1. melayê batê an bi navê xwe yê din mela hisênê bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê zeynelabidin zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî evdireqîb yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e. Dibe ku navê wî "Hesen/Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.
Ji jînenigariya wî, tenê tê zanîn ku ji eşîra ertoşî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li Colemêrg gundê Bate hate veşartin
Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:
Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî)
Dîwana Bateyî
Destana Zembîlfiroş
Perçeyek ji meqele Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan dibêje :
Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e.
Li gora tiştê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
''Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beşer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm
Dinê me kir kamil û nî'met temam
Ya'ni da me Ehmed û Darusselam
Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal
Bê heval û bê misal û bê zewal
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”
|