Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin - tirşik
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin
(28) (2) (1)
di mijarê de bigere

132. (bnr: avaserî)



26.07.2021 20:40 | simurg56

133. (bnr: orş)



26.07.2021 21:28 | bûtîmar

134. bizdobelek: tirsonek, newêrek



02.08.2021 16:31 | pîroz

135. bi wan zimana kurdî dibe xwedîyê bi mîlyonan peyvan. jkx li ferhengan zêde bikin.

(bnr: wikiferheng)
(bnr: bêşa ferhengê ya tirşikê)



16.08.2021 19:20 | heval.js

136. (bnr: kweh)



03.09.2021 13:18 | xwelî li ser

137. Berê benikên qalind ku ji hiriyê dihat çêkirin hebûn. Bi vê hesp û dewar dihatin girêdan. Koçerên me ên xarpêtê bo wan digotin (bnr: aris) (bnr: ariz).
Hinekê dişibe wê tiştê lê qalindtir e.
Here lînkê
Ew peyv di ferhengên kurdî de peyda nabe ecêb li deverên dî kurd bo wê tiştê çi dibêjin.

***
edît: eslê peyvê werîs bûye. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/137061.



08.10.2021 09:08 ~12:16 | cinorek


139. (bnr: anegurî) serhedê hatîye îcad kirin



08.10.2021 16:56 | doesntmatter

140. hêvşing/mê: ”dema sewalên şîr mîna çêlek, mih û bizinê ku du roj carekê têne dotin, jê re ”şîrê hêvşingê tê gotin.” ji wan sewalan re jî hêvşingî tê gotin.

mînak: îsal ev çêleka me ya qer hêvşingî ye, yani du roj carekê şîrê xwe dide.



15.02.2022 16:20 | ezcan

141. Derbarê jîyana koçberiyê 2 peyv hene ez merax dikim. Lê min nikaribû di ferhengan de peyda bikim:

1. hilbêr
2. delbêr

Maneya wan ew e:
Koçer ji bo cihê pez dotinê re dibêjin bêrî. Kesên pez didoşin re dibêjin bêrîcî/bêrîwan. Delbêr(cî) jî ew kes e ku dema dotinê serê mihan hildide ta ku bêrîwan bi rehetî bidoşin.

Berî li yaylaxê (çiyayê) li hêla obayê dibe. Lê payîzê çêre li der dora obayê kêm dibe lowma bericî (bêrîwan) teşt û berojên xwe hildidin û terin beriyê li derên dûr bi çêre çêdikin. Ji bo wê dibêjin hilbêr.

Peyva hilbêr dibe ku ji peyvên hildan+bêrî pek tê. Lê peyva delbêr çawa pek hatiye nizanim.



19.02.2022 17:46 ~17:47 | cinorek

142. (bnr: avî bûn), (bnr: avî kirin).

Gava pezek nuh tevli keri dibe, çend rojan ew di nav kerî de xerîb hîs dike. her tim dikale. seba wê te gotin ku avî dike. avî bûye.

herwiha seba merivan jî tê gotin. ew zarok xerîbê wir e. avî dike.



26.05.2022 08:23 | cinorek

143. Li devere me peyvek ecêb heye. Pir kêfa min jê te. Lê di ferhengan de peyda nabe. (bnr: şalê)


peyvên ku dikarin şûna inşallahê bên bikaranîn/139859 Li wir peyva maşalê hatiye behs kirin. Belkî jî ew e.

Maneya xwe bi hevl gihiştina armancekê ye.

Minak:
- Şalê bikî ku îsal mekteveka rind qezenc bikî.


- Dengê xwe bilind meke ku şalê xebera memedê ji hatina me nebe.

Ji înşella cûda ye.



15.06.2022 04:21 ~04:40 | cinorek

144. (bnr: çîxulk) hûn nikarin lewra ez xwe bi xwe vê peyvê dît im û bikartînim. Ji bo amûra muzîkê ya ku wekî nay tê zanîn dikare werê bikaranîn.

Ji çîx (reed - kamış - قصب - نی) + qulik ( hole - delik - الفجوة - سوراخ)



17.06.2022 17:23 | burak derdilî

145. yên ez ê binivîsînim belkî jî tê peydekirin di ferhengan de, lê niha hîç nikarim yek bi yek li wan vekolînim. hemû ji devê dayika min in © * îja xwedê zane kengî min kirine not. di nav kaxidên min ên yên avêtî de ket erdê û min vedît.
gov: axur [piştî weşandina peyamê tew tu nebê ya ewilî/gov li tirşikê hatiye zêdekirin*]
cüher: çenteyê bo xwarinan. [erê bi ü-yê. di devoka me de ü pir berbelav e û kubarî dide zimên ku mere bi godarîkirina wê têr nabe.]
doşanî: bizinê ku aîdî şivên.
guhar: meydanê ku hemû şivanan pezên xwe tê de hev dide.
jêrajor: ? (min wateya wê nenivîsandiye)
hêvistin: cihê pîneyê mîna dantelê neqşandin.
kobe kirin: xemilandin. neqşandina qeraxên dirûneyan.
dirûne. ?
doran: piştik. lo dora pişta tê girêdayîn.
merhes: (h-ya heft-heşt) cinsek qumaş a mîna hevirmêş.
melkezêt: kitana tenik.
qemte: destmala hevirmêş a ku kesk û sor û zer e.



08.09.2022 21:03 ~21:07 | biruya hayao miyazaki

146. Qîçk- qiyçk- qîyçk

Ji bona peyva 'zer'. Min ti cîhan de nedît.
Çavkanî: wan, qelqelî û bêgrî.



23.10.2023 18:29 | ciwanzêr

147. (bnr: qijilyo)



23.10.2023 20:35 | qijilyo

148. boyine

Tê watêya her tim, her gav. Ew peyv li deverên kurmancên berfêratî mîna mereş û Xarpêtê hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê tirkan bi wê maneyê we tê bikar anîn.

Mînakek;
"Çaxa terime ser kaniyê boyna ew keçika memko ya kiçik li vê derê ye"

dema ku min bi çend hevalan berfêratî re li ser wê nîqaş kir gotin ev peyv ji tirkî ketiye kurdî. Lê ez qebûl nakim. Di vê wateyê de ev peyv ji peyva tirkî ya ”boy” ango "boyunca" cuda xuya dike. Ger tirşikvanên me karibin fonksîyona paşgira -ne û -na di dawîyê de rave bikin pir baş be. herwiha peyvên bişibiha wê pêşkêş bikin dê pir baş be.



29.11.2023 14:45 | cinorek

149. (bnr: gocî kirin)



14.12.2023 10:02 | cinorek

150. (bnr: baş bûn), (bnr: baş kirin)
Ew peyv li hinek deverên kurmanciya berfêratî te gotin.

Baş bûn: qedîn, xelas bûn.
Baş kirin: qedandin, xelas kirin.

Mînak: çaxa pereyên te baş bûn, here dikana memko. ji/li memko bixwaze.



18.02.2024 17:20 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kirmanckî
» kurdîya helloyê
» yên ji me çêtir

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî