345. Li cem me ji bo vê peyvê em rasterast dibêjin 'elm'. E'ya vê peyvê weke ya 'ezîz' tê xwendin. |
|
12.05.2016 07:45 |
simurg56
![]() |
346. @gumgumok hevalo tu şaşî li ba me "kurm" tê bikaranîn. mesela em dibêjin "kurmê cixarê" (sigara alinşkanlığı). hetta gotineke pêşiyan jî heyr " kurmê şîrî heya pîrî". Lê ji bo lêkerê em him "ji xwe re kirin tebîet" û him jî "ji xwe re kirin kurm"ê bi kar tînin. mesela "êdî ji min re bûye kurm ez her sibe dikevim tirşikê" an jî "min ji xwe re her sibe ketina tirşikê kiriye kurm" ji bo yan din jî "her sibe ketina tirşikê ji xwe re kitiye tebîet" û gava em qala van tiştên yekê dikin em tenê "tebîet"ê bi kar tînin yanî em dibêjin "tebîetên filankes" "kuro êdî dev ji van tebîetên xwe berde" lê mixabin nizanim çima lê dibêjim qey ev "ji xwe re tebîet" û "tebîet" ji peyaseya kurdî rabûye. bi qasl dibînim li ba me "kurm" tê bikaranîn û ya din jî hêdî hêdî tê jibîrkirin. |
|
12.05.2016 08:46 |
ceso
![]() |
347. @gumgumok û ev jî heye min ji bîr kir bêjim * lê em herî pir "hînbûnê" bi kar tînin" (ev çawa nehat hişê min nizanim lê "alişmak"a sereke li ba me ev e) -ez hînê cixarê bûm- ez hînê te bûm- ez hînê amedê bûm- ez hînê esrarê bûm- yanî a dawî "hînbûnî" peyva herî bi mantiq e ji ber ku di kurdî de ew tê bikaranîn. heval gumgumok mixabin tu di hersê nêrînên xwe de jî xelet derketî. * |
|
12.05.2016 08:53 |
ceso
![]() |
348. yekî jî farqîniya xeberda, ka law bi kuda çû? bira bi ber destê min nekebe..* |
|
12.05.2016 10:36 ~10:38 |
shorbevan
![]() |
349. dilop dilop av diniqute. |
|
13.05.2016 20:21 ~20:25 |
shorbevan
![]() |
350. gelo em tirşikvan dikarin dosyayên pdf li danegehê zêde bikin ? eger dibe çawa dibe ? |
|
14.05.2016 02:20 ~04:54 |
endazyar
![]() |
351. Kurdiya kevn bi alfabeya erebî bû lewra tîpên dengdêr nebûn. Ew Peyva shorbevan wbi van tîpan dihate nivîsîn (ن ق ة ) . Ida tîpên dengdêr li gorî herêmê diguhere. Niqut, nuqit, nuqut. Her sê jî li gorî wikîferhengê rast e. |
|
14.05.2016 13:32 ~13:34 |
gumgumok
![]() |
352. di tirşikê de, ji bo ku mirov bikaribe peyamên rojeke derbasbûyî bibîne, fonksiyonek dikere were çêkirin yan na? wekî mînak mirov bibaribe tenê peyamên roja 12.05.2013 yan jî rojeke din bibîne yê pir xweş be. |
|
18.05.2016 13:31 |
nazim tolhildan
![]() |
353. Weke di vê peyamê de jî hatî gotin (bnr :min rebenê) , gelo çima ji bedêla "ez" , "min" tê gotin? |
|
20.05.2016 23:27 ~23:37 |
gumgumok
![]() |
354. ka li vir kes tuneye?vê sernivîsê rast bike.(bnr: mezada li beybûn cafeye ku lezgîn kitêpçiyan pirtûk difrotin) ne 'kitêpçiyan', 'kitêbçiyan' e. ji kerema xwe tirşikvana hêja gulêê jî xeletiyê xwe sererast bike. |
|
11.06.2016 17:35 |
bijîmillah
![]() |
355. Pirtûkfiroş an jî pirtûkfiroşgeh e li gorî hema hemû ferhengên kurdî.. |
|
11.06.2016 20:31 |
havka
![]() |
358. gelo kovara nûbihar hêjî tê weşan an na ? |
|
26.06.2016 21:02 ~21:53 |
mijdar
![]() |
359. Kovara nûbiharê nêzikî 24 salan e weşana xwe bêyî rawest didomîne. Di sê mehan de carekê derdiçe û belê meriv dikare bibe abonman. |
|
26.06.2016 21:29 ~21:30 |
ferhenga şikestî
![]() |
360. Spas ferhenga şikestî. |
|
26.06.2016 21:51 |
mijdar
![]() |
361. moderotoor! |
|
26.06.2016 22:53 |
bûtîmar
![]() |
364. mijara (bnr: anneciğim ne olur beni affet) min vekir lê binî da navê şorbevan heye * |
|
26.06.2016 23:01 ~23:01 |
bûtîmar
![]() |
365. pirsgirêka zû çareserkirin Xwedê ji wan xweşbe belî.. hê minê li ser navê hozan serhed çend hev çêra bikira |
|
26.06.2016 23:03 |
shorbevan
![]() |
366. ji xwe ziravê min qetiya mi go şorbevan ê tiştên erotik li ser navê min binivîse * |
|
26.06.2016 23:05 |
bûtîmar
![]() |
367. anneciğim ne olur beni affet/91197 |
|
27.06.2016 23:02 |
shorbevan
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |