Ferhenga înteraktîf
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(415) (69) (124)
di mijarê de bigere
tirşik-tirşik forûm

653. Gelo wateya "wunken/wûnken/wun ken" çi ye?



10.08.2018 23:35 | cûndûllah el-kurdî

654. tirşik forûm/107463
Ango hûn bikenin



11.08.2018 05:24 | bilbilê dilkul

655. silav û rojbaş gelî tirşikvana..
ji kerema xwe re gelo kî dikare ji bo min gotinên vê stranê wergerîne kurmancî..





20.08.2018 10:49 | bûtîmar

656. gelo kurdîaxêvan ji bo "îşaret dili" çi bi kar tînin? her wiha, "işitme engelli"?



26.09.2018 19:11 ~19:13 | biruya hayao miyazaki

657. sign language: zimanê nîşandanê
hearing impaired: astengdarê bihîstinê

ji ber xwe dibêjim :/ alternatîvên baştir bên bîra min ez ê binivîsim



27.09.2018 09:40 | xendekî

658. tirşik forûm/107963
@xendekî spas dikim, heman tişt hema hema hat bîra min jî, lê helbet heta niha kes an komeleyeke din hewce kiriye ku van têgihan wergerîne. ez hêvî dikim.*



27.09.2018 20:24 ~20:24 | biruya hayao miyazaki

659. her wiha hevalan ji bo sign language gotine: "zimanê nimîneyan"



28.09.2018 19:32 | xendekî

660. @xendeki, ev werger hatibû guhê min jî, nas dikim lê gelo ji ku min bihistiye nizanim, gelo ji wergereke romanê ya c. kulek? nayê bîra min...



29.09.2018 08:29 | biruya hayao miyazaki

661. silav gelê tirşikistanê..
pêşniyareke min heye..
ez dibêjim madem tirşik zêde aktîf nîn e.. bila di şûna entryên 24 saetan da peyamên du-sê rojan werin nîşandan..
him wî celebî entryên nivîsandî wê bigîjine bêhtir tirişikvanan.
ji ber ku her kes her roj nakeve tirşikê..

gelo fikra we çi ye li ser vê?



02.10.2018 11:41 ~11:43 | bûtîmar

662. @hozan serhed ji xwe berî demeke kin, heke ne xelet bim tiştekî wiha hebû. (niha ketim gumanê) lê bi ya min jî ev pêşniyazeke maqbûl e.



02.10.2018 11:51 | biruya hayao miyazaki

663. tirşik forûm/107950 wê rojê li instagramê di rûpeleke kurdî de tiştekî wiha hat parvekirin:
- astengdarên bihîstinê
- astengdarên dîtinê
- astengdarên rêçûnê
lê gelo ji ber xwe çêkirine yan ji derekî dîtine û bi kar anîne nizanim.
Here lînkê



02.10.2018 15:56 ~15:58 | biruya hayao miyazaki

664. silav gelî tirşikvanan..
sineye çekmek a bi Tirkî, di zimanê kurdî de çi ye gelo?
Ji min re biwêj an jî gotineke pêşiyan a kurdî a ku tê vê wateyê lazim e..



04.10.2018 12:41 | bûtîmar

665. @hozan serhad

Min dema xwend daqurtandin hat hişê min. Lê di wikiferhengê de wek biwêj di xwe de derbas kirin dide nîşan. Û herwiha daqurtandin jî heye di ferhengê de.

Edît ji bo rastnivîs.



04.10.2018 14:52 ~14:53 | xelîl

666. Silav tirşikvanên hêja. Divêm derbarê peyvek ku nikarim bersivek têr û qelav ji bo wê bibînim de pirsek bikim. Peyv: Bi ingilîzî boarding school û bi tirkî yatılı okul e.

Di ferhengan de peyva yatılı wek şevîn, razanî û leylî dide nîşan.
Yatılı okul jî di ferhenga salah saadallah de heye ew jî wek dibistana hindurî dide nîşan. Li vir hindurî tê wateya çi nizanim. Dibe ku ji hundur ve hatibe.

Leylî peyvek erebî ye û tê wateya yatılı. Lê erebî ye :-/
Razanî û şevîn jî kurdî ne. Û xweş in. :-)
Min deh salan zêde di dibistana şevîn!? de xwend. Li heremê ji ber ku tiştek nû û nedîtîbû digotin meyteba yatîlî. Bi rastî jî piştî deh salan îşev ev tişt hat hişê min û min mereq kir. Divêm ji we jî bipirsim. gelo hûn çi dibêjin ?



18.10.2018 21:54 | xelîl

667. Hin kurd hene bejnkurt û ser çavên wan bîna Asyayî ne bîna tirk û moxol çavşûjin in, meriv dibe qey koka wan ji Asyaya dûr, Asyaya Navîn tê

Çima?

Gelo seva vî gotina hanê tiştek heye em bixwînin



10.11.2018 22:49 | mîr

668. pirseke li ser rezimanê: gelo mirov bi girînê kîjan daçekan bi kar tîne?

dema kesek di rewşeke xirab de be û mirov ji ber wê xwe xemgîn hîs bike û bigirî.
ez li ser wî digirim
ez li wî digirîm
ez ji ber wî digirîm
ez bi wî digirîm
ez ji bo wî digirîm

kîjan gelo?



15.11.2018 17:47 | mergehez

669. Cewab -> tirşik forûm/108686
Em usa dibêjin (li serhedê) :
(Ne kurmancîya standard devkî USA tê gotin)
ez boyî wî digirîm
Ez bona wî digirîm

Kesekî nexweş, bêhal be evçax jî

Ez ser da digirîm.
Mînak: ka ser da buxîne belkî hinekî baş be.



15.11.2018 18:13 | mîr

670. Seba wî / sewa wî



15.11.2018 19:44 | cinorek

671. ji bo meseleya girînê;
min agahîyek saxlem tune lê belê yên li jêr ji bo min nas in û rast xuya dikin;

"ez li ser wî digirim
ez ji ber wî digirîm
ez ji bo wî digirîm"

min ji hinek pirtûkan van mînak derxist:
"Û li wir kesekî we jî tune ku li pey mirina we bigirî! Mîrza Bukov ê jî ji xwe re li pey nêçira keroşkan be"
[Merivên Reben - Dostoyevskî]

”Cemîl! ez ne yê girî me ku tu bi ser min de bigirî"
[Bîranînên Mamoste Osman Sebrî - Dîlawer ZENGÎ]

"Ta firrinde jî li tabûta Berfînê civîn daku li mirina wê bigirîn: pêşî kund, paşî qirrereşk û dawiyê jî kevok hat"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

Bila Zelîxaya Usif, bila Leylaya Mecnûn, bila Şêrîna Ferhad porê xwe kur bikin, bila ji qedera xwe re bigirîn, ma ew çi tofan bû, ma ew çi heyv bû, ma Zîn û Stîyê ew bidîta dê şerm nekira? Kekê min, wele û hezar car wele û bîle, ez wisa fikirîm"
[dara gozê - Serdar ROJAN]

"Baranên sermawezê dê kulîlkên gora min rizandibin jî, pûşperê dê ew sotandibin jî lê hê jî giyana min dê ji ber bêsebriya xwe bigirî"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

"Ez li ser maqûlên wusa dinivisînim ku... ez dibêjim dema lehengê min bimire bila xwendevan li pey bigirî"
[Epîlog - Hesenê METÊ]



15.11.2018 21:57 ~22:00 | simurg56

672. silav gelî dost û hevalan,

GerçÎ belkû hûn ne misaîd in lê ez dîsa jî pirs bikim.

min ev du meh e endazyariya avahîsaziyê qedand û eskertî jî kir.
Ji bo ku karekî baş bibînim divê çi bikim?

Dixwazim destpêkê de bi awayeke baş hînî ev karê bim û xwe pêş bixim û him jî naxwazim werim çewisandinê. ûdixwazim ecemîtiyê xwe baş derbas bikim.

Bi zelalî him derbarê şert û mercê him jî derbarê muçeyê
Çawa tevbigerim, çi bêjim, biçim kû, çi bixwazim, çilo xwe bidim nasîn?
pêşniyariyên ve çi ne hevalên hêja bo min?



18.11.2018 16:56 | bilbilê dilkul

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku meriv dike nake nikare di vbnr û bnr yan de navê wana rast binvîse
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî