1. kar û xebatek baş e. (ji bo yên tirkî dibêjim; bi saya xwendina romanan tirkiya min ji ya piraniya tirkan baştir bû û azmûnan de jî gelek bi kêrî min hat.) |
|
30.06.2014 21:46 |
simurg56
|
2. ne karê her kesî ye.... Bo wateya xwendina romanan divê mirov pirtûka pamuk a "romannûsê saf" û di ber re jî ya mario vargas llosa ya "nameyên ji romannûsekî xort re" bixwîne.. Bi min ne hewce ye tiştek di hêşê me de bimîne, em çi dixwînin jixwe bi her awayî di derhişê me de dimîne û em jî bi bandora wan a xort tecrubeyên cûda dijîn û jiyana xwe rengintir dikin ligel vê yekê jî ew bûyer û hest, reng, bêhn, awaz û xeyalên nav romanê jî di heman demê de hestên me yên veşartî jî şîyar dikin ku ew jî bixwe wek terapiyek e, jixwe cûreyeke terapîyan heye jê re dibên biblioterapî (terapiya bi pirtûkan).. Roman jî ligel malzemeyên xwe ên kûr û dewlemend bo vê armancê amraza herî bi kêr hatî ye.. lê êdî li gorî mirovan diguhere hin kes bo kêf û xweşiyê û hin kes jî bo hînbûna tiştan dixwînin |
|
30.06.2014 23:45 |
elomelo
|
3. keyf e. weke jor jî hatî gotin ji xeynî keyfa dema xwendinê de dide mirov pê ve mirov kurtir, bitecrubetir dike. weke ku mirov ji temenê xwe zêdetir jiyabe û weke ku mirov ji yek jiyanî zêdetir jiyabe, weke mînak bi nivîskariya yeke baş mirov ji jinan baştir fêhm dike, awayê fikirîna wan bêtir têdigihîje, bi vê jî mirov ji pencereyeke firehtir li dinyayê dinêre. ji xwe ne hewceye em behsa binhişê mirov bikin lê başî û nebaşiya wê jî mirov dikare nîqaş bike. |
|
01.07.2014 00:13 |
azadixwaz
|
4. tişta ku wek guhdar kirina filman e lê xwendin him zimanê mirov bi pêş dixe, him asoya xeyala mirov firehtir dike. |
|
01.07.2014 00:15 |
brusk56
|
5. asoyeke firehtir û jiyaneke cûdatirr li xwendekar zêde dike. bi her romanê mirov fesilandinekê ya takakesitiyekê li xwe bar dike . lê mikurhatinek ku bivê ji her xwendina romaneke daxwaza ronannûsekê li min |
|
01.07.2014 16:15 |
mervan roni
|
6. ji xwendina romanan gelek eciz im. bila kes dilê xwe negire lê belê bi tenê mariv dema xwe pê re diqedîne jixwe dema min qet tune ye ez êdî qet nikarim roman bixwînim.. |
|
02.07.2014 14:54 |
ferhenga şikestî
|
7. carina ne tenê fanteziyên nivîskaran lê pêşketin û nûbûnên zanistî jî derdixîne holê û dibe lokomotîfa wan; |
|
02.07.2014 19:38 |
simurg56
|
8. wek li jor jî hatîye gotin nûbûnên zanistî jî derdixîne. yek ji van psikianalîze freud e: bi qewlê frued, heke romanên dostoyevsky bi taybetî jî ya bi navê biraderên karamazov nîn bûya, wê afirandinê teorîyê psikanalîz jî tune bibûya. ji ber ku tesîre karekterên dostoyevsky li ser wê teorîya ha heye. |
|
02.07.2014 22:39 |
ervah.azad
|
9. bi min her çendî xweş be jî pratikê de xwendina pirtûkên zanistî bêhtir fonksîyonel e. |
|
21.08.2014 12:17 |
ervah.azad
|
10. dema di lîseyan de wekî spartekan tê dan xwendekaran, dibe zulm û çavkaniya nefretê. armanc xweş e lê ji bo pratîkê gelek tiştekî îdeal e. |
|
05.10.2014 00:11 |
biruya hayao miyazaki
|
11. Ku eger Roman li gorî hizra mirovî/ê dernekeve hingê xilaskirina wî zehmet e. Ez niha romanekê kurdî ku îsal çap bùye dixwînim lê yaw arkadaş MA mirov qet bûyer, rewş, kesayetîyekî, anjî civakekî ; ew çend çewt, ewqas çêkirî ewçend ji rastîyê dûr, ewqas xeyalî, ewçend cîhanek pembe, ewçend şayesandinî tê kirin MA qet dibe tiştek wisa ez ne wêjevan im lê tiştê ku dizanim divê nivîskarê/a romanê hinek rastîya civakê bînîte berçav divê hinek dîmenên rojane ku em her roj lê rast tên di nav romanê de hebe li Ser da jî tiştê ku em hêvî dikin cuda ye tiştê rast cudaye . nivîskar Azad e loma ne mecbure ku kesayetîya lehengê bike yek şeklekê lê dîsa jî divê ji jîyana rastî ew qas dûr nebe. |
|
12.06.2016 14:06 ~14:10 |
azad30
|
12. xwendin her dem xweş e. Pirtûka min a yekemîn sefîller bû. Ev pirtûk min xiste nav bûyerên pirtûk ê û em bi hev re heta dawî jiyan. Di hemî pirtûk a de taybetî yê wisa hene. Car caran tiştê netişt di hiş de vedije û ev saya xwendin e. |
|
13.06.2016 13:12 |
dizek
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |