1. kesa/ê ku nexweşan ji nexweşiyan xilas dike. bi gelemperî singekî qûna wê/î de heye û mixabin nikare vê yekê bi xwe terapî bike. |
|
09.07.2013 00:35 |
gimgim
|
2. dixtor/doktor/doxtor. |
|
09.07.2013 09:30 |
azadixwaz
|
3. kesê ku karê wî ew e ku qet bi mirovên "normal û saxlem" re muxetab nebe. karekî zehmet e welhasil. |
|
09.07.2013 11:10 |
simurg56
|
4. li herêma hekarî û behdînan jê re dibêjin nojdar an nijdar jî.. ez ne şaş bim ji peyva nişter an neşterê ya ku di wateya kêra emeliyatê de ye hatiye darêjtin.. |
|
06.08.2013 19:55 |
endazer
|
5. cem bijîşk nabejin tixtor an jî doxtor te gotin |
|
18.08.2013 16:53 |
rabo
|
6. kesê ku ji nexweş zêdetir bi mirov û xizmên nexweş re mijÛl dibe ye . |
|
01.11.2013 01:31 |
brusk56
|
7. ew kesên ku li mirov nemêzenin jî fehm dikin be çi nexweşî bi wan re heye. |
|
25.11.2013 02:50 |
gêjê
|
8. mirovekî, dê ya xwe ê nexweş birîye li cem bijîşk. |
|
09.12.2013 17:54 |
nazim tolhildan
|
9. belkî bi keri we were videos of medicine |
|
05.01.2014 03:11 |
diljan
|
10. mirovên li dewleta romiyan de mecbûre li dereke kêmbijîşk kar bike. ew der pirranî bakurê kurdistanê ye. |
|
03.09.2015 00:40 |
berxweda
|
11. ên ku bi derdê nexweş û bi zêdetir ên xweyê nexweş ve mijul dibin. |
|
03.09.2015 00:49 |
azadixwaz
|
12. her çiqas pereyek xweş bistînin jî karê wan karekî bi rîsk û zehmete ti rehetî tuneye jiwanre. xwedê alîkarê wan be,xwedê hînkî serê nexweşên wan nermbike înşelah û xwedê sebr û silametê bide wan û hew. |
|
03.09.2015 23:32 |
shorbevan
|
13. doctor, doktor, hekîm, toxtor, nojdar. |
|
03.09.2015 23:34 |
diclefirat
|
14. simurg56 ne tê de pirraniya bijîşkên min nas kirîn û ez nas dikim qurre û nefsmezin in, kompleks û kaprîsên wan hene, ji wan we ye şagirdê xwudê ne, xwudê mirovan çêdike ew jî baximê li wan dikin, ya rastÎ ne tenê bijîşk, parêzer û mamosteyên zanîngehan û çend kar û pîşeyên din jî hene wekê bijîşkan qurre û nefsmezin in, lê ji ber ku ew wekê bijîşkan ne di nav xelkê de ne, anku kîtleya ku berê wan lê ye, ji ya bijîşkan biçûktir e heta belkî elîttir û rafînetir e, nefsa wan ya mezin ew qasî kifş nabe û xelk jî zêde li wan nagire û gilî û lomeyan ji wan nake.. |
|
04.09.2015 02:03 |
endazer
|
15. erê, gotina etîmolog û zimanzanên kurdî ye. lê heke wateya bijîşk (bijî-şk) ê ku jiyîn dide, jîndar dike be wê gavê mirîşk (mirî-şk) tê çi wateyê? gelo mirîşk firrindeyek kedî ye an ê ku mirin dide ye? |
|
09.05.2016 22:39 ~22:53 |
remlavêj
|
16. Kesên di bin barê giran de ne. Rojekê li nobedê ne. Roja din tên û xewa xwe distînin û roja din dîsa li nobedê ne. Ma aqilê min ê niha li ser min bûya ez dibûm bijîşk :( |
|
09.06.2016 22:47 |
berxweda
|
17. bijîşkên nizanim çidikin ji hewqas pera dehsalan bixebitin û rûnên perê xwe bixwin çi çav birçîne yaw an rihetîyê betlaneyê dixwazin bira ji xwera nexweşxaneyek vekin bira bi dewletêva ne girêdayîbe, bijîjkên tirşikê jî nikarin gelo tiştek wiha bikin? ez di apê xwede zanim apê min jî bijîşke nexweşxaneyek wan heye dîsa serê wî rehete nerehete nizanim * |
|
10.06.2016 01:07 |
shorbevan
|
18. Peyva ku ez dema ku ji mazinekê/î xwe ra dibêjim dibe sedema kenî û yarîya : 'bijîşk çîye kurê min ma navê wî doxtor nîne' . dê werê bêje mazinêt xwe bijîşk kurdîye xalo kurdî dev jî doxtora moxtora berde.. |
|
10.06.2016 11:31 ~11:33 |
azad30
|
19. Karek pir zor û stres e lê li gel betlane û kêmbûna mesaîyê jî têra xwe bêhnvedidin.(ez bêjim wisaye, herhalde * |
|
03.06.2017 15:28 |
azad30
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |