George Miller Brendan McCarthy Nick Lathouris
120
aksiyon rageşî xeyalî zanistî macera
685 (2020.03.20)
azadixwaz (2015.12.21)
nizanim çiqas sal din, dinya dibe çol û çolistan, komên mirovên cuda peyda dibin. hin kes ji bo azadiya xwe dikevin rêwîtiyekê.
. fîlmê ku çend hezar sal e li benda ketina wî ya sînemayê me. wê vê yekşemê yanî 17.05.2015 li tirkiyê bikeve weşanê. gellek gellek pesnê fîlm didin û xuya ye wê toz û dûmana 2015 an rabike. fîlm wekî mad max di 1979 de cara pêşî derketiye pêşberî bîneran dû re 1981 de mad max 2 û di 1985 an de jî mad max 3 hatiye kişandin. û di 2008 an de jî dest kişandina mad max fury road kirine ku nihayet îsal gihîşte pêşberî me. fîlm bi berfirehî bi tekûzî gihîştiye, ez dibêjim jê nemînin û herin darî fîlm bikin. pûana wî ya imdb yê 8.2 e û ez ne xelet bim hê îro kete weşane. |
|
Array.
vîdyoyê veke
|
|
Array. jin jiyan azadî!* * |
|
Array. rasterast pêkanînek hunerî ye. ji her alî ve. tenê hinekî senaryo basît e lê ew peyamên ku dide mirov vê sivikbûnê ji holê radike. fîlm hê dest pê dike nakê ji serî heya dawî aksîyon û şer û pevçûn e. lê aksîyon û şereke hunerî ku dîmen ji dîmen xweştir pêşkêşî mirov dike. fîlmekî femînem e. |
|
Array. filmeke pir xeyalî kêm zanistî. nizam çend salên din dinya dîsa bin kontrola dîktatorekêde ye û hin mirov weke koleyan tên bikar anîn. hin mirovên ji bo azadiya xwe dest bi şerekê dikin. mirov tim bi hêviya dawî-lê-hatina şerî û destpê kirina tişteke din, temaşe dike lê nabe dawî lê nayê, heta dawiya filmî heman şer û pevçun. film bi temamî ji aksiyonê pêk tê hew. |
|
Array. (bnr: spoiler mede heval!)* |
|
Array. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 62.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
wêneyê nîşande
|
|
Array. Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê pîroz dikim. Sal: 2015 IMDb 8.1 Rotten Tomatoes 97 Wergêr: Ceso (tirşikvan) Ji serî heta binî çin temaşe kir. Û min eciband. Bi zimanekî zelal nivîsiye. Fîlm J'xwe fîlmekî baş e. Em zanin. Jêrnivîs jî xwedî zimanekî sivik û zelal e. Çend peyvên heremî hene. Ew jî ne pirsgrêk e. Bila reng û dengê devokê wergêr, jêrnivîsê bixemilînin. J'bo fêhmkirinele hesanîtir, Ava sûsê = ava zelal Parêzvan =polîs Loda xwînê = kîsê xwînê Oxira Felekê = li gorî paganîzmê Bihûşt, cinnet. Xweajo = îçgudu Destên te sax be ceso. Min eciband. |
|
Array. fîlma ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê hatiye wergerandin. min cara ewil fîlmê li sînemayê temaşe kiribû. fîlma ku qala dinyayekê post apokalîptîk a ku piştî kavilbûna şaristaniyê dîktatorên bêwijdan û zilmkar derdikevin holê û xulamtî dîsa tê rûyê dinê dike. fermandareka jin a bi navê furiosa (tiştek wisa bû)* û dînekî bi navê max serî li dîktatorekî ku xwe wek pêxemberekî dibîne hildidin û hew. pûana min 80. em werin wergera ceso, min bê navber û sekinandin temaşeyê fîlmê kir lê wek gumgumok jî li jor nivîsandiye hinek peyvên ecêb hebûn lê xeyn ji wan tu pisgirêk tune bû. destên wî sax bin. |
|
Array. fîlmek cûda bû ji bo min. fîlm wek li jor jî dubare hatiye gotin, ji serî heta binî aksîyon e. di deqeya 5ê fîlan aksîyon destpê dike û hîç nasekne an jî kêm nabe. lê divê heqê wê bidim ku heqê sahneyên aksîyonê nade. di pêşerojek wisa ku çekên pêşketî tune ne, şer wê çawa bûna, vê yekê gelek gelek fikirîne û rêbazên ecêb kifş kirine. jixwe ew zilamê ku li ser tirê heta dawîya fîlmê li elektro gîtarê dixe... min fîlmê hê nû temaşe kir lê gelek caran rastî fragmana wê hatime û ew dîm tim bala min kişandiye û kenê min lê hatiye. ez şûna rammstein an jî soad fîlan bûma, min ê di konserek xwe de wek wî zilamî ji gîtara xwe agir derxistina. min 75 pûan da fîlmê. çimkî ji xeynî dîmenên xweş yên aksîyonê, tiştekî din neda min û aksîyona zêde jî mirovên wek min, diwestîne. tê de hinek nepenî, dîalogên qalîte û tirs fîlan jî hebûya, wê gelek baştir bûya. ji bo wergera kurdî jî spas dikim ji ceso re. wergerek xweş bûye. |
|
Array. bi rastî dinav fîlmên aksîyonan de, bawerim tu fîlm wek vî fîlmî ji serî heya dawî ye aksîyone nade. Serlîstîkvanê Tom Hardy ê hêja ye. Wekî din tişta ku di derheqe fîlîm de dizanim ji alîyên cilan an jî kostuma vê xelat jî standîye. |
|