1. bela seran e . |
|
05.08.2013 01:13 |
brusk56
|
2. hevalê minî wek sî ya mine. qet terikandina min nake û êdî ez jî hîn bûm. bi rastî gele caran êşa wê xweşa min jî diçe, dermanên êşbir venaxwim û jîyana min de astengîyê ji min re peyda nake. |
|
19.03.2014 19:41 |
nazim tolhildan
|
3. nexweşiyek îdiyopatîk e, yanî hê nehatiye fêhm kirin ku bingeha wê çi ye. |
|
26.04.2014 10:25 |
kevçiyê dil
|
4. Mîgren nexweşîyeke ecêw e. Wekî mînak nîşane/amajeyên wê ji her kesî cihê ye lewre jî divê meriv bikaribe tiştên ku mîgrena wî/wê tesîr dike ferq bike û li gorî wê bijî. |
|
30.03.2018 04:32 ~04:34 |
jifêzagorda
|
5. êşeke bela ye. ji pirtûka firat cewerî, "ez ê yekî bikujim" qalkirina êşa serî û mîgrenê: |
|
31.03.2018 15:39 ~2019.06.18 00:23 |
mirovekirind
|
6. Nexweşiya go axlebe bela serê jinan e. |
|
14.04.2018 14:00 |
gumgumok
|
7. Nexweşiyeke êdî ez jî pir jê aciz bûme. Bi takekesên malbata min hemûyan re heye mixabin. Ez çiqasî baldar bim jî dîsa bi awayekî diêşe. Heta ji min tê ez hebên serêşê naxwim lê dema mecbûr dimînim dixwim. Min îro erebe ajot serê min neka hinekî diêşe. Ma ez ê bi peyatî ji gund werim Mêrdînê ya Xwedê? |
|
27.05.2020 14:17 ~2021.04.05 21:37 |
xabûrî
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |