1. riyeke daxistinê ye. Bi ya min nîvê înternetê daxistin e. Belkî di înternetê de peyva ku herî zêde tê bikaranîn download be, yanî daxistin be. mirov dixwazin her tiştî daxin, lê gelek caran jî nizanin ka wê çi, ji ku derê û çawa daxin. Riya ku herî zêde tê bikaranîn daxistina ji malperê ye. Weke mînak ji malpera me daxistina binnivîsan an jî daxistina fîlman û her cure tiştên din ê ji malperên weke rapidshare.com. Malperên parvekirinê yên mîna rapidshare wisa bixebitin: |
|
21.07.2013 21:48 |
simurg56
|
2. li vir jî hûn tişta le digerin karin zû pêy de bikin |
|
11.11.2013 21:36 |
diljan
|
3. çi tişteke xweş e xwedaaaa. Hert tişt heye maşelleee mîna baqalên kurdistanê. Her tişt tê peyde kirin * E-pirtûk, fîlm, album û nizamçik nizamçik. |
|
29.03.2017 04:17 |
gulêê
|
4. Ger ev platform tunebûya wê min çi bikira nizanim. |
|
21.10.2018 05:47 |
xelîl
|
5. bila zamunda jî li vir be naverokeka zehf zengîn heye, endambûn pir hêsane û ya girîng jêderek pêbawere hefta çûyî min battlefield 1 ji wir daxist tam 60 gb heke encam pûç baya minê dixwenîha ji qehra. |
|
21.10.2018 23:55 ~23:55 |
şikber
|
6. platforma ku piştî du salan dîsa daxistiye, zanim wê kombersa min girantir bike lê XWEŞ e ha, hema fîlm filna bevan tev hene |
|
15.05.2019 23:34 |
gulêê
|
7. a ku ez demeke dirêj e bikarnaynim. |
|
16.05.2019 22:45 |
brusk56
|
8. di nav hemû sepan/bername û platforman fîlan de, tişta herî mayînde ye. ji bo peydakirina tiştên îllegal rîya herî hêsan e û ya jê girîngtir ew e ku gelek zehmet e ku were astengkirin. jixwe ji ber wê ye ku kevin nabe. |
|
17.05.2019 23:33 ~23:33 |
simurg56
|
9. Saziya ku bi navê bit torent diravekî krîpto derxistiye piyasê. |
|
23.04.2021 04:01 |
merwano
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |