Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê

pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê

1. Pêşniyarên ku çend sal berê ihtimal e 2012 be, min li ser kaxizeke nivîsîne, îro dema min xwest berê xwe bidim pirtûkekê ku zû de ye min devê wê venekiriye, lê rast hatim, ji pêşniyazan bêtir ew motîvasyon û halê ku wê demê ez tê de bala min kişand û ez dam ber pêlên ponijînê, di çar salan de wekê ku çil salan min emr kiribe.

Ew pêşniyaz an bi kurmanciya min a wê demê pêşniyar ;)

- Li her bajar û navçeyekî bi hevkariya hemû sazî û rêxistinên kurdî (hizb ferq nake) ji bo Kurd di hemû qadên jiyanê de kurdî bikar bînin kampanyayek dorfireh bê duristkirin.
- Esnaf û dikandarên bi kurdî dizanin bila stîlên bi kurdî bi vîtrînên dikanên xwe ve bikin.
- Bila şaredarî kampanyayekî çêke û soza alîkariya aborî bide j bo wan esnafên ku dixwazin tabelayên xwe û reklama dikan û berhemên xwe wergerînin kurdî
- Bila wê hişmendiyê li nav xelkê bigerînin da xelk li mekteban ji bo zarokên xwe “dersa kurdî ya hilbijarte” bixwazin.
- Bila weşanxane buhayê berhemên xwe erzan bikin.
- Bila hemû sazî û rêxistinên kurd û yên biyanî yên li Kurdistanê zimanê sereke yên malperên xwe yên li ser înternetê bikin kurdî.
- Li bajar û navçeyekî bi destê sazî û rêxistinên kurd ji bo hemû ast û Çînan kursên kurdî bûn duristkirin.
- Ji bo berhevkirin û çapkirina berhemên folklorî yên li ber wendabûn û jibîrçûnê fonek bê veqetandin.
- Ji bo çêkirina ferhengeke standart fonek û komîteyek ji zimanzanan bê avakirin.
- Ne tenê sazî û rêxistin û şaredariyên di destê HDP’ê de divê hêvî û daxwaz ji sazî û rêxistin û şaredariyên di destê partiyên din jî daxwazkirin.
- Divê di bikaranîna zimanê kurdî de giringî û pûte bi hevoksaziyê bê dayîn.
- Di hemû kanalên kurdî de kurmancî soranî û Zazakî bi hev re bûn bikaranîn.
- Ji bo axaftinên herêmê yên devokî divê jêrnivîs bên danîn.
- Ji bo şîrketên kurd reklamên xwe bi kurdî çêkin teşwîq û alîkarî.
- Herkes li gorî kar û pîşeya xwe dokumentên berdest wergerîne kurdî.
- Divê kurdî ji bin tekela edebiyatê bê derxistin û li cih û warên din yên Jiyanê jî bê tefsilandin.

Here lînkê



01.04.2017 21:38 ~21:45 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê
» nûdem hezex
» avakirina kar
» zimanê rûsî
» kurdîstan aktuel
» navûniçik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî