19. Dema ku mirov hemû îdeolojiyên xwe li alîyekî bihêle û xwe ji fikr û ramanên sîyasî bihêvişîne wisa li ser sûdgirtina bernamê raweste dê wer xuya bike ku feyde wê ,bernamê ji hêla zimên de gellek zêde ye . |
|
13.02.2015 00:25 |
pîlerka pîr
|
20. li ser youtubeyê cara yekemîn çend beş ên bernameya listika peyvanê temaşa kir....çend gotinên nû bihîstim ev in.. |
|
13.02.2015 00:49 |
havka
|
21. bernameya ku pirsên wan gelek caran xelet tên pirsîn, carine jî tiliyan xwe dixin qûna xwe û peyvan jê derdixin. |
|
13.02.2015 21:28 |
dijber
|
22. gelo derdê rêvebirên trt kurdî yê çi ye? kwîr in an kerr in? ma qey nabînin, nabihîzin? ma qey ji biçûkxistina kurdan bextewar in? ew bername, tenê nezanî û belengaziya kurdan derdixe pêş çavan. berî ku hûn ê bernameyên bi vî rengî çêbikin, zimanê wan li wan vegerînin, zimanê wan. kurdî ji kurdan xeyidandin, kurdî ji kurdan xeyidî, hatine bi kurdî ji kurdan pirsên kurdî dipirsin û belengaziya wan wek nezanî li nav çavên wan dixin. ka aqil! |
|
19.03.2015 13:40 |
remlavêj
|
23. bernameya ku ez dibêm qey edîtorên xwe guhertine, heçku ji berê baştir bûye. gotina kak masûm ya heerrrrrrr bijjjîî jî bernameyê xweştir dike. |
|
20.03.2015 02:00 |
seydayê_peyvan
|
24. pêşkêşvanê wê ya masum elmas îro beşa dawiya bernameya xwe pêşkêş kiriye. piştî bernameya îro êdî yekî din pêşkêşê bernameyê bike yan jî dibe ku bername biqede. merivekî fikrên xwe rasterast eşkere dikir dibe ku loma hatiye veqetandin. |
|
15.04.2015 22:00 ~22:03 |
mîr
|
25. Di trt kurdî de bernameyeke pêşbirkê ye. |
|
21.07.2015 22:55 |
mergehez
|
26. bernameya ku ger sepana wê ya telefonan were çêkirin, bêguman divê navê wê ka bila bê be. |
|
22.07.2015 10:19 |
simurg56
|
27. bernameyeke dema ku temaşe dikim herî zêde bi hêrs dibim e. bavo carinan peyvên pir hêsan nizanin, welehî min dîn dikin. |
|
27.02.2016 10:47 |
nazim tolhildan
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |