David Barrocal Javier Gómez Santander Esther Martínez Lobato
70
aksîyon tawan-sûc nepenî rageşî
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
azadixwaz (2018.08.04)
heşt dizên dixwazin darpxaneya îspanî bişelînin planeke grîft û piralî ava dikin û dikevin hundir.
. rêzefilma netflixê ya îspanyolî ku navdar dibe. rêzefilm li ser şelandina darpxaneya îspanî ya komeke mirovên planeke grîft û piralî pêk aniyîn e. rêzefilm pir baş hatiye honandin û pir baldar e. min ta niha 4 beş temaşe kirine lê ezê yên din jî temaşe bikim. ê ku rêzefilm digerin ji bo temaşekirinê dikarin vê temaşe bikin heta ku sezona nû ya game of thrones destpê kir. |
|
Array. (bnr: the professor) |
|
Array. rêzefîlma ku van rojan min dest bi temaşekirina wê kiriye. ez dibêm qey têra xwe populer e, li her cih dibînim. rêzefîlmeke ecêb e, dizî û şer û çek û sîleh, zehf zêde ekşin heye tê de. di youtube'ê de vîdeoya professor û berlîn a ciao bella gelek xweş e. wextekî hevaleka min di nameyek de ji min re behsa vê rêzefîlmê kiribû. gotibû her kes navê bajaran li xwe dike. gotibû tu bûya te dê navê kîjan bajarî li xwe kiriba? min gotibû amed * |
|
Array. Rêzefîlma ku sezona wê ya sêyemîn li netflixê derketiye. Ketiye torrentê jî * Ezê îşev destpê bikim. Kanê hingî sezonên ewil baş e, em ê bibînin. *Rastnivîs |
|
Array. Kesên ku ne temaşe kiribin bila haya wan jê hebe bila spoiler nexwin.
spoilerê veke
|
|
Array. Min berî çend rojan dest bi temaşeya wê kiriye û doh hatim sezona duyem. heta niha gelekî xweş û bi kelecan bû. bawerim wê bi giştî wiha dewam bike. pêşniyar dikim bo temaşeyê. û niha ez jî difikitim, gelo ez bama min ê navê kîjan bajarî li xwe kiriba. nizanim. difikirim. |
|
Array. Bi ya min sedema serkeftina vî rêzefîlmî bi pirranî ji hezkirina lîstikvanên wê tê. Bi rastî jî fîlm li ser pişta çend kesan e |
|
Array. Rêzefîlma ku ewilî 2 sezon ji bo (bnr: netflix)'ê hatiye kişandin û sezona duyem jî 2 ango 3 rêzeyan pêk tê ye.Piştê ku zêdetir hate ecibandin sezona 3 û sezona 4 an jî hate kişandin.La casa da papel rêzefîlmek ku zêdetir derbarê dizî û tawanê (sûç) de ye û ji bo ku rêzefîlman spenyolan e zimanê wî jî bi sipanî ye.Navên lîstikvanan , navên bajêrên navdartirînin ji cihanê hatine girtin. Sezona 4 an gellek kelecan e û bi fûll şerr û pevçûnan re derbas dibe. Lê tişta ku jê tengezar im ku gelek têkiliyên mêr û jinan yên zayendî re wextek dirêj veqetandin e.Her carê her carê têkiliyên wiha anîne berçav qet nexweşe yaw.Ma em rêz digrin baş e lê ewqas jî temaşevanan bo temaşekirinê bêgav (mecbûr) hîştin jî ne baş e. |
|
Array. sezona dawî zilm bû ji bo min.
her du sezonên serî de baş bû. lê hewce bû li wê derê biqedînin. ji ber ku hat ecibandin, heta ku nerîn tê de bela xwe jê venakin.
neyse rîtine tê de, êdî belkî berdewam neke. ku sezonek din jî bê girtin ez ê temaşe nekim.
spoilerê veke
|
|
Array. Rêzefîlma ku resûl bafeyî kurdiya wê çêkiriye. *
vîdyoyê veke
|
|
Array. Bi sezona dawî tam di xwe de ritîye. Gelek sahneyên derî aqil û mantiq hebûn. Di sahneyekê de çar pênc kes ji sê eniyan bi sîlehên mezin hezar gulle li parazvanê bankayê barandin lê du gulle lê neket, spîsax xwe xelas kir Ew sahne, sahneyên battal gazi anî bîra min. |
|
Array. kurdekî zîrek fikiriye heger koma la casa de papel kurd bûya? înstagrama kuriko: Here lînkê
koma jinan:
wêneyê nîşande
|
|
Array. #126630 hahah profesor eyn wek kurda ye .. |
|