1. bi qasê alîkarîkirina googlê, alîkarîkirina ji bo gelê kurd e jî. |
|
09.03.2016 22:23 |
simurg56
|
2. nizanim di çi astê de ye. |
|
10.03.2016 21:47 |
simurg56
|
3. tirki u Kurdî neyî baş çebuye lebele almanî u Kurdî pir baş dizîvîrênê |
|
10.03.2016 22:29 |
helik orimiyo
|
4. hefteya berê min jî di rojekî de 487 peyv û hevok wergerandibû. mixabin, ev hefteyek e ji ber karê, ez nikarim wergerandinê bidomînim. ha kurdiya min xirab e, îngilîziya min jê xirabtir e. ji ber vê yekê ew 487 peyv û hevok, min ji nav hezaran peyv û hevokan hilbijartibû. * ango hilmên xwe fire bikin birano, helbet hunê jî li gorî asta xwe çend peyvan karibin wergerînin. * ka ez kar û barên xwe sivik bikim, li gorî bernameyek taybet eZ ê li ser wergerandinê hûr bibim. |
|
10.03.2016 22:51 |
biruya hayao miyazaki
|
5. Kareke pîroz e. Willeh bavo min heta niha tenê 130 filan wergerandin lê ku ezmûna min derbas bibe înşileh ezê zêdetir wergerînim. Çi her kes jehatî ye lawo? |
|
11.03.2016 00:43 |
azadixwaz
|
6. ji bo berdewamiya xebatê lazim e ekîbeke were avakirin. heger ekîbek were avakirin kesên ku tê de cih girtine dikarin hevdu kontrol bikin. bi ya min heger tişteke werê pêk were wê berdewamî çê bibe û google'a kurdî wê baştir bibe. |
|
13.03.2016 20:25 |
kurê xelkê
|
7. mixabin bi qasê zanim rê nade kontrolkirina hevdû. |
|
13.03.2016 20:29 |
simurg56
|
8. A ku wê temambuna wê nuçeyeke xêrê be ji bo kurdî. Min jî heta niha 223 wergerandin. Hê riya me dirêj e lê ez bawerim wê bibe nesîbê me. |
|
13.03.2016 21:24 |
azadixwaz
|
9. wexta ji chrome'ê tirşik an jî malpereke din a kurdî vedikim dipirse "ev malper bi kurdî ye tu dixwazî wergerînî" pir kêfxweş dibim. werger hatiye wê astê ku êdî google zimanê kurdî bikaribe "nas" bike. |
|
15.03.2016 00:09 ~00:10 |
xidiran
|
10. kî ne çi kes in, bezê guhê bavê wan ji ku ye em nizanin, bi zimanekî çors wergerandine, kurdî bê xwedî ye |
|
16.03.2016 13:30 |
rojgar
|
11. min bi xwe têda sê hezar gotina wergerand kurdî lê dibînim kû bi sedan wek min pêwîst e. Dîsa jî divê ji derekî, kesekî dest pê ke. |
|
16.03.2016 21:49 |
kevirê aram
|
12. matematika min pir baş nîn e, lê ji min şitrê ev hevalên tenê li vir nivîsîne (tevî 500 hevok û peyvên min ên ji ingilîzî û ji tirkî) gere karîbûna ev xebat bidawî bikin..! gelo heman peyv û hevaokê bi çend kesan dide wergerandin ev google? |
|
20.03.2016 00:37 |
mervan rêzan
|
13. projeyek dûv û dirêj e. |
|
20.03.2016 21:30 |
simurg56
|
14. mimkun e, li tirşikê çend rojan carekî tirşikvan bicivin û çend seatan bi vê karê ve mijûl bibin. bi riya skype jî hal û wext li hev bipirsin, alîkarî ji hev bixwazin û hwd. ewê bibe motîvasyonek xweş. |
|
20.03.2016 21:56 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Xebateke pîroz e. Divê em tevde pêk bînin. |
|
22.03.2016 07:28 |
gumgumok
|
16. |
|
31.03.2016 12:55 ~13:03 |
gumgumok
|
17. kareke giring û pêwîst e. li cem min jî û bawerim li cem her kesî wisa ye. bawerim ji ber rewş û kêmbuna wergera kurdî hê beşên din nehatine aktîf kirin. |
|
31.03.2016 13:05 |
azadixwaz
|
18. xizmeta ku vê gavê tenê vebijêrka translate'ê yanî ya wergerê dide kurdî. ger wergera kurdî têra xwe berhev bibe, ez bawer im wê yên din jî vebin. |
|
31.03.2016 22:34 |
simurg56
|
19. Projeyeke pîroz e û çend pirsên min hene. |
|
21.11.2016 15:22 |
gumgumok
|
20. Ez pirî caran di wergerên xwe de cînavan bi kar diînim. Ji xwe heke mirov cînavan bi kar neîne, hevok piçekî kêm dimîne. |
|
21.11.2016 19:21 |
sloujouc
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |