153. hama xwudê ji te razî be patron, hewldana te jî besî min e heyra* |
|
05.04.2015 13:58 |
ferhenga şikestî
|
154. gotinên strana li jorbehs hatî kirin min jî (yên min fêhm kirî) li hinek deran geriya lê bawerim hebe jî bi tîpên erebî hatine nivîsîn loma tu encam derneketin. hêvîji tirşikvanên ji başur... |
|
05.04.2015 14:17 |
azadixwaz
|
155. destbirako bise ka ez herim Amedê (niha li Cizîrê me) ez ê hewl bidim ka ev kîjan stran e, û gotinên ji te re peyda bikim. lê hinekî sebir bike * |
|
05.04.2015 14:30 |
xendekî
|
156. xwudê ji we tevan razî be yahû, tê heye du meh e ku min hêş û aqil xwariye li pey şopa vê stranê* |
|
05.04.2015 14:31 |
ferhenga şikestî
|
157. Ji "rewşa te çawaye?" bêtir îfadeya "tu bi çi rewşê de yî" bi min hişkurmancîtir hat. |
|
05.04.2015 15:45 |
ervah.azad
|
158. ez peyvên wê strana bi tîpên erebî li google û duckducgoyê geriyam, lê encameke jî derneket. min jî gelek meraq kir, ka navê wê çi ye, ecêb! |
|
05.04.2015 16:41 ~16:41 |
biruya hayao miyazaki
|
159. gelo strana min nehat peydakirin? :( |
|
07.04.2015 20:17 |
ferhenga şikestî
|
160. ez bawerim koma bêsinor disitrîne lê navê stranê nizanim. |
|
07.04.2015 20:22 |
remlavêj
|
161. destbirako min nego bihêle ez herim Amedê ez ê ji te re her tiştî derxim. |
|
07.04.2015 22:14 |
xendekî
|
162. naxêr remlavêj ne ew e..spas.. |
|
07.04.2015 22:22 |
ferhenga şikestî
|
163. erê tune ye, di youtubeyê de jî nîn e. ka bise hinek din jî sebir bike ez ê ji te re gotinên wê jî peyda bikim * |
|
07.04.2015 22:25 ~22:26 |
xendekî
|
164. Facebooka Chia Madani: Here lînkê |
|
07.04.2015 22:27 ~22:45 |
remlavêj
|
165. (bnr: xendekî) yahû tu camêr î, zilam î bi xwedê!!! |
|
07.04.2015 22:29 |
ferhenga şikestî
|
166. @remlavêj te çeppikek kurdewarî ji min stand ;) û xendekî tu jî |
|
07.04.2015 22:36 |
ceso
|
167. ez jî weke tirşikvanekî ji bo ked û hewldana wî sipas dikim. ez jî hema hema qasê ferhenga şikestî kêfxweş bum. destê te sax be birako! |
|
07.04.2015 22:38 ~22:41 |
azadixwaz
|
168. piştî lêgerîna min a wê rojê, kurmekî tuj di hundurê min de digeriya. welle tu ji min jî tu çepikekî dilgerm histend. mala te ava * |
|
07.04.2015 22:46 ~22:46 |
biruya hayao miyazaki
|
169. ez saetekî ye li binê mijara nijadkujiya ermenan dinivîsîm û min ê tam nivîsê bi rê bikirana lê tirşik ez ji malparê avêtim û nivîsa min jê çû. niha dikim bigirîm. hewar e lawo... ez jî ketim ber bayê komkujiya tirşikê. |
|
12.04.2015 21:55 |
ceso
|
170. ji ceso re: ger nivîsandina ye zêde dem girtibe, carina tiştên wisa dibin. lê bêyî ku tu bikevî kelecanê, te tenê pêl bişkojka "back space"/vegere bikiriya ez dibêm wê nivîs dîsa derketa pêşberî te. helbet ev girêdayî geroka înternetê ye jî. lê di chrome browserê de wisa problem çênabe. |
|
12.04.2015 22:17 |
simurg56
|
171. haya min jê heye lê bextreşiya min ew e ku ez bi tabletê ketibûm tirşikê* |
|
12.04.2015 22:26 |
ceso
|
172. hevalno dostno ji min re alikariya hevalekî dimilkîzan lazim e. Dê nêzîkî 50 gotin û peyvan ji kurmancî wergerîne dimilkî. Di nav van gotinan de tenê yeka dirêj heye nêzîkî 50 kelîmeyan dihewîne. yên din kin in ya herî dirêj 18 kelîme ye û nêzîkî 15 heb jî tenê kelîmeyek e.. |
|
15.06.2015 00:49 |
mergehez
|
qirkirina ergatîvîteyê [4] |
|
keratoprotez [1] |
|
horhorik [1] |
|
amedspor [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |