1. pergaleke xebatê pergala xebatê ye ku li ser bingeha linuxê hatiye avakirin. ubuntu di nav pergalên xebatê yên ser bingeha linuxê, ya herî populer e. belaş e û ya herî girîng ew e ku kurdî ya wê jî heye. |
|
30.05.2013 12:48 |
simurg56
|
2. pergala xebatê yê xwediyê du bernameyên bi navê unetbootin û grub customizer ku her car navê wan ji bîr dikim, aha min li vir nivîsand ku ji bîr nekim. |
|
02.06.2013 15:41 |
simurg56
|
3. pergala xebatê ku versiyona 13.10 derketiye. |
|
28.10.2013 19:35 |
simurg56
|
4. pergala ku tenê bi qasî du seetan min kariye ez xwe li ber ragirim û pê re debar bikim.. ji bo kesen hînî wîndowsê bûyîn zehmet e ku êdî qîma xwe bi pergalinên din yên wekê ubuntuyê bîne.. welê bawer dikim di nav çend salekî de versiyona kurmancî jî wê têkeve piyasê.. ji xwe di halê hazir de versiyona wê ya bi soranî heye.. yanî bila kes belesebeb reheta xwe xirab neke, min xirab kir ez poşman bûm.. |
|
28.10.2013 23:47 |
endazer
|
5. pergala xebatê ye ku berî 5-6 salan dema min weke yek ji berpirsiyarên koma wergera kurdî, ji bo belavkirinê cd'yên belaş ji wan xwestibû, camêran 100 heb cd ji min re belaş şandin. lê mixabin ji ber zagon û bûrokrasiya nalet ya tirkiyê min nekarî ji gumrikê bistînim. |
|
29.12.2013 22:19 |
simurg56
|
6. Pergala ku carina cdiyên wê di gumrika tirk de asê diminîn. Tişta ku niha ez meraq dikim gelo kirin qûna xwe wan cdiyên ku di destê wan de man. |
|
29.12.2013 22:38 |
ceso
|
7. me go başe başe, wê jî di xwe de rît. |
|
13.03.2014 17:16 |
dara berrûyê
|
8. îşelleh wê li rojavayê bibe pergala komputerên saziyan. îro kesek ji rêveberiyê daxwazek wisa ji koma ubuntuya kurdî kiriye. |
|
20.05.2015 23:15 |
simurg56
|
9. ev çend sal e min dixwest ubuntu bar bike lê firset nediket destê min ji şixulan... çend roj berê piştî gengeşiyek 32-64bîtan min pc-ya xwe ya masê kir ubuntu. kêfa min jê hat lê ji ber kevnbûna pc-ya min a masê ez xêra wê nabînim, gelek hêdî ye. lê min karê wê ya laptopa kekê min dît, evîndarî ubuntu bûm. windows zulm e. hew ez vê dibêjim. |
|
26.07.2015 00:15 ~2015.11.04 22:18 |
biruya hayao miyazaki
|
10. ya min îro li komputera xwe bar kir. heta niha di komputera min de windows hebû lê vaye heftiyek e venedibû, min jî ubuntu lê bar kir ku bikarim belgeyên xwe xelas bikim. |
|
04.11.2015 21:51 |
brusk56
|
11. Dema ku min nuh dest bi androîdê kiribû android studio hîn derneketibû, tenê bi eclipseê sepan dihatin çêkirin. Ji ber ku kombersa min amd bû, eclipse ji bo androidê nedixebitî. Min çi kir nekir nebû û herî dawî min Ubuntu saz kir lewre di ubuntuyê de eclipse ji bo androidê jî dixebitî. (Piştî mehekê androîd studio derket) min nêzî 2 mehan filan ubuntu bi kar anî lêê zilm bû. Tê de paint filan tune bû ku min karên xwe yên hêsan bimeşandana. Min her carê windows vedikir karên xww dimeşandin û vedigeriyam ubuntuyê(rizalet bû) piştî derketina android studioyê mehekê filan ez tûmerî vegeriyam windows 7ê û hîn jî windows 7ê bi kar tînim. Carinan karên min bi ubuntuyê dikeve, ji flaşdiskê vedikim û karên xwe dimeşînim. |
|
05.11.2015 01:04 |
mergehez
|
12. pergala xebatê ye. yanî komple sîstemek e. loma divê bi bernameyan neyê tevlîhevkirin. |
|
05.11.2015 12:27 |
simurg56
|
13. Here lînkê |
|
05.11.2015 20:26 ~20:29 |
dara berrûyê
|
14. Pergala ezê jî ji bo komputera xwe biceribînim û hêviyên min mezin in. |
|
05.11.2015 21:46 |
azadixwaz
|
15. pergala min li komputera xwe bar kirî. xwedê deh caran belaya xwe bide windows 8ê. hema hindik mabu ez komputera xwe biavêjim; toshiba w30dt-a-104, înşileh ezê êdî neavêjim. min niha dest bi kar kirine kir û ji windowsê gelek baştir e. |
|
12.11.2015 23:39 |
azadixwaz
|
16. rojekê antropologek li afrîkayê, hemû zarokên qebîlê top dike û ji wan re lîstikekê dilîze. hinek fêkiyan datîne bin darekê û ji zarokan re dibêje "emê pêşbaziyekê bikin, di nav we de kî berê here bin darê, bila hemî fêkiyan ew bixwe". lîstik destpê dike, lê ji zarokan kes nareve. hemû ji destê hev digrin û bi hev re diçin bin darê. paşê jî hemû fêkiyan parve dikin û dixwin. antropolog ji wan dipirse "we çima wisa kir?". zarokan: "me ubuntu kir. ger me pêşbazî bikira, yek ji me tenê yê fêkî bixwara. lê bi vî avayî em hemû tev dixwin. |
|
13.11.2015 12:55 |
nazim tolhildan
|
17. êdî hêdî hêdî cihê xwe dihêle ji linux mintê re. |
|
13.11.2015 18:57 |
simurg56
|
18. pergala ez li ser komputera xwe ya toshiba w30dt-a-104 bikar tînim û bi rastî jî ji windowsê pir baştir e lê dîsa jî xwedê bela xwe bide vê komputerê û ne tişteke din. |
|
08.12.2015 11:41 |
azadixwaz
|
19. salê çûyî ji ber sedemê kevnbûna kombersa min ez ketibûm taxa ubuntuyê lê belê ne ubuntu ne jî lubuntu û kbuntu çare nebûbû... min jî bi hêrsî hema ew kombersê avêtibû çopê û laptopekî baş a bi windowsa nû kirîbû. lê ji ber nûbûn û leza wê ya xweş, min ne xwestibû dest biavêjim kombersê. |
|
19.05.2016 22:55 ~2016.05.20 21:02 |
biruya hayao miyazaki
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |