1. kêzikek biçûk û grover e, perên wê sor in û li ser xalên reş hene. |
|
08.05.2014 05:54 |
kevçiyê dil
|
2. xalofır(zazaki) uğurböceği(tırki) |
|
08.05.2014 11:56 |
zeyno ziyani
|
3. kêzikeke îstîsna ye ku dilê mirov jê naxele. neyarê mêşan e bi hêkên wan zikê xwe têr dike ji loma hinek cotyar ew ji çol Û çiyan didin hev û berdidin nêv bexça xwe. |
|
08.05.2014 16:28 |
oxir
|
4. kêzika ku ez pirr li benda wê sekinîme |
|
17.05.2014 20:01 |
bayesar
|
5. kêzika kêzxatûn jî tê gotin jêre. |
|
01.12.2015 13:14 |
shorbevan
|
6. Em piçûk bûn me xalxalok hildida li ser destê xwe me digo xalxalok xalxalok tu birrî ciya min ê kurekî bîne, tu bifirî ciya min ê qîzekî bîne.. x5 car * |
|
11.04.2017 15:09 |
bûtîmar
|
8. Navê straneke ye. Gotinên stranê: Dil xembar e tengezar e Bê sitar e dil... Dil şewat im, bê tebat im Wek Ferhad im ez... Xalxalokê xalxalokê Ey şêrînê dil xapokê Ken direvin, şev bê xew in, Birîn bê kewîn lê... Gelek dijwar e, her tişt min sar e Mirin her car e lê Xalxalokê xalxalokê Ey şêrînê dil xapokê |
|
27.11.2020 01:13 |
merwano
|
9. Li ba me jê re dibêjin teyrika xalo. |
|
12.04.2023 14:41 |
cinorek
|
10. Kêzikeke rengê wê sor e û xalên reş li ser in. |
|
12.04.2023 17:01 |
cezmîkurd
|
11. em jê re dibêjin "kêzikê hecê" lê tu eleqeya wê bi hecê re nîne? Min jî fêm nekir çima em wisa dibêjin * |
|
12.04.2023 20:23 |
horhorik
|
12. kêzika hecê |
|
13.04.2023 11:12 |
xabûrî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |