Ferhenga înteraktîf
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(415) (69) (124)
di mijarê de bigere
tirşik-tirşik forûm

673. Cewab -> tirşik forûm/108715

Merheba karê înşeatê êdî li Tirkiyê kete xwarê, devdorên min lê dinêrim şîrket û kesên înşeatê dikin neketine tengasiyê tune ye. Xanî nayên firotin, karên ku şîrketan dikin wekî rê, mekteb, pira bajaran nikarin pereyên xwe ji şaredarî û saziyên dewletê bistînin.

Tirkiyê nava krîzeke mezin e, ev krîzek ekonomîk, civakî, siyasî ye êdî kîngê xilas be yan jî xilas nebe bellî nîne.

Tirkiyê Welateke xweyî petrol, gaza xwezayî, komirê hwd. nîne. Û tiştek jî çênake loma ekonomî pereyên ji derve were ser piyan disekine, demokrasî, hiqûq, asayîş, îstiqrar nebe pere jî nayê, pereyên ku ji welatên Ereban dihatin êdî nema, pirsgirêka kurdî nehate çareserkirin loma krîzeke berê wê nayê texmînkirin li ber Tirkiyê disekine.

Evana fikrên min e ji te re:

heke şîrketekê bibînî ewana ji te biherin boyî projeyên xwe yê înşeatê welatên bîna Afrîkayê, Rûsyayê here li wir 5-6 sal bixebite, him pere dikeve destê te, çaxa tu dizivirê welêt dikarî ji xwe re bizewicî, erebê bistînî, xaniyekî bikirî, sermiyaneke top bikî, him jî zimanê te yê îngilîzî, Frensî, erebî, Rûsî kîjan be pêş dikeve, vîzyona te firehtir dibe, aliyekî din tu rojevê Tirkiyê xilas dibî

Yan jî karê xwe yê avahîsaziyê berde (li wan welatên pêşketî de plan û projeyên înşetan êdî gelek hindik mane) here Amerîkayê, Kanadayê yan jî hin welatên Ewropayê li wir ji xwe re ji serî de her tiştê dest pê dike jixwe tu gêncê her tişt ji destê te tê.



19.11.2018 20:34 ~20:32 | mîr

674. Ji bo vê tirşik forûm/108733 bersivê û pêwendiyê gelek spas her hebî kek mîr.

Bi rastî derketina derveyî welat pir bi sext e bo min. Zimanê biyanî bi îngilîzî jî tê de nizanim. Ji xeynî sê stajên min kardariya min jî nîn e. Heke ezê hinek li deverekî kar bikim ji ecemitiyê xwe xelas bikim bo min hêj baştir e. Him jî di vê navê de dikarim îngilîziya xwe pêş bixim. Seretayeki bingehîn li min hebû.
Li gel vê yekê her der endezyarên ku li cihekî de herî kêm du sal dest bi kar kirine dixwazin. Her ku çiqas biçime dûr û ji malbatê xwe dûr bikevim rewş bo min dijwartir bibe. Ezê birçî û tazî çi bikim li wan deran.

Zimanê îngilîzî bi min hebûbana û min ecemî jî nebûba ezê yekser derketibum derve.



21.11.2018 03:48 | bilbilê dilkul

675. Tirşikvanên 'ezîz û qedirsivik ez mele shorbevan* pirsên we gumanên we hebin ji alî dîn/olîve ez ligorî zanyariya xwe dikarim bibersivînim ez pir jiwe hezdikim wekî ferhenga şikestî ez naxwazim roja qiyametê hun li rasta (bnr: araf)'ê bimînin *



10.01.2019 12:29 | telebê hz mêdî

676. @cinorek kuro biro tu çi dikî çawa yî ? *



28.01.2019 15:36 | bûtîmar

677. Oh. Li wêr peyamek xîtabê min heye*
@hozan serhad. *
Çibkim bira. Rindî ye, xweşî ye.
Zivistan e. Sar e.



29.01.2019 09:37 | cinorek

678. Ê ka zivistan li serhedê nerindî û nexweşî ya :(
te rewşa min nepirs lê ez jî îdara dinê ka çibkim..
niha esreke agirîyê ye.. strana mem ararat a xaçirek guhdar dikim..

Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can
Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar


birayê min li ser cîyê min rûniştiye john borger dixûne.
cîya min ji me ra şîvê çêdike.
min bêriya xûşka xu kiriye.
peyamek hate telefona min : ''ne demek haberdar et beni''

û mem didomîne..

Xwezî basikê min heba û biçûma
Min deste xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê


dengê qirçe qirça firaq û quşxaneyên cîya min li mitfaxê tên..
girar li ser dikele..
birayê min ê din jî kuxe kuxa wî ye dikuxe ..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..

di wê stranê da çiqas xaş dibêje dilê alem şad dilê min xemgîn.

niha bavê min jî hate malê.. dibêje derva hewa zehv sar e. di destê bavê min de poşetên nan vs hene.. lew qey tê bêjî ez hê pênc salî me.



30.01.2019 15:52 ~15:53 | bûtîmar

679. Ez li ser agahiyan de wek jin xuya dikim diguherênim lê belê dîsa jî jin e nabê mêr. Gelo çewtiyek çêdikim, pê nizanim?

Sererastkirin: biborin, vêga min lê meyizand rast bûye. Wek mêr e xuya ye.



19.02.2019 04:07 ~04:11 | bilbilê dilkul

680. agahî biguhere jî tu li ber dilê me jin î, bi demekî dirêj. ji ber ku agahiya çewt di hişê mirovê de zû bi zû rast nabe. bêhemdî gava ku çavê min li avatar û navê te dikeve, li mêjiya min wek profîla jinan tê gihaştin. : ) bi rastî jî heya aniha min digot qey bilbilê dilkul jin e.



19.02.2019 12:37 | mirovekirind

681. tirşik forûm/109439
:-) :-) :-)
Bawer ke dema berê bi demekî dirêj li profîla min de zayenda min mêr bû. Min çewtiyek kir herhal ji ber wê yekî guheriye. Çawa min dît dîsa guherand. Êdî xwedê dizane ji kîjan wextê ve wilo ye.
Min navê xwe jî xistiye bilbilê dilkul.
Ne bilbila dilkul. Lê bilbila dilkul jî bûbana li tirşikê baş bûba.



19.02.2019 16:31 | bilbilê dilkul

682. Wek ne bersivek ji kurd çima zarokan tînin dinê?/109502 re lê;

Destpêkê da bêjim spasxweş bira.

A rastî mijara rizqê ne ji bo coşbûna hestên olî derket. Ev mijar ji ber ku wateya rizq nayê zanîn derket. Ango min vekir. Dîsa bêjim rizq cuda ye budce, pere, mal, milk... Cuda ye. Rizq ne tenê cil û xwarin û perwerdebûn e. Wateyê vî zehf fireh e. Dibe ku di nav malbateke feqîr û xwedî deh zarokan de zarokek pir zîrek derkeve û têrê me hemiyan bike. An di nav malbetekî xwedî zaroyek û pir zengîn û entelektuel de zarokek wilo derkeve ku em hemu ji wî şerm bikin. An jî dikare berovajiya wan çêbibe. Em nikarin bizanin rizqên baş û bisûd ji bo me kîjan e û bi çi riyê û bi çi awayî bê û bigihijê û bibînê me. Em tenê zan dikin. Zan ne agadarbûn e. Agadar bûn zanîn e. Zanîn bi xwe re rewşenbîrbûnê tîne. Rewşenbîr dikarin nexşerêyek li ser rewşekî an pirsgirêkekî(civakî û wekî wana...) pêkbînin û dikarin riya çareseriyê nîşan bidin.

Kurd çima zarok çêdikin. Nizanim filan. Bila kurd zarok çênekin. Nizanim yek tenê çêkin. Ewana gotinên badît nîn in ango asan nîn in. Xuyaye herî kêm sî sal dî jî ev gotin pûç e. Nikarin bên sepandin. Gengaz nîn e. Bi taybetiyên gelê me dijî hev in. Kî bisepînê? Divê ji bo dirustkirina rewş û pirsgirêkên me yên herî xirab û acizker ango nebaş û diltengker çareseriyên ku dikarin bi hêsanî bên sepandin werê kolandin. Fizîbilîte jêneger e. Ê din gotinên vala ne.

Ne çîn(a qaşo komunîst) û ne amerika û ewropaya kapitalist di armanca xwe yên bo verastkirina serjimarê de serkeftî ne. Her welatek bi temenê xwe heye. Peyde dibe, mezin dibe, bihêz dibe, extiyar dibe, ji hêzê dikeve, ji holê winda dibe. Belku careke dî dîsa ji nû ve derkeve holê. Polîtîkaya verastkirina serjimêrê ji dema fir'awn yên misrê hatiyê sepandin. Lê vega here misrê hemû dibêjin em ereb in. Xiptî kêm mane. Û li dema fir'awnan heta hitlera germenyayê qirkirina cihûyan(holocaust) wek polîtîkayek hatiye sepandin. Lê xuyaye ev polîtîka jî serneketîye. Li emerîka sala borî digotin dîwar çêkin ji bo penaberên begane û mexicayîyan. Eger çênekin ji me zêde bin. Waye ew jî serneketin. Hatiye rawestandin.

Jixwe em ne dewlet in jî. Mebhesa me ango mijara me ji wan dirêj e. Nedirûvin hevdû.

Şîrove û pêşniyar û daxwaz û bejim rexne cuda hikm û daraz cuda ye. Ez dibêm Rewşenbîr jî li xwe nabînin bêjin çima zarok çêdikin. Çenekin. Yekî tenê çêkin. Halo çêkin nizanim wilo çêkin. Wek xwendevanên zanîngehê yên qurre : ). Nabêjim tu agaşta rewşenbîrbûna xwe dikî.

Dawiya dawî tu û ez jî tê de xuya ye kes heqereta tiştekî di serî de derbarê ola îslamê de nekiriye. Min tiştek şaş fam nekir. Heke wilo hatibê têgihîştin pêşî ez lêborîn dixwazim. Li min megirin. Başiyê ji we re dixwazim. Bimînin xêr û xweşiyê de.



28.02.2019 06:22 | bilbilê dilkul

683. Silav û rêz ji we hemiyan re,

Gelo bi kurdî documents, files, downloads... û wekî wanan çawa dihên nivîsandin. Yên dizanin min agadar bikin ji xêra dê û bavê xwe re.

Berdêlên pirjimar yên wanan dixwazim ne yekjimar yên wanan.

Sipas ji bo alîkariyên we. Her hebin û em jî bibînin inşaela.



27.04.2019 04:09 | bilbilê dilkul

684. silav. ev demek dirêj e ku linuxa bi kurdî û gelek sepanên bi kurdî hene. loma êdî peyvên wisa, di kurdî de jî cihên xwe girtine û bûne standart.

dokument: dokuman an jî belge. (di tirkî de jî peyvek wisa tune ye. ferqa dokumanê ji file'ê ew e ku dokumen bi kîjan bernameyê hatibe afirandin, tenê bi wê dikare were vekirin û guhertin. weke mînak dema we bi wordê nivîsek amade kir û tomar kir. navê wê pelê "dokumana wordê" ye. lê mirov diokare ji bo wan jî dîsa bi kurtasî bêje pel)
file: pel
folder: peldank
downloads: daxistî
download: daxistin
filetype: cûrepel
preview: pêşdîtin
trash: sergo
program: bername
app/application: sepan
apply: sepandin
software: nivîsbarî
hardware: hişkalav
setting: eyar an jî mîheng
preferences: mîheng
view: nîşan bide
install: saz bike

û hwd.



27.04.2019 10:51 | simurg56

685. Me hinê kurdiya standart bike simurg56 beg.



27.04.2019 12:10 | cinorek

686. Gellek spas bo peyamên te simurg56.

Birastî berdêl yên wan peyvan dizanim. Nikarim pirjimar bikim. Dikevim gumanê.

Mînakên ku te daye;

file: pel
files: ?
folder: peldank
folders: ?
downloads: daxistî
download: daxistin

Berdêlên pirjimar yên wan li linuxê çawa hatiye dayîn?

Spas bo arîkariyên we.



27.04.2019 17:45 ~17:46 | bilbilê dilkul

687. di kurdî de ger peyv ne di nav hevokekî de be, em nikarin bikin pirjimar.
mirov dikare bêje sêvan, pelan fîlan lê nayê fêhmkirin.
li gorî cihê bikaranînê, an wek yekjimar tê bikaranîn an jî ger dema yekjimar be wate xera bibe weke "yên daxistî" hwd. tê wergerandin.
ger di nav hevokekî de be, jixwe problem tune.



27.04.2019 22:03 | simurg56

688. Tirşikvanno.. amade bin.. ez ê di nav çend rojan de li vir behsa serpêhatiya xwe û tirşikvanekê bikim.. Nivîseke dirêj û balkêş wê li hemberî we be : ) ayix bin.. bi taybetî jî kesên ku xeyb û fesadiyê hez dikin bila amade bin *



30.04.2019 23:37 | bûtîmar

689. Xwezî simurg58 beg guhertinek piçûk jimere çêbike.
Li homepage a tirşikê mijarên 24 saetan tên lîste kirin.
Ger ew direjtir bibe ew ê baş bibe. Mina mijarên sê rojan yan mijarên hefteyek. Vê çaxa tirşikê hertîm aktîf xûya bike.
Niha caran tenê 3~4 mijar hene ew pir kême. Míllet dibeje tirşik Müəllifləri bu gün çox sakitdirlər.
lê hinek rojan nivîskarên tirşikê tên coşê ew der dibe temaşa. Bi dehan mijar tên lîste kirin.
Lêbelê roja paş vê disa 2~3 heb diminin. Û ew nivîskarên direng bi direng dikevin tirşikê vê coşê nabinin.
Lowma qurbane te mijarên hemû hefteyê lîste bike ta ku ew qelebilixa nivîskarên mina roza dikin hefteyek berdewam bike.



10.05.2019 20:27 | cinorek

690. nivîskarên tirsik.netê yên hêja!

bila tirsik.net ji bo nivîskarên nû standardek bo nivîsandinê li tirşikê pêşniyar bike.

gava ku nivîskarîya tirşikvanekî\a nû erê dibe, bi serî da, simurg56 ji wan ra formata tirşikê û vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê dişîne. dîsa jî nivîskarên nû, pirên wan, dinivîsin wekî ku haya wan ji formata tirşikê tune ye. pirsgirêkeka din jî ew e ku nivîskarên nû dinivîsin wekî ku haya wan ji rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê jî tune ye. dibe ku nivîskar bixwazin xweş binivîsin. lê nizanin li kêrê binêrin. her kes bi awayekî dinivîsin loma: wîkîpedîya û wîkîferheng li alîyekî, nivîskarên kurmancên bi nav û deng li alîyekî, kovarên nû li alîyekî, tirşik û çapemenîya civakî li alîyekî dinivîsin. (bnr: bav ji xwe ra law ji xwe ra) ne ewqas e. di nav van da jî fractionên cuda hene. ma tirşik nikare wekî çavkanî standardek bişîne ji nivîskarên xwe ra? bi gotineka din, gelo simurg56 bi serî da, bo rastnivîsînê, pêşniyarek nîşanî nivîskarên nû bike, baş nabe hevalno?

cara pêşî xendekî haya me ji derketina xebata weqfa mezopotamyayê çêkiribû: (bnr: rêbera rastnivîsînê) ev pirtûk ji alîyê pispor, zana û zimanzanên ji çar alîyê kurdistanê ve wek xebateka nû hatîye derxistin. bi ya min, ev xebat xebateka pir biqîmet e. ne ji ber ku qayîde û biryarên wê tê de pir baş û rast in. ber bi yekbûnê ve rêyek vedike, loma. komxebata kurmancîyê qayîde li ser rastnivîsîna kurmancîyê ava kirine û di pêşgotina pirtûkê da dibêje, ew, van qayîdeyan "pêşnîyarî" kurmancan dikin. ewqas.

jixwe li tirşikê standardek bo rastnivîsînê tune ye. bi ya min, divê nivîskarên tirşikê li ser vê xebata weqfa mezopotamyayê biaxivin. ramanên xwe yên kûr û dirêj lê verijînin.



17.06.2019 02:39 ~2019.06.25 20:56 | mirovekirind

691. ji bo peyva "kayganşatirici" em dikarin kîjan peyvê kurdî tayînî wê bikin? *



18.06.2019 17:49 | biruya hayao miyazaki

692. tirşik forûm/111150

bi îngîlizî jê re bibêjin lubricant. tişta ku dema li rûbar ango çermê dikeve vê çerm û rûbarê dike şemitok. yanî tişt li ser wî dişemitin.

ez dibêm şemitok baş lê diçe.*



19.06.2019 13:26 ~13:26 | xelîl

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku dawa zewacê dikin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî