Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beytocan - tirşik
beytocan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ne azer bülbülê kurdan e.

dema nav tê gotin, pêşîn hevoka bide bi soru soriyem, urfaya heqqet niye paşa gelmiş?

beytocan vê hevokê strana serhado ya bi navê "lo dilo" de dibêje. komîk e.



04.08.2013 03:03 | simurg56

2. eslê xwe de navê cûreyek tiryakêye.li her kolanê bajarê kurdistanê tê firotin.



04.08.2013 14:54 | tivirloismail


4. (bnr: em mane li ber dîwaran lo dilo)



11.08.2013 16:40 | cirano

5. erebesk merbesk em hejî dikin tu her hebî beyto



14.08.2013 17:22 | şevko

6. di ekşisözlükê de derheqê camêr dibêjin destê xwe li xwîna yekî gerandiye û rev reva xwudê çûye ewropayê û ji bo were parastin xwe xistiye di bin bask û banê pkkê de.. xêr û guneh di stûyê nivîskarê ekşisözlükê de be.. camêr ji mûzîka xwe bêtir bi ereqxwariya xwe tê nasîn mixabin.. dîsa li gorî gotegot û kurtepistên ji devê jinebiyên li ber dora tenûrê camêr berê di bar û pavyonan de derketibûye ser sehnê û ji alkolîk û ereqxuran re mûzîk û hunera xwe îcra kiriye.. heta li gorî heman çavkaniyan camêr di jiyana xwe ya berê de bi stranbêjên tirk yên erebeskbêj yên wekê selami şahin û orhan gencebay re jî şixuliye.. bêtir bi strana xwe ya bi navê agir ketiye dilê min tê nasîn û zanîn..



06.10.2013 03:37 | endazer

7. stranên wî ên navdar:

(bnr: her tişt vir e dinya fanî)

(bnr: hecî)

(bnr: harûnê min)

(bnr: diyarbekir mala min e)

(bnr: agir ketiye dilê min)



18.02.2014 15:47 | mergehez

8. araqê bidê û li tenekê xe, ew ê ji te re bi livandinek derveyî çarçoveyê bistrê



08.07.2015 00:20 | hola êzîda

9. stranê wî yên gelek xweş hene kî çiye hatîye gotîye stranê wî edî bûne stranê klasîk. hunermendê ku împaratorê tirek jî stranê wî gotiye. stranbêjekî ku heyranê wî jî hene.



08.07.2015 21:14 | shorbevan

10. Hunermedekî bi deng û Tarza xwe di dilê gelek kesan de bicîh bûye. Xwedî dengekî biheybet e. Îro min nûçehekê da dîtî dibêjin çûye ber rehma Xwedê gelek xemgîn bûm lê paşê birê wî di daxuyaniyekê da wan xeberên bêbingeh vala hişt. Tiştê ku em dizanin beytocan nexweş e, li nexweşxaneyekê da tedawî dibe. Xwedê şîda bide.



14.11.2020 00:50 ~00:52 | kajav

11. Beytulahê Farqînî ye. Paşê navê wî guherî ye bûye beytocan. Ji ber ku bavê wî şêx bûye derûdor û mirîdên bavê wî nehiştine stran bisitrê. Heta ku bavê wî koça dawiyê dike. Hunermendek hêja ye wekî gelek hunermendên din qedrê wî ji hêla nifşê nû ve nayêt zanîn.

Hevpeyvîna wî li gel rûdawê re;



03.07.2021 13:25 ~13:33 | kajav

12. Nexweşiya wî heye. Xwedê rehetî bide! hevpeyvîna wî (ya bi kurdî) pir şîrîn e. lê niza'm çima rûdaw ev hevpeyvîn di rûpela xwe ya bi tirkî de weşandiye. Here lînkê



04.07.2021 01:23 ~02:38 | mirovekirind

13. halê wî yê vê axirîyê zehv dilê min şewitandîye.
Mehdî mûtlû jê ra bernameyek çêkirîye lê hê nehatiye weşandin.

Sê sal ewil jî bûye mêvanê bernameya Delîl Dîlanar.



vê da jî dilê min pir şewitî.
Bi herdu destan va kulamê hemêz dike ku bixûne lê taqeta wî têrê nake. Dîsa dîsa xwe pê cêhatî dike û stranê heta dawîyê dibêje.

Di serê stranê da jî dibêje dengê min nexweş e ez jî nexweş in.
Çi zor e ku stranbêjekî wisa serketî bêje dengê min ne xweş e.
Heyatê da tiştên wisa hene mixabin. Wek ku wî jî digot...

(bnr: her tişt vir e dinya fanî)



14.06.2023 13:37 ~13:38 | bûtîmar

14. Hunermendeke hêja, kedkar û bargiran a Kurdan. Xwedê şefa xêrê bişîne û wî ji serê me kêm neke...



15.06.2023 00:55 | burak derdilî

15. mehdî mutlu vê heftê li stockholmê bûye mêvanê beytocan. ji ber nexweşîya wî bername li nexweşxaneyê çêbûye . dîsan jî dibêje : ez ji jiyane hezdikim.





15.06.2023 12:47 | pirtûkhez

16. Hunermendê ku li binê vîdeoya bernameya Mehdî Mutlu binere wê moralê wî xera bibe.

Çima wisa dibêjim: ji ber ku gelek kurd gotine xemgîn bûm, ketîye çi halî, emojîyên xemgînîyê filan û bêvan nivîsandine. Bi min di van rewşan de divê mirov tiştên xweş binivîse, yên moral bidin mirov. Ne ku hestên xwe bînin ziman...



15.06.2023 23:20 | xabûrî

17. dîsan "hin kesa" gotiye : " beytocan mirîye " heyran ev bû çend care nûçeyên derewîn tên belavkirin ! îja hûn çawa pê bawer dikin yaw . dîsan rojeva me bi nûçeyên derewîn hatîye dagirkirin wey topa Xwedê li wan derewçînan bikeve .
beytocan nemirîye û namire




27.07.2023 18:58 | pirtûkhez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beytocan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî