1. çavdêrîyek subjektîf e. bi min wer tê van salan eleqe ji bo kurdî hinekî din zêdetir bûye. |
|
30.11.2019 18:06 |
simurg56
|
2. a ku hinek bala min jî kişand. |
|
30.11.2019 21:00 |
brusk56
|
3. Çavdêrîyek zêde optîmîstîk e. Erê li alîyekî eleqeya zûmreyekî zêde bû lê li alîyekî din de jî windabûna jenerasyonekê bû mesele. Berî kes kurdiya nivîskî nedizaniya ango hişmendiya ji bo kurdiya nivîskî tune bû lewma zêde eleqe jî tune bû lê zarok heta kalûpîr pirranîya Kurdan bi kurdî diaxifiya û difikiriya. Îro Nifşekê mezin zimanê xwe nizane ji bo zanînê jî ti efort serf nake. |
|
30.11.2019 21:32 |
xelîl
|
4. Ez liseyekê kar dikim û carna binve binve fikr û zikra wan dipirsim kurdî pir kêm e xwestina buyîna polîsî eskerî mixabin ne kêm e. Wekî din jenerasyona 2000 ê û piştî wî pir vala ye. Xwedê silametî bide me. |
|
30.11.2019 22:50 |
azad30
|
5. Di gotinê de mirov dikane bibêje ku zêde zêde eleqedar in. lê weke (bnr: azad3o) nivîsîye ev tişt bes di gotinê de ye. û mixabin van kesan jî nûnerên ew jenerasyonê ne ku çarenûsa welatekî di destê wan de ye. Lê min zêde ne hêvî ye ku ev tişt nîşaneya tu g*yê be ... Mixabin... |
|
30.11.2019 23:03 |
darînê daryo
|
6. Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne. |
|
13.01.2020 23:20 ~23:34 |
lehî baranyan
|
7. Heta ku androida bi kurdî û perwerdehiya zikmakî dest pê nekê ti geşbûn jî çênabê. Tenê xwexapandin e. |
|
13.01.2020 23:45 |
gumgumok
|
8. Pişaftin hatîye asteke ku dema bi kûrdîka baş daxivî dê û bavê mirov jî baş ji mirov fêm nakin |
|
14.01.2020 02:46 |
tîrêj zana 21
|
9. eleqeyek heye bes tenê di nav komeke biçûk de ye ev. meriv li kovaran kurdî dinere, pirraniya wan eynî kes in. li medyaya civakî ev kes çi guyî belav bikin eynî guyî di nav van kovaran de jî belav dikin. heqqeten tişkî nû û kesên nû tune ne. li amedê di her warê jiyane de bi kurmancî diştexilim lê ev çend salên dawî di kafe û mixazeyan nifşekî pîs peyda bûye ku peyvek kurmancî nizanin. ez dibêm "xêra xwe sê çayê bîne." dibê "kurtce bilmiyorum." la oxlim me ji te tarîfa tirşikê nexwestiye ku tu ji me fêm nekî hey keroxlîker. ez jî bi wan kesan re naştexilim, dibêm "gazî yekî ku kurmancî zane bike" |
|
14.01.2020 12:49 |
yusiv hemed
|
10. ez dibêjim qey xwedan vê angaştê û ez di gerdûneke cihê de dijîn. çimkî min bixwe zêdebûnekê nedîtîye. ev deh sal in ne tîraja kovaran ne tîraja pirûkan û ne jî ya rojname wesayreyan zêde nebûye. |
|
14.01.2020 13:37 ~13:38 |
ferhenga şikestî
|
11. (bnr: sal bi sal xwezî bi par) |
|
14.01.2020 19:04 |
tîrêj zana 21
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |