Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ferhenga şikestî - tirşik
ferhenga şikestî
(21) (2) (15)
di mijarê de bigere

126. Pîroz û bimbarek bin aqûbet li serê keç û xortan..ez li amedême min do pêr digot ezê li vê peyamê binihêrim zewac/91341 ka dawet kîngêye e welleh xwedê jî zane.. dengek ji ferhenga şikestî jî nehat ne got cîhê dawetê li kure.. şans û sihûda wî heye ez ne liwirim xweydana ku niha têdeye minê wî bikşanda vîdyoyê * ez neçûme dawetê gere ferhenga şikestî peya nebe.. * wekî ku ew jî dibêje dîsa min saçmalamiş kir hetanî bibe/ pêkanbe min nedin xeberdan *



24.09.2016 21:45 ~21:48 | shorbevan

127. gava dî xebera min jê çêbû ku îşev daweta wî ye, ser xêrê be, bi dilek xweşî be, ew û hevala xwe li hevdu pîroz û bimbarik bin, aqûbet li serê nivîskarên din ên azeb û berzewac ;)



24.09.2016 22:48 | endazer

128. ser xêrê îşev zewicî, niha hê jî dawet didome. wek li jor hatî gotin em pênç şeş niviskarên tirşikê li dawetê amade bûn.



dawet li eywana zewacê ya pirlanta, li eywana duyem pêk hat. ji ber ku ez hinekî zû çûm, qederekî, yanî gelekî * ewqasî li ber deriyê têketinê sekinîm. paşiyê darînê daryo hat, ew û bavê xwe pevre hatibûn ji bismilê, pê ereba xwe; em pevre li ser maseyekî rûniştin. dawet lê dida, cara ewil ez û darînê daryo pevre rabûn qederekî delîlo! reqisîn, paşê hat bîra min ku azad30 di rê de ye, ez vegeriyam ber derî, hatibû, rûniştibû; em hinekî rûniştin hersê, piştî axaftineke kurt em dîsa rabûn delîlo! reqisîn. paşê brusk56 û gelawej jî bi dorê hatin, em ba hev rûniştin; paşê em her pênç pevre rabûn delîlo! reqisîn.



ferhengo jî feqîro carna bi darê zorê carna ew û xwe diket nava dîlanê, delîlo(!) carna jî tenê tenê direqisî; kelecana wî li lingê wî dida; dîsa xweşik bû, pêşiya pora wî dîsa berbijor rast bibû, çav kildayî, bedil lê rûniştibû! ji xweşikiya wî dor negiha bûkê, min nekarî çavdêriya wê bikim!



omer faruq baranê sirûcî jî li wir bû, ew û çend hevalên wî bûn, ji dûr ve me silavek da hev, çend cara reqisî, dema xelatdayînê xelata xwe da û hat xatir xwest û çû, çû, çû û çû. lê dema stranbêj digot "apo apo apo, apê me kurda, serok û rêber birêz ocalan" devê ji kena ki guhê wî diket * heke min nezaniya ku ew talabanîcî ye min ê bigota ev camêr apocîyekê esîl e.



kola, çerez (fişteq, behîv, fisteqê binerdê) û dawiyê jî paste hat; min û xwe têr xwar.



axirê eywan hêdî hêdî vala dibû, darînê daryo divê vegeriyana bismilê, em yên mayî jî (brusk56 û gelawej hinekê din zutir derketin) pevre rabûn, me xatir ji ferhenga şikestî xwest û careke din gotiyê ser xêrê be, û em belav bûn.



24.09.2016 23:03 | xendekî

129. Li ser xêrê be. Xwedê wî û hevala wî bi hev şa bike *



24.09.2016 23:08 | berxweda

130. Rojên xwe her bextewar bijîn. Daweteke gellekî xweş bû. Helbet divê mero di vî xweşiyê de keda tirşikvanan ji bîr neke .



24.09.2016 23:59 | darînê daryo

131. (bnr: ka îmîşê para me) *



25.09.2016 13:26 | bûtîmar

132. ew jî li hespê rêzimanê siwar bûye û xwe berde çola kurdî. destê wî terr bin.



02.02.2017 13:25 | xendekî

133. nivîskarê tirşikê yê spehî, du roja carekî esseh diçe roj cafeyê. û xweyheq e, tu bê derîyê çîyê cihê herî maqûl û xweş roj cafe ye.



07.04.2017 19:15 ~19:16 | xendekî

134. Xweziya min dilê wî , aqûbet li serê min. Bûye sedem ez li ber xwe kevim :/



01.12.2017 13:42 | biaqila malê

135. Tiştên dirêj û xweş dibêje. Xwêya tirşikê ye. Tirşik pê xweş tirşik e. Bila tim bitirşikîne.



01.12.2017 18:59 | hêvî

136. Tirşikvanekî xwedî kurmanciyeke herî baş e. Ji peyamên wî xuya ye ku kurdî dixwîne. Xwe bi pêş xistiye. Ez bawerim ferhengê wek ferhengek bi kar werîne û ji xwe re forumek an jî blogek veke û tenê serpêhatiyên xwe jî binivîse jî ew serkeftî bê û gelek tê xwendin.



20.12.2017 13:47 | bilbilê dilkul

137. nivîskarê ku wa ye entrya xwe ya çar hezarî nivîsand û ji bo demeke nediyar dê bêhna xwe vede...
dixwazim bêjim jixwe ez li ser vekirina bloga xwe diponijim û xwudê bêje erê ezê di nava çend mehan de bloga xwe vekim. heta wê gavê ezê bi xwendinê re mijûl bibim. dûre jî li ser bloga xwe...
ez hêvî dikim ku bilbilê dilkul biniya rexneyên xwe tije bike û her roj beravajî me bi entryên têr û tije tirşikê bixemilîne. bo biçûkêd kurmancan



20.12.2017 15:08 ~15:10 | ferhenga şikestî

138. Yek ji bircên tirşikê ye.
Subjektif yan objektif ferk nake ez hemû peyamên wî dixwinim.



20.12.2017 15:43 | cinorek

139. biryara wê ya bêhnvedanê gelek bûrjûvatîk xuya dike û kêfa xelkê jê nehat. (bnr: tulay gitme geri don) *

henek aliyekî bi ya min jî divê blogekî binexşîne. meriv di blogê de hinekî din berhemdar dibe û derfetên nivîsa xwe diceribîne û ez ê gelek kêfxweş bim bi xwendina ceribên wî. lê tirşik bi wî gelek xweş e. bira here dawiya hefteyê bêhna xwe vede û vegere ser karê xwe hema nebû, bira zanibe dê xelkê bêriya peyamên wê bikin. *



20.12.2017 16:09 ~16:09 | biruya hayao miyazaki

140. (bnr: Şikestina ferhengê)



20.12.2017 18:50 | mîr

141. (bnr: çûna te)

tirşikvana tawanbar dikim
vî tirşikê didarzînim
bi forûman re şer dikim
ji ber ku ev jî bûn sedem ji çûna te.

(bnr: neçe)



21.12.2017 12:28 | bûtîmar

142. Nivîskarê go diçe, Cihê wî zehf xuya dike



03.01.2018 17:33 ~22:02 | gumgumok

143. barkem vê carê dilê wî ji tirşikê maye..
min navekî teze jê ra dît (bnr: ferhenga dilşikestî) *



03.01.2018 20:37 | bûtîmar

144. nivîskarekî tirşikê ye ku heke pirtûkên xwe yên kurdî bide min, ez dê bi niza'm çend dersên devkî wî hînî îngilîzî bikim.

çiqas dizane ez nizanim. lê bi skypeê em ê ji xwe ra bi zimanê londonîyan biaxivin. nivîskarê hêja, ferhenga şikestî, ji kerema xwe, bila ji min ra bersivek bişîne. di şûna dersê da bi tenê pirtûkên kurdî tên qebûlkirin.


têbinî: di dersa skypeê ya me da ku dê bi awayekî professional be kurdî qedexe ye.



10.12.2018 01:37 ~2019.10.13 17:00 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga etîmolojiya kurdî
» şikestî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî