û bide.
ez bi xwe van tişan merq dikim, ya dî ez dixwazim bizanim ev namzet kî ne û eger tirşikvan bikarin zanîna xwe bi kar bînin û alîkariya min bikin ku em wan binasin dê çêtir be.
eger hinekî mentiqê mirovî hebe dê bizane ku nivîsên wisa him rê vedike ku bi girêdanan mirov agahiyan bi hev ve girê de û bihêle her kes beşdarî mijaran bi agahiyên "biçûk" bibe ya dî di lêgerîna googleyê de, tirşik dê derkeve pêş û ew kesên li van tiştan digerin, peyda bikin.
ez dixwazim ku gava yek li gû jî bigere, bi kurdî bigere û ne "bok"a tirkan bixwe û wê binivîse.
mesele ku em bikarin mejiyê xwe bikin kurdî, yana ez ya rastî bibêjim, pirraniya tiştên ez dinivîsim ji min re ne giring in û ez guh jî li wan nakim lê eger em bên û zanînê binivîsim, ez bi xwe nikarim binivîsim lê di vê ferhengê de yek kes tune ku bikare binivîse.
zanîna we çi ye? ne ez zana me, ne hûn! min hîn yekî zana di nav kurdan de nedîtiye, ji xwe eger zana hebe, gelek tiştên giringtir hene ji nivîsên vir.
anku ez serên we guhdaran neêşînim lê ez îro aciz im û zêde neyên bi ser min de, ne ku ev tehdîd e ne jî tiştekî din e, tiştekî normak e lê ez bi xwe ji xwe û ji kurdan û kurdistanê gişî aciz bûme û belkî ez nema binivîsim jî.
(bnr: ez di qula kurdistana mezin nim heta di ya biçûk re derkeve)
(bnr: nivîsên hêja yên xwendinê ku nivîskarên tirşikê bi xwe nivîsîne lê ne copy-paste kirine.)
(bnr: aqilê sivik, barê giran)
|