Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çarînên nivîskarên tirşikê - tirşik
çarînên nivîskarên tirşikê
(10) (0) (3)
di mijarê de bigere

5. ez dibêjim bira, nivîsandina helbesta netirse!

pêşve çûna ziman bi nivîsê ye kê dipirsî bipirse.

ji xwe çerxa felekê kurdan ra nebaş dinvîse

bihêle bila her kes ya dilê xwe binvîse.



12.04.2016 22:41 | bûtîmar

6. (bnr: kezebreşiya anksiyete manksiyeteyan)

Ez ne helbestvan im, ne nivîskar im

Ji bo fortê li vê mijarê mêvan im

Tembîha min li min û we

Ku we derûnnasek dît, jê birevin



13.04.2016 02:49 | mergehez

7. .1

Di camê de heja agirek

Di vî dilî de hêvîyek

Cam derizî,agir tirsî

Dil şikest , dilan şikest



Jb şl ht nvsndn



21.04.2016 23:38 | gumgumok

8. çirînên ku ez li benda peyameka ceso an kezebmonîtorî a bi çar hev bnr'me zêde li bendê nehêlin *



22.04.2016 00:22 | shorbevan

9. ez bihuştim tû gunehan dikî...



çênebû

ne bû çarîn, em bêjin yekîn.



24.04.2016 18:42 | mijdar

10. .
Çima îşev hûn bêdeng in
Wek kevirên binê derya
Mircanên zer sor û hêşîn
Tel tavêjin bin avê da



30.01.2019 03:28 ~03:29 | bilbilê dilkul

11. çarin nîn e lê tiştekî aha di dilê min da hate xwarê..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..



30.01.2019 15:58 | bûtîmar

12. yeke min jî heye. vê bihara buhirî min ji zalimek re nivîsî bû. kerem kin.

Tenê navê te cihê çend helbesta digre, tu dizanê?
Tenê çavên te cihê çend wêneyan digre tu dizanê?
Tenê dengê te cihê çend strana digre tu dizanê?
Tenê dilê te di dilê min de cih girt bizane!



30.11.2019 20:51 | xwelî li ser

13. Tenê navê min cihê çend helbesta digre, ez nizanim
tenê çavên min cihê çend wêneyan digre ez nizanim
tenê dengê min cihê çend strana digre Ez nizanim
tenê dilê min di dilê te de cih girt bizane!



30.11.2019 21:06 | ferhenga şikestî

14. û dema ku cixare vedixwim
destên min dibin destên bavê min
û dema ku digrîm, hêstirên min dibin
yên bavê min û yê bavê wî



25.12.2019 00:56 | xwelî li ser

15. îro dîsa bum armanca tîran
Tîrên kûl û derdên me bêçaran
herdem zor û zilm û beste
li ser zivarên bêkes û bindest e
kî dikare li hemberê vê bêdeng raweste
bê berxwedanê tu tişt ne rast e



28.03.2020 22:23 | quşxaneli

16. Wekî rêvebirê hesabê ahmedê xanî yî twitterê çarîna min:

Rabit ji me jî fenomenek
peyda bibitin me kurdînûsek
şûrê mîzaha me bête danîn
qedrê tweetên me bête zanîn



28.03.2020 22:53 | mansûr

17. Destê te ye kulîlk di destê min de
Zimanê te ye hingivîn di devê min de
Çavê te ye gerdûn di çavê min de
Dilê te ye hêlîn di dilê min de

Navê te ye helbest di lênûska Rojen
Çavê te ye dîmen di tuwala Lorusso
Dengê te ye newa di dengê Ciwan
Dilê te ye dil di dilê Mirado

Mele Xwelîlê Sêrtî



08.09.2020 20:30 ~20:59 | xwelî li ser

18. eger bi malî
bi xatî, bi xalî
eger bê malî
bê xatî, bê xalî

cemalê berxvan-ûsivê beko..



09.09.2020 00:24 | golikvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çarînên omer xeyam
» nivîskarên sirgûnê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî