Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 63 peyam
şêx mehmûdê berzencî - tirşik
şêx mehmûdê berzencî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê başûrê Kurdistanê bû.



Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê qadirî Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê cîhanî yê yekê de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember ingilîz û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî şahê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û ingilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di sala 1956ê de Ji layen îngilîzan hat şehîd kirn. Here lînkê



20.05.2015 05:51 | endazer

2. kilameka kawîs axa ye ku li ser şêx mehmûdê berzencî dibêje;





gotinên kilamê;



Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê zirê



Deloylo deloylo. Bihare bi serê Silêmanî yê daketim mihelê şeran û wêla, li asmana xoş tê girênê teyara, şirqênê metirliyoza, ringênê bomba, wişênê otombêla bira gaziye gaziyê nobedara



Belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf gelek hene, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, ezê çi gawa destê xo bideme darê cambêzarê, bikujim (erzawa) xelas bikem qewmê kaptan bêla, deloylo deloylo deloylo, deloylo delo Şêxê mino, ezê hindî hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno,



Deloylo deloylo deloylo, Şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê li derî dolê, espê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf lawo xurte diket pêkolê. Şêx Mehmûd bi sê denga gazî diket Kerîmê Fetah we (mesûlê) me hemî gelî egîda wewro desthelînanekê biken, belê şerê me dige fela namînît li deştê, bila şerê me xoş bibît (keyfa kan û bela) bikewîte çiya û çolê, deloylo deloylo deloylo delo Şêxê mino

Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno



Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê zirê deloylo deloylo deloylo şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê, wa bi bere, berê sibê pênc hezar eskerê hîndîya û felereşka berê siba xêra hate sere, belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf gelek hene, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, belê çi gawa destê xo bideme darê cambêzarê bigrim şarê Kerkûkê, şarê Bexdayê, hewarekê bi êxme Londine, deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino. Ezê ewro hewar dikem fayde nîye, hewarê turka dûre, birano kurd xaiyno



Deloylo deloylo deloylo, Şêx Mehmûdê minî zerî li çiyayê Sûrdaşê siwar bî û hate xelkanê. Bejna Şêx Mehmûd kekê Şêx Qadir, babê Letîf (li min binka şînê) ruhanê, Şêx Mehmûd, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, ewe sê roje wemê wasêbûy li çiyayê Sûrdaşê, dîhar nîye li mera bê wîndadê wanê. Deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino

Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno



20.05.2015 05:54 | endazer

3. Pêşengekî Kurdistanê ye ku wek Qiralê Kurdistanê hatiye nas û bi nav kirin. Yekemîn rêberê Pêşmerge ye ku bizava azadîxwaziya Kurdistanê gehandiye astê şerê dijî cîhana modern bi şerê xwe yê li dijî Imbiratoriya Brîtanya. Wek Şêx Mehmudê Hefîd jî tê naskirin. Kurê wî Şêx Letîf yek ji damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.



Xwedê û Kurdistan jê razî ne.



20.05.2015 06:55 | cngsgncc

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx zelala ji fînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi yendin muzik dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî