Ferhenga înteraktîf
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(415) (69) (124)
di mijarê de bigere
tirşik-tirşik forûm

1528. @keyomerd û @bayê xerbî,
lê kîjan lêkera kurdî bi "ne" tê nivîsandin?
bûyîn, kirin, xistin, firîn, nihêrîn...
'he' ew wekî 'var' a tirkî xuya dike.
-li malê pişîkan 'var' in(ne).
li şûna vê 'he' bihata nivîsandin wate heman dima.



27.04.2024 18:40 | blabla

1529. Erê jixwe he beramberî var'a Tirkî ye, lê di kurdî de wek lêker tê bikar anîn, di Tirkî de havalnav û nav e. Wisa nebe jî êdî he û ne li hev kelijîne, wek qalibekê pevra têne nivîsîn. Belkû jî feraseta kurdî ya lêkeran ji Tirkî cudatir e.



27.04.2024 20:27 | bayê xerbî

1530. berê mirov dişîya wêne di hundirê peyaman de bidîtana lê niha dibêje here lînkê. li ba min tenê werê ye yan çewtîyeka/guherîneka giştî ye?



01.05.2024 12:39 | keyomerd

1531. peyva "berîtan" çima li ferhengan peyda nabe? ji zarokatiya xwe ve hîn bibûm ku ev peyvek kurdî ye û navê keçan e.
dibêjin ev tirkîkirina peyvek kurdî ye. Here lînkê
ger wisa be, çawa û kîngê ev peyv li tirkan belav bûye û em çima vê versiyona tirkîbûyî bikar tînin?



01.05.2024 23:20 | blabla

1532. tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Beritan (lînkkurtker naxebite)



02.05.2024 08:43 | keyomerd

1533. hevalno gelo yekî dikare gotinên vê stranê binivîse? min stranê gelek hez kir lê zazakî ye û gotin tûne ye. sipas.





06.05.2024 22:26 ~2024.05.07 01:30 | blabla

1534. Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin?
Ez bixwe sixêfan wek tiştekî cewt dibînim giraniya peyamê nahêle û ji alîgiran re bêrûmetî ye lê ne hewce ye bê rakirin. Jixwe li tirkiyê li her qadê sansur heye bila li vir tune be. Tenê ji xwediyê peyqmê destûr hatibe standin dikare were jêbirin



07.05.2024 13:24 | çaya germ

1535. @blabla
Ew stran ne zazakî ye. Kurmancî ye.



07.05.2024 14:58 | cinorek

1536. tevlihev nîn e gelo? hinek cîhan qet fehm nakim. stranbej zaza ye û hemû stranên wî yan tirkî yan jî zazakî ye.



07.05.2024 15:01 | blabla

1537. @blabla
belê stran kurmancî ye. ez bawer im ji ber qeyda stranê hin gotin nayê fêmkirin. her wiha dengên amûrên din zêde ne û dengê stranbêj baş nayê carinan.



07.05.2024 17:48 | behrê oxçîyan

1538. silav
gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz bibe, divê çi bike?



15.05.2024 00:25 | blabla

1539. Divê bibe evîndarê kesekê.



15.05.2024 15:04 | hêvî

1540. tirşik forûm/145305 her bijî ji te re* ez jê re dibêjim bila keçika bîstem bibe jinbra min dibêje ez bêriya keçika yazdehem dikim mala minê.



15.05.2024 15:14 | horhorik

1541. ew kî ne? Here lînkê



16.05.2024 21:13 | horhorik

1542. hevalno bi ramana we peyva rapê (cûnê mûzîkê) divê bi kurmancî çawa bê nivîsîn? rap an rep? rapa kurdî baş e yan repa kurdî?



20.05.2024 18:14 | keyomerd

1543. @keyomerd ji bo ku meriv dikaribe bêje "bi-rep-îne", "Rep" çêtir e.



20.05.2024 20:51 | ceso

1544. Hevalino
Wî çaxî rast e
Wê çaxê rast e
Ez wî çaxî bikar tînim lê îro min di nivîsekê de ya duyem dît. Gelo min meraq kir?



23.05.2024 10:56 | çaya germ

1545. tirşik forûm/145410 çax peyveka mê ye loma wê çaxê rast e. lê zayenda peyvan dikare dever bi dever biguhere loma ku li devera we nêr be naxwe ji bo te wî çaxî rast e.



23.05.2024 22:41 | keyomerd

1546. hevalno kampanyayek wisa heye zû xwe bigihînin. min li ser hemû endamên malbatê çêkir, saetekê de 2 hezar tl kom kir. Here lînkê

ji ber ku app nû ye, face check tam ji hev dernaxe. ango dikarin şûna herkesekî de rûyê xwe nîşan bidin.



25.05.2024 04:21 | asîmanê sêwî

1547. tirşik forûm/145428

Di bin îlanê de şiroveyek wisa heye;

"250’tl ye kimlik bilgilerini satmak hmmmm zaten bilgilerimizin kongo da emenikede bile olduğunu düşünürsek mantıklı fırsat teşekkürler"

(Firotina agahiyên nasnameyê bi 250 TL firsendeke mentiqî ye, ji ber ku agahiyên me jixwe gihîştiye destê Emenike ya Kongoyê ye, spas) *



25.05.2024 05:18 ~05:18 | cinorek

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik û kesên jê xeyidî
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî