1. kurdiya dokumanterê ye. yanî vîdyoyên metraj-dirêj ku li ser mijarekê agahiyan dide. |
|
12.12.2015 20:20 |
simurg56
|
2. filmên rastî yên jibû nasîna ajalan an nasîna kesekî an jî nasîna tiştekî din. |
|
12.12.2015 21:28 |
shorbevan
|
3. filmên gelek tişt didin hinkirin temaşekirina wan kêf dide merî zehf xweşin. |
|
12.12.2015 21:57 |
tirşikvanê tirşika kartola çêdike
|
4. ez her tim ji vê peyva frenkêştayn dibe'icim, peyva dokumanter tercîh dikim.(belge peyvekî tirkî ye û peyva fîlmê pê zeliqandine!) bîska din ezê qala dokumanterek peyamek binivîsandama lê te'ama devê min xera kir. a 'ecêb ev e ku kurdên me yên bo peyvên kurdî baldar û bidîqat çawa vê frekêştaynê nedîtine û her tim li her qadê bikartînin nizanim. hişên xwe dane navên meha. heta hezar heb navê mehan berhamandinê, yekî ji vê dokumanterê bidîtana dê xêrtir bibaya. tew li bernameyên rûdawê ez vê peyvê dibînim dîn dibim. axir xwe ji vê peyvê dûr xin, ji kerema xwe.. |
|
20.03.2016 21:36 ~21:37 |
biruya hayao miyazaki
|
5. siya avê spoilerê veke li ser çêkirina bendava ilisu ye, gundên ku dikevin bin avê û gundiyên ku ji gundên xwe derdikevin, dibin koçber wan nîşan dide |
|
29.05.2020 01:34 |
afa
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |