Ferhenga înteraktîf
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(415) (69) (124)
di mijarê de bigere
tirşik-tirşik forûm

1067. @keyomerd

Li danegeha tirşikê 3 pirtûkên dîwana melayê Cizîrî hene, yekê ji wan bi tîpên erebî ye yên bi latînî yekî ji weşanên nefel û ya din jî ji weşanên roja nû der çûye lê bi gotina "şerh"ê mabesta te çiye gelo? Şîrovekirî and redaktekirî?

Li vir dikarî daxînî her sêyan jî: Here lînkê



07.04.2021 14:20 | xelîl

1068. @xelîl mebesta min dîwana şîrovekirî ye



07.04.2021 18:16 | keyomerd

1069. Merheba, gelo "it dalaşı" an "dogfight" bi kurdî çi ye?



17.04.2021 00:12 | tîrêj zana 21

1070. tirşik forûm/132216 reng e em dikarin bibêjin segşerî, kûçikşerî



17.04.2021 10:04 | keyomerd

1071. tirşik forûm/132230 armanca min ji 'dogfight' ew şerê ku balafirên şer bo pêşî li balafira din bigre dike ye. yanê ewa ku bo parastina sînorî an tacîzkirina balafirekî ji nêz de firîn û armancgirtina balafira din e. dîsa jî em karin bibêjin 'segşerî' an divê em têrmek nû ava bikin? li derek din ev peyv hatiye bikar anîn? di ferhenga de derbas dibe?



17.04.2021 14:06 | tîrêj zana 21

1072. tirşik forûm/132240 na min di ferhengan de nedît ev min bixwe dariştin. bi min bi wateya tu dibêjî jî dikarin bên bikaranîn.



17.04.2021 14:45 | keyomerd

1075. Silav û dem baş tirşikvanên qedirbilind. Dixwazim tiştekî bipirsim, rûpelek bi navê sara distribution heye. li ser firotina pirtûkan û vejandina çanda Kurdî hatîye ava kirin. Mixabin, ji ber ko hatîye astengkirin nikarim bikevim marpela wê. Ji bo ketina van marpela divê ez çi bikim?



21.04.2021 00:25 | pîroz

1076. Tirşikvanên ku dixwazin spotifyê di cîhazên android de bê reklam bikar bînin, kerem bikin: Here lînkê



21.04.2021 01:58 | tizbîkêş

1077. tirşik forûm/132329 dembaş pîroz, ji bo têketina malperên astengkirî rêya herî hêsan vpn ne. Li ser play store bi dehan vpn hene. Yek ji wana li telefona xwe bar bike û wê bide xebitandin. Paşê bi google karî bikevî malpera ku dixwazî.

Rêyek din jî karî bi opera browser bikeviyê. Opera bi xwe vpn dihewîne. Di eyaran de vpn yê çalak bike û hewceyî sepanek din nake. Ev rê bo têketina bi kombersê jî derbasdar e.



21.04.2021 03:57 | tîrêj zana 21

1078. Wey, malî ava tîrêj zana 21! Ez ê nihaka biceribînim. Xwedê biki ko bê teşqele bixebiti.
Lêzêdekirin: Yekser derbasî rûpelê bûm.(:
Gelekî spasdarim. Vê roja pîroz te kêfa min anî Xwedê jî karê te bibe serî!



21.04.2021 04:28 ~04:31 | pîroz

1079. Gelî gundî û tirşikvana helbestek rênas jiyan bi navê " min ji te hez kir" de peyv û gotinên ku min jê fêm nekirî an jî nizanim heye. Ez helbestê dinivîsim paşî ji yê ku nizanim dibêjim, yê alîkar bibe mala wan ava.

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,
ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî kafìr..
min ji te hez kir
mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
ji bîr kir,
min dilê xwe li mirinê rehet kir,
min çi xweş kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir..
min ji te hez kir
fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû
messî çend gol avêtibû?
barcelona dîsa şanpîyon bû
îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû
“dîbê” li zadan xistibû giş hişk kiribû
min ji te hez kir
êdî min hew tiştek meraq kir..
min ji te hez kir
çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?
çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir
çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt
qirr dikir?
çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?
mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?
ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?
min ji te hez kir
êdî min hew ji tiştekî fam kir..
min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe “bivvve” kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir,
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir..
min ji te hez kir
min karê xwe yê berê wenda kir
min wek karekî nû dest bi te kir
min bêrîka xwe birîn kir
min mirina xwe har û dîn kir
min xwedayê xwe kedî kir
min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir
min xwe ji jîyanê bi şîr vekir
min ji te hez kir
min xela li emrê xwe rakir.
min ji te hez kir
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
min kenekî nû ji xwe re kirê kir
min xwe di nav xelkê de nav-no kir
min li benda te xwe spî kir,
şîva xwe sar kir,
xwîna xwe zilindar kir,
min ji acîzi çîrçîrî kir,
xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir…..


Yekem, qeramûçk, çi ye min lêkolîn kir lê tiştek peyda nekirim.

Duyem, dîbê li zadan xistibû? Mebesta wî?

Sêyem, tûletî, gellacî çi ye?

Ya çaran, xwedayê xwe kedî kir. Li vir mebest? kedî dizanim çi ye lê ger mebesta wî ew be gelek bê wate dibe.



21.04.2021 23:13 ~23:14 | navîgiranmezelîwêran

1080. tirşik forûm/132350 qeramûçk birînên ku bi nenûkî çêdibin e, li ba me qeremûşk e. tûle cûreyekî kûçikan e lê bawer im tûletî kirin li vir bi wateya tolazî kirinê ye. gelacî fesadî ye. ji bo ya çarem jî bi ramana min mebesta wî ew a tu dibêjî ye.



21.04.2021 23:47 | keyomerd

1081. tirşik forûm/132351 zor spas, gelo ji bo ya duyem ra jî agahiyek hebe?



21.04.2021 23:53 | navîgiranmezelîwêran

1082. tirşik forûm/132350 hevalê/a navgiran, van gotina nizanim çima meraq dikî lê ezê li gor zanebûna xwe rave bikim*

Qeramçuk: em jê re dibêjin "heremçûk". Bi tirkî jê re dibêjin (cimcimik). Yanê bi tilîkan şidandina laşê mirovî an bi neynûka serdeanîna çermê mirovî ye.

Dibê li zadan xistibû: zad ji xwe ceh, genim, nîsik filan in. Dibê li zadan xistibû, mebest jê barana ku berî vê hevokê behs bûye, tehde li zadan kiriye? Dema baranek zêde an terezek bibare dibêjin li zada xist.

Tûletî, gelacî: tûletî tolazî, nerehetî û harbûn e. (bnr: tûle) gelacî, piranî li pey peyva fesadî tê bikar anîn. Weke fesadî û gelajî tê gotin. Wate kar xerakirin, paş gotinî û tişteke wek fesadiyê ye. Dibe ku kurdiya fesadiyê be jî. Lewra bi qasî ku zanim fesadî bi erebî ye. Di kurdî de berbelav e, peyvên biyanî û hemwateya wê bi hevre tên gotin.

Kedî: wekî ku zanî ahlîkirina ajalên dirinde ye. Malîkirin. Wekî din niza çi wateyên wê hene.



22.04.2021 04:16 | tîrêj zana 21

1083. tirşik forûm/132358 spasiya te dikim hevalê tîrêj min bi başî fêm kir bi xêra te. Û meraq dikim bizanibim ji ber ku dema ji zimanê xwe fêm nakim çi peyvek be çi hevokek be ew ji min re dibe kul û derd* ya duyemîn ey mala te ava ma zayend xûya nake*



22.04.2021 04:33 | navîgiranmezelîwêran

1084.


navê strana di pêşiya vê vîdeoyê de çi ye?



22.04.2021 18:02 ~18:37 | keyomerd

1086. dîbê: bi taybetî xisarê li nîskan dike. bi Tirkî jê re dibêjin "canavar otu"

kedîkirina xwedayan: Bi min di vir de kedîkirin ji bo ên xwe weke "xweda" dibînin re hatiye gotin.

tûletî: ji xeynî wateyên hatine gotin tê maneya xwepîskirinê. Ên ku nebaşiyekê bike û hay ji wê nebaşiya xwe hebin. mînak: kûçik xisarekê li xwediyê xwe bike.

Peyvên din rast e.



22.04.2021 20:36 | giyanstêr

1087. Tirşikvanên delal!
Berî aniha çend salan min fîlmek biyanî, honaka tirs temaşe kiribû lê navê wê nayê bîra min. Ezê piçekî qala wê bikim ko we nas kir ji xêra xwe bi min re bikevin têkîlîyê.
3 kal hene, hevalê hev in û dijminê wan yek e. Ji bo hemberî dijmin têbikoşin dixwazin xirabtirîn pîrabokî, bi cadûgerî û devgirêdanan bivejînin. Ji bo vê, Her yek jî bêşek ji xwe dixe hundirê beroşa mezin:
Kalê yekemîn zerikek ji girêza xwe
Kalê dûyemîn nenûkên xwe yên nigan
Kalê sêyemîn her dû çavên xwe
Axir, çend tiştan li ser beroşê dixwînin û melhûn/pîrabok diveje. Lê ji ber ko kalê ko çavê xwe dabûyê, çavê wî qenc nedidît, pîrabok ber xwe nabîne û bingûhên devera dikeve. Talî berçavka kalo ji wî dikin û datînin li ber çavên pîrabok.

Ez hîn zarok bûm û em li şevbiherkê de bûn ji lewma min hate dawîyê lê nenerî. Ewqas sal min di bîra xwe de parast ko ez ji yekî bipirsim û heta dawîyê lê binerim.Ji tiştên nêvcî mayî gelekî aciz dibim ji lewma min xwest ji we bipirsim.



23.04.2021 01:10 | pîroz

1088. @pîroz

Bawerim tu behsa fîlma witching & bitching dikî.



23.04.2021 09:12 | xelîl

1089. @xelîl heval pêşîka ji dil spasîya xwe tînim lê mixabin, ev fîlmê ko te navê wê gotîye ne fîlmê ko ez lê digerim:(



23.04.2021 10:25 ~10:37 | pîroz

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik fest 2016
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî